Nivîskar Burhan Sonmez Xelata Hemingway wergirt
Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Burhan Sönmez wekî “Şahidê Dema Me” hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Dîroka vê xelata navneteweyî li ser serdaneke Ernest Hemingway bo bajarê Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê ye. Dema ku li wir bû, Hemingway bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re hevaltî kir. D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre, û got ku cihê bijartî dê aîdî wî be. Ew cih paşê wekî Parka Hemingway hate pêşxistin. Xelata Hemingway di sala 1984an de wekî berdewamiya wê mîratê hate damezrandin.
Xelat, di bin kategoriyên Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Fotokêşî û Şahidiya Dema Me de tê dayîn. Zanyar û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat wergirtin.
Burhan Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" pêşkêş bike.
Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sönmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navên kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê” vedigire.
Derbarê Burhan Sonmezî de
Burhan Sonmez serokê navneteweyî yê PEN International û endamê akademîk li Zanîngeha Cambridge ye.
Romanên wî bo çil û heşt zimanan hatine wergerandin û xelatên wekî Xelata Hemingway, Xelata Vaclav Havel, Xelata Wêjeyê ya EBRD û Xelata Romanê ya Orhan Kemal wergirtine.
Piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû, demekê wekî parêzer xebitî, dû re ji ber sedemên siyasî neçar ma ku biçe Îngilîstanê.
Sonmez di bernameyên cûrbecûr de wekî endamê juriyê xebitî, di nav de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê, Xelata Inge Feltrinelli û Xelata Hrant Dink. Wî ji bo çapemeniyê wekî La Repubblica, Der Spiegel û The Guardian gotar nivîsand.
Wî li ODTU dersên wêjeyê da. Piştî nivîsandina pênc romanan bi Tirkî, wî bi romana Evîndarên Franz K. dest bi nivîsandina bi Kurdî kir.
Endamê PENa Kurd, Bûrhan Sonmez bûye Serokê PENa Navnetewî
Xelata Hemingwayê çi ye?
Xelata Hemingwayê ku ji aliyê hevjîna Ernest Hemingway, Mary Welsh Hemingwayê ve tê dayîn, wekî yek ji xelatên herî biprestîj ên cîhanê tê dîtin.
Çîroka vê xelatê digihîje serdana Ernest Hemingway a ji bo bajarê Lignano Sabbiadoroyê. Hemingway dema li wir bû, bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re bû heval.
D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre û got ku ew der dê aîdî wî be. Ew cih piştre wekî "Parka Hemingwayê" hat binavkirin.
Xelata Hemingwayê jî 1984an wekî berdewamiya wê mîratê hat damezirandin. Ev xelat di bin kategoriyên "Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Hevpeyvîn û Şahidiya Dema Me" de tê dayîn.
Heta niha zana û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernauxê ev xelat wergirtiye.
(AY)