Şoreşgerê sosyalîst, weşanger û nivîskar e.
Di Qonaxa 24em de parlamenterê Mersînê û ya 25 û 26em de parlamenterê Îzmîrê bû. Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Endamê Rûmetê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) û endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Enternasyonala Pêşverû ye.
Bi Dr. Ayşe Nîlufer Kurkçu Zengîn re zewicî ye û zarokên wî nîne.
Bavê wî ji karmendiya dewletê teqawit bûye û dayîka wî jî ji karkeriyê teqawit bûye. Zarokê wan ê duyem e.
Kurkçu dibistana seretayî li Anafartalar û Maltepeya Enqereyê û dibistana navîn li Dibistana Navîn a Talas Amerîkî xwend. Her weha amadehî jî li Amadehiya Ataturk a Enqereyê û Amediya Îzmîtê xwend. Di sala 1966an de ji Amadehiya Îzmîtê mezûn bû û di heman salê de li Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (METU) dest bi xwendina zanîngehê kir. Di nav tevgera xwendekarên şoreşger ên 1968an de cara yekem di nav çalakiyên siyasî de cih girt. Di sala 1970an de bû serokê Klûba Ramanên Sosyalîst a METUyê.
Têkoşîna wî ya siyasî ya şoreşgerî
Kurkçu yek ji kesayetên pêşeng ên nifşê 1968an e û di 18ê Cotmeha 1970an de wekî Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DEV-GENÇ) hate hilbijartin. Ew tenê ji komkujiya Kizildereyê sax ma ku tê de Mahir Çayan û hevalên wî hatin kuştin. Di dadgehên rewşa awarte de hate darizandin, cezayê mirinê lê hate birin. Cezayê wî bi qanûna efûya giştî ya 1974an hate guhertin û bû 30 sal; 14 salan di girtîgehê de ma. Di sala 1986an de qanûna cezê guherî û Kurrkçu hate berdan. Dema ku di girtîgehê de bû, biyografiya Karl Marx wergerand Tirkî.
Siyaset û rojnamegeriya alternatîf
Piştî ku serbest bû ji bo Weşanên Îletîşîmê derhêneriya weşanê a "Ansîklopediya Sosyalîzm û Têkoşînên Civakî" ya 8 bergî kir. (1987-89)
Ji sala 1991 heta 1997 li Stenbolê nûçegîhanî û nûneriya saziya nûçeyan a alternatîf a navneteweyî, "Üçüncü Dünya Haber Ajansı(IPS)” (Ajansa Nûçeyan a Cîhana Sêyem) kir. Yek ji damezrînerên Tora Ragihandinê ya Serbixwe (BIA) ye. Tevî Kordînatoriya Projeya BIAyê, weke weşanger û nivîskar ji bo malpera nûçeyan bianet.orgê jî xebitî.
Piştî ku Kurkçu ji girtîgehê derket, xebatên xwe yên siyasî di nav Partiya Azadî û Hevgirtinê (ODP) de domand. Di sala 1996an de, di nav damezrînerên ODPê û endamên Meclîsa Partiyê û Komîteya Rêveberiya Navendî de cih girt. Piştî parçebûnên di nav ODPê de bû hevberdevkê Tevgera Partiya Pêşerojê a Sosyalîst(SGPH). SGPH di konferansa 27-28ê Adara 2010an de ji aliyê Înîsiyatîfa Partiya Tevgera Kedê ya Sosyalîst (SEH), Kolektîfa Komarî a Sosyalîst (SCK) û Kolektîfa Demokrasiyê a Sosyalîst (SDK) ve hate damezrandin. Kurkçu hê jî endamê rûmetê yê Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) e, ku di sala 2013an de ji hêla Tevgera Partiya Pêşeroja Sosyalîst (SGPH), Platforma Azadiya Civakî (TOP), Partiya Sosyalîst û Tevgera Yekîtiya Sosyalîst, digel sosyalîstên serbixwe ve hatiye damezrandin.

Parlamento
Ertuğrul Kurkçu di hilbijartinên giştî yên parlamentoyê yên 12ê Hezîrana 2011an de ji aliyê bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ve, ku ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û 13 partî û tevgerên sosyalîst ve hatibû avakirin, wekî namzetek serbixwe ji Mersînê hate nîşandan.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), Ertugrul Kurkçu, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Leyla Zana, Hatip Dicle, Îsa Gurbuz û Salih Yildiz di nav de namzetiya 12 parlamenteran bi hinceta ku mehkûmiyeta wan a berê hebûye betal kir.
