Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê li benda xwêneran e
Hejmara nû ya Kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket. Di vê hejmarê de danasîna jiyana hunermenda navdar Eyşe Şanê û karakterê efsaneyî yê çîrokên fotografî Ken Parker hat kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê Bajarê, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî diweşîne.
Ev kovar ji du mehan carekê bi awayê online tê weşandin û armanca wê ew e ku çanda xwendinê ya bi zimanê dayikê bi pêş bixe.

Danasîna jiyana Eyşe Şanê
Di hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya 2026an de danasîna jîyana hunermenda navdar Eyşe Şan û karakterê efsanewî yê çîrokên wêneyî Ken Parker tên kirin.
Her wiha, Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû di rûpelên kovarê de cih digirin.
Xwendevan dikarin bi awayekî bêpere li ser malpera bajar.tr xwe bigihînin hemû hejmarên kovarê.
(AY)
*Çavkanî: AW