Ji bo 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê bi pêşengiya sazî û dezgehên ked û demokrasiyê li gelek bajaran meş û mîting hatin li dar xistin. Li Wan, Êlih û Sêrtê jî bi hezaran kedkar û karker bi daxwaza “Ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê” hatin cem hev.
Wan
Li Wanê ji bo 1ê Gulanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamuyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB), Yekîtiya Doktorên Diran ên Tirk (TDB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma “Ji bo ked, aşti, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê em di 1ê Gulanê de li qadan in” li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê mîtîngek hat lidarxistin.
Komeleyên rojnamegeran ên DFG û MKGê, sendîka û partiyên siyasî jî bi kortejên xwe li mîtîngê bûn.
Her weha Hevseroka Giştî ya ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz, bi hezaran kedkar û welatî jî tev li meşa 1ê Gulanê bûn.
Beriya mîtîngê, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û kedkar li ber Nexweşxaneya Hayatê kombûn û bi kortejan ber bi qadê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî 1ê Gulan”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Bijî Çapemeniya Azad”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” hatin berzkirin û dowîz û pankartên bi nivîsa “Kar, nan, azadî”, “Bijî têkoşîna kedkaran” hatin hilgirtin.
"Çavkanî ji bo şer tên xerckirin"
Meşa 1ê Gulanê a Wanê. Fotograf: AW
Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz diyar kir ku heta demokrasî, wekhevî û azadiya kedê pêkneye, aştî nabe. Ahmet Karagoz anî ziman ku ew niha kesên ku kedxwariyê rewa dibînin protesto dikin û wiha axivî:
“Cîhan di nava pêvajoyeke nû ya parvekirinê de ye. Li Rojhilata Navîn xeteke nû tê xêzkirin. Em ji vir qîr dikin; NATO rêxistineke şer e. Wê aştiyê ne, wê şer bîne. Divê baregehên NATOyê yên li welatê me werin girtin. Heta wekhevî çênebe, aştî û demokrasî nabe. Çavkaniyên welat ne ji bo dibistan, nexweşxane û kar, ji bo şer hatin xerckirin. Li hemberî gava mezin a gelê Kurd, tu gav nehatin avêtin. Aştî ne lutf e, pêdivî ye. Dema kedkar mehkûmî xizaniyê tên kirin, welat bi rantê tê birêvebirin.”
"Çareserî bi tifaqên aştiyê pêkan e"
Mîtînga 1ê Gulanê a Wanê. Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di mîtîngê de bal kişand ser polîtîkayên rejîmê û diyar kir ku encama şer û talanê ji bo gelan tenê xwîn, hêsir û xizanî ye.
Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Bedela şer li Rojhilata Navîn bi Kurd û Ereban, li vir jî bi gelê Tirkiyeyê didin payîn. Li hemberî vê, mînaka herî mezin berxwedana gelê Rojava ye. Çareserî ne bi tifaqên şer, bi tifaqa aştiyê pêkan e. Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ciwan û jin tên hedefgirtin û em li malê, li kargehê û li zeviyan kedkar in, lê herî zêde keda me tê xwarin.”
“Ji bo edaletê divê em sosyalîzma demokratîk ava bikin. Nêzî salek û nîv e, bi banga Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Hin astengî derdikevin, lê bila baş were zanîn; çemê aştiyê diherike. Hûn kîjan kevirî deynin ber, av dê wî kevirî derbas bike. Di hevdîtina 27ê Sibatê ya li Îmraliyê de, Birêz Ocalan diyar kiriye ku armanca banga wî ew e ku pirsgirêka Kurd di zemînekî siyasî û hiqûqî de were çareserkirin û hinceta ‘terorê’ ya dewletê ji destê wan were girtin. Em ê bi rêxistinkirinê bi ser kevin.”
Êlih
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê ji ber Nexweşxanya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û endamên sazî û dezgehên sivîl ên bajêr beşdar bûn. Çalakî bi dirûşmeyên “Ji berxwedanê heta serketinê”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî têkoşîna me ya birûmet” û “Talan tune dike, berxwedan jiyan e.” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Êlihê Cîhan Tuzun ve hate xwendin.
"Birêz Ocalan rêberê karkeran e"

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Êlihê de axivî û got:
“Birêz Ocalan rêberê karkeran e. Ev roj li Birêz Ocalan pîroz be. Pergal bi xwêdana karkeran xwe dewlemend dike. Ger ku karker xwe rêxistin bikin dê bigihîjin armancên xwe. Bila her kes bizanibe ku em bihêz in. Bi dehan rêxistinên karkeran û kedkaran û bi hezaran kes niha li vir in. Em ê bi xwêdana keda xwe bigihîjin armanca xwe. Ew dipirsin, çima em li vir navê Birêz Ocalan tînin ziman? Em dizanin ku Birêz Ocalan pêşengiya pêvajoyê dike. Yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê karker û kedkarên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Birêz Ocalan rêberê karkeran e. Ev roj li Birêz Ocalan pîroz be.”
Sêrt
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê kedkar ji Rêya Guresê heta Qada Demokrasiyê meşiyan.
Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrtê, Serokê CHPê yê Sêrtê Nevaf Bîlek û rêveber û endamên partiyên cuda, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn.
Di meşê de pankart û dowîzên li ser “Ji bo zarok û kedkaran dibistanên wele”, “Pêşî parastina jiyanê”, “Bijî 1ê Gulanê”, “Em karkerên ciwanên lê ne karkerên erzanin”, “Mirov bi mafên mirovin”, “Perwerdehiyê biparêze metîngeriyê biparêze” û “Em jiyaneke bêşer û bêtundî dixwazin” hatibûn nivîsandin hilgirtin. Her wiha di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî 1 Gulan” berz dikirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.Daxuyanî ji hêla nûnerê DÎSK Genel Îşê yê Sêrtê Adnan Toprak ve hate xwendin.
"Hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn"
Meşa 1ê Gulanê a Sêrtê. Fotograf: Ajansa Welat
Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û got:
“Em ê mafên xwe jiyanî bi her awayî biparêzin û xwe rêxistin bikin. Em her roj bi qetilkirina jinan û îstîsmara zarokan re rû bi rû dimînin. Her tim zarokên ku weke karker tên xebitandin, roja em rastî nûçeya wan a qezayên kar neyên tune ye. Her tim di cejna 1ê Gulanê dengê ji bo aş, nan û têkoşîna karkeran bilind dibe. Em li vir bang li rayedaran dikin û dibêjin deng bidin van qadan û hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn.”
"Demokrasî pêşeroja vî welatî ye"
Serokê CHPê yê Sêrtê Newaf Bîlek jî di çalakiyê de axivî û got:
“Mixabin ev pergal welatiyan tenê tunebûnê dide avakirin. Yên ku vê tunebûnê jî dijîn kesên ku ked didin e. Beriya heft salan kesên teqewît dikaribûn bi mûçeyek heşt gram zêr bistendina. Lê niha sê gram tê stendin. Demokrasî pêşeroja vî welatî ye. Hin kes hene li aliyê demokrasiyê ne hin jî li dijî ne. Ev rewş gelekî me diêşîne.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê, Yeni Yaşam, JinNews, Ajansa Welat

