Li Amedê rapbêj Serhado dê konsertek bide
Li Amedê rapbêjê Kurd Serhado dê konsertek bide. Serhado herî dawî 11 sal berê li Tirkiyeyê konser dabû.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin”, “Mitînga Azadiyê” li dar bixe.
“Mitînga Azadiyê” ya ku dê bê lidarxistin de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Veysî Aktaş dê wek axêver beşdar bibin.
Hunermend Serhado, Kadîr Çat û Pinar Aydinlar dê di mitîngê de konsertê bidin.
Serhado ji sala 2015an ve ji ber ku derbarê wî de doz hebû nikaribû bihata Tirkiyeyê. Piştî 11 salan cara yekem e wê bê Amedê konserê bide.
Derbarê Serhado de

Serhado yek ji pêşeng û navên herî naskirî yê muzîka Rapa Kurdî ye. Muzîka wî ne tenê huner, di heman demê de dengê serhildan, nasname û çanda kurdî ye.
Serhado di sala 1984an de li bajarê Stockholmê, li paytexta Swêdê ji dayik bûye. Malbata wî bi eslê xwe ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê ye (ji gundê herêma Torê). Li Swêdê mezin bûye. Di salên xwe yên civaniyê de, mîna gelek ciwanên penaber, di navbera çanda Ewropayê û nasnameya xwe ya kurdî de hevsengiyek geriyaye û ev hest rasterast bandor li muzîka wî kiriye.
Di 13 saliya xwe de dest bi nivîsandina gotinên rapê kiriye. Di destpêkê de bi zimanê swêdî rap çêdikir, lê piştre biryar da ku bi zimanê xwe yê dayikê, anku bi Kurmancî berdewam bike.
Serhado wekî şoreşgerekî muzîka nûjen a kurdî tê qebûlkirin, ji ber ku wî şêwaza Rapa Modern bi serkeftî xiste nav çanda kurdî.
Hemû Album û Projeyên Muzîkê yên Serhado
Serhado di rêwîtiya xwe ya muzîkê de gelek album û projeyên serkeftî pêşkêşî guhdarên xwe kirine. Lîsteya hemû albumên wî yên stûdyoyê bi rêza kronolojîk wiha ye:
-
Xewna Jiyan (2007): Albuma wî ya yekem e ku di muzîka Rapa Kurdî de wekî şoreşekê tê qebûlkirin.
-
Bêhna Azadiyê (2009): Di vê albumê de strana "Hewler" (ligel Şehrîbana Kurdî) û "Lo Dilo" deng bide.
-
Xewna Rast (2013): Bi gotinên xwe yên polîtîk û civakî albuma wî ya sêyem a stûdyoyê ye.
-
Hêvî (2020): Piştî navberekê, ev album bi şêwazeke nûjen û melodiyên trap-rapê hat weşandin.
-
Ax (2021): Projeyeke din a girîng e ku hestên xerîbî û welatparêziyê derdixe pêş.
-
Lîstik (2025): Albuma wî ya herî dawî ye ku tê de şêwaza xwe ya muzîkê ya nûjen bêtir pêş xistiye.
Ji bilî van albumên sereke, Serhado di navbera salan de gelek single (stranên yekpar) û klîbên wekî "Sînor", "Gula Min", "Çîrok" û "Ez im" jî belav kirine ku her yek ji wan di nav ciwanan de pir hatine hezkirin.
(AY)