Lêbelê, piştî nerazîbûnên berfireh û îtîrazên qanûnî yên li dijî biryarê YSKê qedexeya derbarê Hatip Dicle, Leyla Zana, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ertugrul Kurkçu û Salih Yildiz de rakir. Kurkçu bi ji sedî 9.70ê dengên derbasdar wergirt û cara yekem di 24emîn serdema Meclîsê de bû Parlamenterê Mersînê. Kalikê wî, Kadrî Ahmet Kurkçu di 1emîn serdema Meclisê de Parlamenterê Amedê û di 2emîn serdema Meclisê de Parlamenterê Siwêrekê bû.
Di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîrana 2015an de, Kurkçu wekî namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Herêma 1emîn a Îzmîrê wekî Parlamenter hate hilbijartin. Di encama dubarekirina hilbijartinan de di 1ê Mijdara 2015an de careke din ji Herêma 1emîn a Îzmîrê weke parlamenter hate hilbijartin û ket Meclîsê.
Ertuğrul Kurkçu heta Cotmeha 2013an di heyama 24an de weke endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê xebatên xwe didomand. Her weha di komîteyên komîsyonê yên li ser girtîgeh, binpêkirinên mafê jiyanê ji ber tundkariyê, tundkariya li dijî jinan û Komkujiya Qilabanê de mijûl dibin cih girt. Yekane endamê Bloka BDPê di nav şandeya Tirkiyeyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) û Koma Çep a Yekbûyî ya AKPMê de bû.
Ji Cotmeha 2014an pê ve di Komîteya Yekîtiya Ewropayê ya Meclîsê , Komîsyona Parlamentoyê ya Têkel a Tirkiye-YE (KPK) û Komîsyona Tenduristiyê, Malbat, Ked û Karûbarên Civakî de Koma Meclîsê a HDPê temsîl dikir. Di heyamên 25 û 26an de, Kurkçu di Komîteya Jîngehê û Komîteya Plankirin û Budçeyê ya Meclîsê de xebitî.
Li gorî prensîba rêziknameya HDPê kesek herî zêde dikare ji bo du qonaxan bibe parlamenter. Ji ber vê yekê Ertugrul Kurkçu, di Hilbijartinên Giştî yên 2018an de ji bo parlementoyê nebû namzet. Wekî Serokê Rûmetê xebatên xwe di Meclîsa Partiya HDPê û Komîteya Rêveberiya Navendî de berdewam dike.
Piştî bidawîbûna parlamenteriya wî ya li Meclîsa Tirkiyeyê û AKPMyê li ser pêşniyara Koma Çep a Yekbûyî ya Ewropayê ji aliyê Serokatiya AKPMyê ve weke Endamê Rûmetê hat hilbijartin. Kurkçu bi vî awayî dikare di mîsyonên navneteweyî yên AKPMyê de were vexwendin.
![]()
Qonaxa HDK û HDPê
Kurkçu di nav damezrînerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bû ku armanc dikir "Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê" veguherîne tifaqeke têkoşîna civakî û demokratîk û vê tifaqê bi yek partiyê di hilbijartinan de temsîl bike. Wî di kongreya ku di 15-16ê Cotmeha 2011an de li Enqerê bi zêdetirî 1000 delegeyan ji 21 herêmên Tirkiyeyê pêk hat de axaftina vekirinê kir. Piştre ji bo Endamtiya Dîwana Meclîsa Giştî ya HDK û berdevkê wê hat erkdarkirin.
Di Cotmeha 2013an de, digel sê parlamenterên din ên Bloka BDPê yên Stenbolê, Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel ji BDPê îstifa kir da ku tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe.
Ertuğrul Kurkçu di 1emîn Kongreya Awarte ya HDPê de ku di 27ê Cotmeha 2013an de hat lidarxistin, ligel Sebahat Tuncel wek hevserokê HDPê hat hilbijartin. Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel di 2yemîn Kongreya Awarte ya HDPê de ku di 22ê Hezîrana 2014an de hat lidarxistin, erkên xwe radestî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag kirin; Kurkçu bi guhertinek ku li rêziknameya HDPê hat zêdekirin wek "Serokê Giştî yê Rûmetê" yê HDPê hat hilbijartin, bi vê yekê Kurkçu bû endamê daîmî yê Meclîsa Partiyê û Lijneyên Rêveberiya Navendî yên HDPê. Piştî biryara civîna Lijneya Giştî ya HDKê ya di 6ê Tîrmeha 2014an de, Kurkçu ligel Tuncel wek hevberdevkê HDKê hat hilbijartin, ku heta Mijdara 2016an ev wezîfe girt. Di 7emîn Lijneya Giştî ya HDPê de, erkên xwe radestî Prof. Onur Hamzaoglu kir.
