Wêne: Murat Bayram / bianet
Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl sala 1943an li bajarê Silêmaniyê jidayik bûbû, bavê wî Mela Mistefa kesayetekî sofî, şaîr û ronakbîrekî diyar ê serdema xwe bû, Dr. Îzedîn Mistefa Resûl li cem bavê xwe li mozgeftê dest bi xwendinê kir.
Destpêkê li Bexdayê dest bi xwendina Şerîetê dike, lê ji ber tevlîbûna wî bi siyastê re, xwendina xwe temam nake, piştre di sala 1951an li Xaneya Bilind a Mamosteyan dest bi xwendinê dike.
Bi sedema beşdarbûna wî di xwepêşandanan de, sala 1952an li Bexdayê birîndar dibe, piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, ew xwendina xwe li Xaneya Mamosteyan bidawî dike û li Rêveberiya Xwendina Kurdî li Bexdayê kar dike.
Sala 1963an li Bako Diktora werdigire, piştre diçe Bulgaryayê û serperiştiya radyoya nehênî Dengê Gelê Iraqê dike. Sala 1965an vedigere Kurdistanê û dibe Pêşmergeyê Partiya Şîyoî yê Iraqê, piştî salekê li baregeha Serokê Şoreşa Kurd Mela Mistefa Barzanî dimîne, li zanîngeha Bexdayê beşê Kurdî tayînkirin. Sala 1979an careke din diçe Moskoyê û xwendina xwe berdewam dike.
Prof. Îzedîn Mistefa Resûl di sala 1947an de di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi karê siyasî dike, lê sala 1949an diçe nava rêzên Partiya Şiyoî ya Iraqê û ta koça xwe ya dawiyê endamê wê partiyê dimîne û sala 1992an de jî dibe endamê Parlemana Kurdistanê.
Prof. Îzedîn Mistefa Resûl xwedî çend lêkolînên girîng li ser dîroka wêjeya Kurdî ye û îro di temenê 85 saliyê de li Silêmaniyê koça dawiyê dike.
(MB)
*Çavkanî: Kurdistan24