Hilbijartina Serokomariyê ya Kolombiyayê ma tûra duyem
Ji ber ku di tûra yekem de tu namzedî nekarî dengên pêwîst bi dest bixe, hilbijartina serokomariyê ya Kolombiyayê ma tûra duyem.
Namzedê rastgirê tundrew ê Tevgera Parêzvanên Welat (Defensores de la Patria) Abelardo de la Espriella, ji sedî 43,62ê dengan stend û tûra yekem di rêza yekem de qedand. Namzedê çepgir ê Hevpeymaniya Dîrokî (Pacto Historico) Ivan Cepeda ku partiya desthilatdar e, ji sedî 41,13ê dengan bi dest xist û bû duyem.
Tu namzedî sînorê ji sedî 50î derbas nekir. Ji ber vê yekê, De la Espriella û Cepeda dê di 21ê Hezîranê de di tûra duyem de ji bo kursiyê serokomariyê hevrikiyê bikin.
Namzedê Tevgera Parêzvanên Welat (Defensores de la Patria) ê rastgirê tundrew Abelardo de la Espriella. (Fotograf: Ajansa Anadoluyê)
“Ez encamên ku birayên Bautista amade kirine nas nakim”
Li aliyê din, Serokomarê heyî ê Kolombiyayê Gustavo Petro, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de encamên nefermî yên hilbijartina serokomariyê rexne kir.
Petro bal kişand ser ku biryarên Serokatiya Qeyda Sivîl a Neteweyî girêdayîbûneke hiqûqî ava nakin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
Wekî Serokomar, ez encamên pêşjimartinê yên ku şirketa taybet a birayên Bautista çêkirine, nas nakim. Nermalavên (software) jimartin û kontrolê di şertên normal de divê wekî xwe bimanaya. Lê belê di hefteya dawî de sê caran destwerdan li algorîtmayên wan kirin. Her wiha 800 hezar nasnameyên nû yên ku di qeydên fermî yên nifûsê de nînin jî xistin nav sîstemê.
Ez baweriyê bi wan encamên ku şeva hilbijartinê hatine eşkere kirin nayînim. Ez difikirim ku di lîsteyên dengderan de hile û bêrêzî heye. Ji ber vê yekê, ez daneyên vê pêşjimartinê qebûl nakim; ez ê tenê li benda encamên fermî bimînim ku ew ê di bin kontrola dadweran de werin jimartin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), "birayên Bautista" yên ku Petro behsa wan dike, Camilo Bautista Palacios û birayên wî ne. Ev bira xwediyên şirketa Thomas Greg & Sons in.
Ev şirket, îhaleyên mezin ên dewletê yên wekî lojîstîka hilbizartinê, sîstemên jimartina dengan û çêkirina pasaport û nasnameyan hildide ser xwe.
(TY/AY)