Hejmara 14an a Kovara Dilopê ji ber nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê weke PDF hatiye weşandin.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Stratejiya avakirina Komarê û di 99 saliya xwe de Tevkujiya Koçgiriyê" amade kiriye. Dosya ji aliyê Gultekîn Uçar (Endamê Lijneya Rêveber a Avakar a Komeleya Çandî ya Koçgirî) ve hatiye amadekirin. Uçarî derheqê Koçgiriyê de lêkolîneke berfireh pêşkêş kiriye. Ji bilî vê Ayşe Hurê jî bi "Sal 1921: Serhildana Koçgirî, Alîşêr û Zarîfe" (bi tirkî) beşdarî di dosyeyê kiriye.
Sedsaliya Apê Mûsayî
Kovarê bi boneya 100 saliya Apê Mûsayî, ew kiriye berg û hevpeyvîna ku Firat Cewerî di sala 1990î de ligel Apê Mûsa kiribû weşandiye. Ligel vê hevpeyvînê helbesteke Arjen Arî ku li ser Apê Mûsa nivîsandiye jî hatiye weşandine.
Sovyet û kurd
Di vê hejmarê de kovarê li ser têkiliyên kurdan û sovyetê jî ciheke berfireh veqetandiye. Nivîsek ji aliyê Eskerê Boyîk ve bi boneya 90 saliya Rojnameya Riya Teze hatiye nivîsîn. Boyîk di nivîsa xwe de qal dike bê piştî Şoreşa Cotmehê de kurdan çi derfetên pêşketî bidest xistin û bi van derfetan re sermeselê di warê çapemeniyê de çi karên hêja kirin. Nivîseke din a li ser kurdan û sovyetê ji qelema Yusuf Karataş nizilî ye. Karataş, bi nivîseke berfireh bal kêşaye ser Komara Mehabadê û dibêje Yekîtiya Sovyetan li dijî kurdan nîne û heke meriv wê li dijî kurdan nîşan bide wê ti xêra wê ji azadiya neteweyî ya kurdan re tunebe.
Yekem Şerê biyolojîk
Mesut Alpî di vê serdema koronayê de bi sernavê "Yekem şerê biyolojîk: Şerê Nisêbînê" nivîseke balkêş nivîsandiye. Alpî berê xwîneran daye Nisêbîna sedsala 5. û şerê di navbera Sasanî û Romayê de. Arkeolog Alpî, teknîka ku Sasanî bikar aniye weke teknîkeke biyolojîk bi nav kiriye û gotiye ev yekem şerê biyolojîk e.
Lêkolîner Zeyneb Yaş ku ev demek e nemaze li ser muzîkarên kurd ên jin lêkolîna xwe didomîne di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya li ser Îran Xanê (Mucered)" cih girtiye. Hevpevyînan Înanç Yildiz a ligel Şerefhan Aydin li ser rewşa dawî ya nava Sûrê agahiyên girîng dide; Aydin di wexteke nêz digel heyetek çûbû nava Sûrê û çavdêriyan kiribû.
Her wiha Bariş Avşar, Eyşana Beravî, Îbrahîm Karaca, Miradê Miradan, Hatice Yildiz, Evîn Şikakî û Elîf Eser bi nivîsên xwe; Ulku Bîngol bi çîroka xwe; Şêrko Bêkes, Adonîs û Firat Keklîk bi helbestên xwe ked dane kovarê. (FD)