Dilbahar: Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi Kurdî pêkan e
Hevberdevka Komîsyonê Heval Dilbahar di axaftina xwe ya ji bo Ajansa Mezopotamyayê de destnîşan kir ku divê dewlet astengiyên yasayî yên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî rake û ji bo Kurdî statuya fermî were dayîn.
DEM Partî: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê nas bikin
“Divê Kurdî statuya fermî bi dest bixe”
Dilbahar got ku azadiya Kurdî û hemû zimanên din divê di Destûra Bingehîn de were misoger kirin:
“Şêweyê vê statuyê dikare bibe mijara nîqaşê, lê girîng e ku Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan, xwediyê statuyeke fermî be."
Li gorî Dilbahar, ji bo parastina zimanê Kurdî û gihandina wî heta nifşên pêşerojê, Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê.
Wê her wiha bang kir ku navên cihan û têgehên ku bi eslê xwe Kurdî ne, lê di pêvajoya dîrokî de hatine Tirkîkirin, werin vegerandin forma xwe ya Kurdî.
Nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibe sedema fobîya dibistanê
Dilbahar got divê astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî di saziyên fermî û hemû warên jiyana civakî de werin rakirin. Li gorî wê, çavkaniyên darayî û sazîbûnê yên ku ji bo Tirkî tên veqetandin, divê ji bo Kurdî jî bên dabînkirin.
“Zazakî di bin metirsiya windabûnê de ye”
Dilbahar bal kişand ser rewşa Zazakî (Kirmanckî) û got ku ev ziman nîşan dide ku Kurdî hîn jî di bin metirsiyê de ye.
Wê bi referansa daneyên UNESCOyê got ku zaravayê Kirmanckî yê Kurdî di nav zimanên ku bi metirsiya windabûn û nemanê re rû bi rû ne de cih digire.
Bi milyonan zarokên Kurd îsal jî ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar man
Dilbahar got ku li gelek welatên cîhanê modelên perwerdeya pirzimanî tên sepandin û wek mînak Swîsre û Swêdê nîşan da:
“Li gelek welatan modelên perwerdeya pirzimanî ji dibistana seretayî heta zanîngehê tên sepandin. Çima tiştekî ku li wan welatan pêkan e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî pêkan nebe?”
Her wiha Dilbahar got ku heke dewlet îrade û niyeta xwe nîşan bide, binesaziya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikare di nava 2-3 salan de were avakirin.
Li gorî Dilbahar, astengiyên teknîkî an kêmbûna çavkaniyan ne sedem in ku perwerdeya bi Kurdî ne pêkan be. Dilbahar dibêje tiştê ku li vir girîng e, avakirina niyetê û naskirina mafê gelê Kurd ê wergirtina perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
(FY)