*Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 31ê Kanûna Paşiyê de agahiyek ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC) ragihand. Di vê ragihandinê de dihate gotin ku nexweşiya vîrusa koronaya nû peyda bûye. Di hefteyên pêş de ji vê nexweşiyê re gotin Covid-19. Bi vê nexweşiyê re hin gotinên nû di jiyana rojane ya gelên cîhanê de cihên xwe girtin. Me ev têgehên tenduristiyê û wateyên wan ji bo we berhev kirin.
Koronavirus: Koronavirus ango vîrusa koronayê (bi latînî: Orthocoronavirinae). Malbata vîresan e. Dibe sedem ku nexweşî li çukan û guhandaran peyda bibe û dibe sedema nexweşiyên weke Sendroma Hilmijê ya Rojhilata Navîn (MERS) û Sendroma Hilmijê ya Akût a Giran (SARS) û Covid-19ê ku MERS û SARS jî du malbatên jêr ên malbata Coronaviridaeyê ne.
- Nîşe: Mezinahiya vîruse 125 nanometre ye. Taybetmendiya wê ya herî berbiçav ew e ku niçikên dişibin çoyan li dora wê hene. Bi mîkroskopê weke taca kurewî ya rojê (bi latînî: corona) xuya dike. Ji ber vî tiştî navê wê kirine koronavirus.
Covid-19: Biqasî ku tê zanîn li bajarê Wuhan ê Çînê derketiye. Cureyekî nû yê koronavirusê ye. Di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de ev nav lê hatiye kirin.
Karantîna: Ew tedbîrên tenduristiyê ne ku ji bo nexweşiyek belav nebe tên wergirtin. Di dema van tedbîran de dibe ku herêmek an jî cihek di bin çavdêriyê de bên girtin û ketin û derketina vir bên astengkirin.
Pandemi: Navên giştî yên wan şewban e ku li cîhanê di heman demê de û bi awayê berbelav gelek kes pê dikevin û xetereyê li ser jiyana gelek mirovan dikin.
Epidemi: Belavbûna nexweşiyekê an jî rewşeke din e ku gelek kes di heman demê de pê dikevin.
Îzolasyon: Ji bo nexweşî belav nebe kesên nexweş ji yên din tên dûrxistin.
Enfeksiyon: Dema mîrkobeke ku di organîzmayê de dibe sedema nexweşiyekê, belav bibe an jî pêşdebiçe ji wê rewşê re enfeksiyon tê gotin.
Mesafeya Civakî: Ji bo pêşî li ber belavbûna nexweşiyên weke bahor û tuberkolezê yên bi rêya hewayê mirov pê dikevin, kesek xwe ji beşek civakî yan jî ji temamiya civakî dûr bixe, navê wê mesafeya civakî ye.
Bilindtirîn ast: Di koronavirusê de dema hejmara nexweşan were asta herî bilind, ew dibe bilidtirîn asta nexweşiyê.
Pêketîbûn: Dema zindîwerek nîşaneyên nexweşiyê lê xuya bikin an jî xuya nekin vîrus ketibe laşê wî.
Semptom (Nîşane): Haya nexweşan ji rewşê heye. Ew gazind in ku nexweş behsa wan dikin. Ji ber vê nexweşî yan jî rewşa derasayî karkirina endamên laşî yan jî hisan ne normal in.
Asemptomatik: Vîrus di laşê mirovan de ye lê di laşî de rewşeke derasayî nîne.
Filyasyon: Karê tespîtkirina sedema şewban e. Ango xebata lêgerîna çavkaniyan e.
Viroloji: Beşek ji zanyariyan e ku li ser vîrusan û taybetmendiyên wan xebatan dikin. Beyek ji mîkrobiyolojî an jî patolojiye ye. Lêkolînê li ser vîrusan, xelekên wan, senifandinên wan dikin û dixwazin fam bikin ku bê ka çawa dikevin hucreyan û çawa rê li ber nexweşiyan vedikin.
Virolog: doktor û zanyarên di beşa virolojiyê de pispor in.
(PT/FD)
Çavkanî: Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariyê, Ferhenga Oxfordê, Wikipedia, Wezareta Tenduristiyê.