Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de îro li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
Di doza Kobaniyê de ji siyasetmedarên girtî Emîne Ayna, Beyza Ustun, Zekî Çelîk û Îbrahîm Bînîcî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Bixwîne-“Di şexsê Denîz Poyrazê de careke din jin kirin hedef"
Bixwîne - "Berpirsên qetlîamê yên ku li ber çareseriya demokratîk bûne asteng e"
24 çar jê girtî, 10 jê bi şertê kontrola edlî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin ku derbarê 75 kesan de biryara zeftkiinê heye.
Bixwîne-“Bersûcên gule bera Denîz Poyrazê dane û kesên daxwaza 400 wekîlan dikir yek in”
Ji bo her siyasetmedarekî 38 caran cezayê miebeta girankirî tê xwestin. Siyasetmedar ji ber wan çalakiyan tên dadgehkirin ku di sala 2014an de pêk hatine û weke “protestoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn.
Di destpêka danişînê de Zeynep Olbecî, Endama Lijneya Birêvebirinê ya Navendî ya qonaxa berê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) derbarê lêkolîna girtinê de axiviye.
Olbeciyê bi yadkirina Denîz Poyrazê dest bi axavtina xwe kiriye û gotiye, “Ez ji bo jinan têkoşiyam û ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Destkevtiyên ku heta niha me bidestxistiye encama têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta mêran e.
Zeynep Olbeciyê destnîşan kiriye ku Suleyman Soylû bi gotinên xwe yên “PKK tevgera jinan e” xebatên jinên Kurd kiriye hedef û ji ber vê yekê Komeleya Jinan a Rosayê jî di nav de gelek saziyên jinan rastî êrişan hatine.”
Ji bo kiryarên xirap ê li girtîgehan gilî kiriye
Erhan Urkut, parêzer û kurê Alî Urkut, Endamê RTUKê kiryarên xirap yên li girtîgehan bibîrxistiye û gotiye:
“Midaxelenekirina we ya ji bo van kiryarên xirap, binpêkirina maf e. Kiryarên xirap û îşkence rûmeta mirovahiyê bin pê dike. Ez li vir bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku bila bikeve nava liv û tevgeran. Lêgerîna li girtîgehê ji aliyê exlaqî têperiye. Du hejaran qaşo li gor xwe karguzarî kirine. Ez gilî dikim.”
Parêzer Urkut diyar kiriye ku miwekîlê wî ji bo ku gotiye “ Êdî bila xwîna biratiyê nerije” tê dadgehkirin û weha gotiye, “Urkut bi pasaporta dîplomatîk 50 caran çûye derveyî welat û hatiye. Nerevî û nareve. Ji bo ku dawî li vê kiryara xirap were az daxwaza tehliyekirina Alî Urkut dikim.
Ezgî Gungordu, Parêzera Sebahat Tûncel û Fîgen Yuksekdagê di danişînê de Denîz Poyraza ku di encama êrişa li dijî avahiya Îzmîrê ya HDPê de hatibû qetilkirin bibîraniye û dest bi axavtina xwe kiriye.
Gungorduyê gotiye, “Di heyama ku ev darizandin dewam dike de jinekê Kurd, jinekê HDPyî hat qetilkirin. Hûn li vir Sebahat Tûncel û Beyza Ustunê dadgeh dikin. Em ji îfadeyên kujer têdigên ku kujer ji bo gelek kesî bikuje çûye wir. Heke dozgerî an go dadgerî li şûna ku li pêyî HDPê bikeve, li pêyî kesên ku digotin ‘em ê xwînê birijîn in’ biketaba wê ev qetlîam pêk nehata.”
Wisa xuya dike ku li hin cihan amadekariyên nû tên kirin
Kenan Maçoglû, parêzerê Nazmî Gur diyar kiriye ku dozger li pêyî delîlên nû ye û weha gotiye, “Dozger daxwaza îdîanameya girtina HDPê kiriye. Ji ber çi ev xwestiye aşkere nekiriye lê divê aşkere bike. Wisa xuya dike ku li hin cihan hin amadekarî tên kirin. Ev ji bo dozger tên gotin û dozger jî ya pêwîst dike.”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/AY)