Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegerên jin a meha Adarê aşkere kir.
MKGê da zanîn ku di tevahiya meha Adarê de zextên li ser rojnamegeran berdewam kirin û got:
“Desteserkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengkirinên li dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê, her wiha sansura dijîtal nîşan dan ku çalakiyên pîşeyî yên rojnamegeran bi zextên piralî rû bi rû dimînin. Ev zext nîşaneya wê ne ku rojnamegerî ne wekî mafê agahdarkirina raya giştî, lê wekî qadeke destwerdana dadwerî û îdarî tê dîtin. Ev hedefgirtin jî rasterast mafê agahdarkirina raya giştî têk dibe.”
5 rojnameger girtî ne
Di raporê de hate destnîşankirin ku di meha Adarê de rojnamegerek hate desteserkirin, gef li rojnamegerekê hatiye xwarin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, doz li 2 rojnamegeran hate vekirin, ceza li 2 rojnamegeran hate birîn, darizandina 7 rojnamegeran domiya, 5 rojnameger hêj girtî ne, malpereke înternetê û 41 hesabên medyaya civakî hatin girtin û 13 platformên medyaya civakî jî hatin astengkirin.
Navên rojnamegerên jin ên girtî wiha ne:
* Elîf Bayburt – Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTê
* Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
(AY)

