Fotograf: msn.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Roja yekşemê fînmasiyên rûbelek, ber bi mezintirîn fîyorda li herêma Bakurê Atlantîkê ve kaş kirine.
Qeyikan ew ber bi plaja Skalabotnurê ya li Eysturoyê ve dahf dane û li vir ew bi kêran kuştine.
Laşê wan ber bi peravê ve kişandine û ji bo xwarinê li gelê herêmê belav kirine.
Bi hezaran sal e ev cûre nêçîr li van deran pêk tê ku bi navê Faroeyî jê re Grindadrap tê gotin. Tê wateya eziyetkirinê.
Hikûmeta Faroeyê diyar kiriye ku her sal li derdora 600 gamasiyên pîlot tên zeftkirin. Di sala 2020an de 35, di ya 2019an de jî 10 fînmasî hatibûn girtin.
Li gorî nêrîna piştgirên vê nêçîrê, ji bo komkirina xwarinê a ji xwezayê ev rêyek e û her weha parçeyeke girîng ji nasnameya wan a çandî ye. Ajalparêz vê qetlîamê bi gotina “bêrehm” dinirxînin û dibêjin ku hewce nake.
Qetlîama ku roja yekşemê pêk hatiye vê carê gelek niştecihên giravê jî behitandiye. Hin kesên di nava nêçîrê de cih girtine jî, ev rewş rexne kirine.
Bjarni Mikkelsen, biyologê deryayê yê ji Giravên Faroeyê diyar kiriye ku heta niha bi qasî vê hejmarê fînmasî di rojekê de nehatibûn kuştin.
Mikkelsenî gotiye ku li vê herêma xweser a Danîmarkayê di sala 1940î de hezar û 200 fînmasî di rojekê de hatine kuştin.
Olavur Sjurdarberg, Serokê Komeleya Nêçîrvanên Gamasiyan ê Faroeyê ji BBCyê re diyar kiriye ku hejmara kuştiyan gelekî zêde ye.
Sjurdarbergê ku bi xwe jî di nêçîrê de bûye, wiha gotiye: “Ev xetayeke mezin bû. Dema pod hate dîtin gotin qey bi tenê 200 fînmasî ne.”
“Fermî ye lê ne populer e”
Sjurdur Skaale, Parlamenterê Giravên Faroeyê jî ji bo kuştina fînmasiyan gotiye, “Fermî ye lê ne populer e.”
Li Skaale ger ev kar rast pêk were, karekî “mirovane ye” û nêçîr parastiye. (PT/FD)