Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî girtiyên ku li Girtîgeha Îmraliyê ne û nikarin bi malbatên xwe re hevdîtînê pêkbîne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) daye. Buroya Hiqûqê serî li Dadgeha Destûrî jî dabû lê dadgehê serlêdan qebûl nekiribû û gotibû “nayê qebûlkirin”.
Li gorî nûçeya Mehmet Aslanî ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye Abdullah Ocalan, Rêberê PKKê, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Girtî ya Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbatên girtiyan her hefteyê him serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê him jî serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê didin. Lê ne bi erênî ne jî neyînî bersiv nehatiye dayîn.
Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22ê Gulan, 12 û 18ê Hezîran û 7ê Tebaxa 2019an de karîbû hevdîtinê bi miwekîlên xwe re pêk bîne. Ocalan, cara ewil di 27ê Nîsana 2020an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Axaftina bi telefonê ya duyemîn û ya dawî ku Ocalan, di 25ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nivî de hatibû birîn.
Dadgeha Destûrî: Mafên wan nehatine binpêkirin
Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Adara 2015an de birine Girtîgeha Îmraliyê, nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin. Digel 350 caran daxwaza hevdîtinê ya malbatan û 750 caran a parêzeran, Yildirim 2 car, Konar û Aktaş jî 3 caran kariye bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
Serlêdanên parêzeran ên li dijî vê rewşê encamê nadin. Parêzeran ji bo cezayên dîsîplînê yên li dijî heq û hiqûqê bên rakirin û mînaka dosyaya biryarên lijneya dîsîplînê ya derbarên muwekîlên wan de bidin wan, di nava meha Kanûna 2020an de serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran dane. Serlêdanên ji bo Aktaş, Yildirim û Konar hatine kirin, nehat qebûlkirin. Parêzeran, li ser vê yekê bi hêceta biryar li dijî hiqûqê ye ji bo muwekîlên xwe Konar, Aktaş û Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye. Dadgehê serlêdana derbarê her sê kesan de weke “nayê qebûlkirin” nirxandiye. Dadgehê îdia kiriye ku tu binpêkirinên mafan nînin û redkirina serlêdanên hevdîtinê weke “li gor hiqûqê ye” nirxandiye. (AS/AY)