Hunermend Emel Çîftçiyê beraet kir
![Hunermend Emel Çîftçiyê beraet kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/28/sanatci-emel-ciftci-beraat-etti.png)
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li ser îfadeyên şahidê nepen yê bi koda “Ulaş”, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” doz li hunermend Emel Çîftçî vekiribû.
Danişîna doza Çîftçîyê li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Çîftçî, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li bibe lê parêzerê wê Şerzan Yelboga amade bû.
![Hunermend Emel Çîftçî hatiye girtin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/017/original/emel.jpg)
Hunermend Emel Çîftçî hatiye girtin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozger, nerîna xwe pêşkeş kir û xwest hunermend Emel Çîftçî bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “rêvebera rêxistinê ye” were cezakirin.
Parêzer Yelboga jî di parastina xwe de got ku ji bilî îfadeyên şahidê nepen tu delîl di dosyayê de nînin. Yelboga, biryara Dadgeha Bilind a “tenê li ser îfadeyên şahidên nepen nabe ku ceza were dayîn” bi bîr xist û xwest miwekîla wî were beraetkirin.
Dadgehê jî biryara beraeta Çîftçiyê da.