Piştî banga Serokkomar Tayyip Erdogan a ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê ya parlamenterên HDPê da ku wan bixe bin zexta dadwerî, parêzbendiya Ertuğrul Kurkçu û 54 parlamenterên din ên HDPê di 20ê Gulana 2016an de, di çarçoveya Guhertina Destûra Bingehîn a Demkî de, dema ku ew hîn jî endamê parlamentoyê bû, hat rakirin. Kurkçu piştî 16 fezlekeyên ku di dema rakirina parêzbendiyê de şandin Meclîsê, ket ber darizandinê. Kurkçu heta niha ji sê dozên kul i hatine vekirin beraet bûye. Di Kanûna 2018an de bi tohmeta ku di Newroza 2016an a Idirê de di axavtineke xwe de “propagandaya rêxistineke terorîst” kiriye, Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê du sal cezayê girtîgehê lê birî. Biryar di Mijdara 2020an de ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Herêma Erziromê ve hat erêkirin û li ser îtîraza Kurkçu ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Ew ji bo dozên din li dadgehên Amed, Sêrt, Sîlvan, Êlih, Stenbol, Gebze, Îzmîr û Enqereyê tê darizandin û bi 50 sal cezayê girtîgehê re rû bi rû ye.

Nivîskarî û Weşangerî
Ertugrul Kurkçu yek ji damezrînerê BIAyê (Tora Ragihandinê ya Serbixwe) ye ku malpera nûçeyan bianet.org di bin banê wê de kar dike. Kurkçu koordînatoriya ajansê dikir û weke rojnameger-nivîskar lê kar dikir. Piştî ku di Nîsana 2011an de bû namzetê parlementoyê,dev ji karên xwe yên li BIAyê berda. Di navbera salên 2002 û 2007an de, kovara siyasî û çandî “Siyasî Gazete(Rojnameya Siyasî)” weşand. Piştî "pêveka" Siyasî Gazeteyê, Sosyalist Emek(Keda Sosyalîst), ew her wiha edîtorê “Ekmek & Özgürlük”(Nan û Azadî) bû, weşanek Tevgera Partiya Pêşeroja Sosyalîst, ku di navbera Îlona 2009 û Tebaxa 2011an de hate weşandin. Kurkçu hîn jî ji bo “Siyaset Gazetesi” ku weşana SYKPyê ye û her weha SiyasiHaber.org û di rojnameya Yeni Yaşamê de dinivîse.
Pirtûka wî ya bi navê "Di Şopa Serhildanê de(İsyanın İzinde)", berhevokek ji gotarên wî yên ji bo Ansîklopediya Sosyalîzm û Têkoşînên Civakî nivîsandiye, di Mijdara 2013an de ji hêla Weşanxaneya Dipnot ve hate weşandin. Berhevokek ji hevpeyvînên bi Kurkçu re piştî serbestberdana wî ji girtîgehê, bi sernavê " “Pratiğin Aklı Teorinin Heyecanı” (Hişê Pratîkê, Kelecana Teoriyê), di Gulana 2014an de ji hêla heman weşanxaneyê ve hate weşandin.
Di 14ê Adara 1997an de, ji ber wergerandina pirtûka "Savaş ve İnsan: Türkiye’de Silah Transferleri ve Savaş Yasaları İhlalleri”( Şer û Mirov: Veguhastina Çekan û Binpêkirinên Qanûnên Şer li Tirkiyeyê), ku Rêxistina Çavdêriya a Mafên Mirovan weşandiye bo zimanê Tirkî, 10 meha cezayê girtîgehê yê taloqkirî lê hate birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiye divê 2,500 Euro tazmînatê di dozek ku Kurkçu vekiriye de bide.
Di 5ê Gulana 1948an de, li Bursayê ji dayik bûye.
*Nadire Mater, Ertugrul Kurkçu û Sırrı Sureyya Onder li ofîsa bianetê, Çile 2014, (Foto: Arşîva bianet).
(TY/AY)
