Xebata Ramazan Pertev Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebatên folklorê di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê, nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.
Herweku tê zanîn, di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê, li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd, di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine.
Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene, bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi rêya nîşandana keresteyên folklorê îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye, di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi metodên zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotarên xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyên folklorê û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.
Ev lêkolîn, nivîs û çalakiyên rewşenbîr û dezgeyên kurd di pêwenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herweha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encamê de jî hewl dide ku dîroka lêkolînên folklora kurdî li gorî taybetmendiyên serdeman dabeş bike.
Prof. Dr. Şukriye Resûl, di pêşgotina kitêbê de dibêje; “Ez destxweşiyê bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lêkolîna xwe, hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye, hem mij û dûmana li ser wê serdema tarî rakiriye, hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal pêşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebatên dahatûyê, asoya kurdnasên ciwan vekiriye…”
Ramazan Pertev kî ye?
Li Stenbolê, li Zanîngeha Marmarayê, beşa Psîkolojî û Perwerdeyê xwendiye. Mastera xwe li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de kiriye. Li Zanîngeha Zaxoyê ya li Herêma Kurdistanê li ser edebiyata kurdî doktorayê dike.
Demekê serokatiya Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya li Zanîngeha Mardîn Artukluyê kir û niha di heman beşê de wekî mamoste dixebite. Dersên Edebiyata Kurdî ya Gelêrî, Xebatên Folklorê yên Berawirdî û Edebiyata Zarokan dide.
Xebatên wî bêtir li ser edebiyata gelêrî, folklor, psîkanalîz, netewetî û modernîteya kurdî ne. Gelek meqaleyên wî di curbicur kovarên kurdî û tirkî de weşiyane. Çend berhemên wî yên heta niha hatine çapkirin bi vî awayî ne: Zarok û Çîrok-Destpêka Pedagojiya Kurdî/2008, Ferhenga Kerbelayî /2012, Folklora Kurdî /2013
(MB)
Çavkanî: Avesta