Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo belavkarên rojnameyan ên di salên 1990î de hatine kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFGyê diyar kir ku “Dema em qala şehîdên çapemeniyê dikin, dibe ku hin kes car caran pir tên paşguhkirin, ew jî belavkarên rojnameyan e” û wan bi van gotinan penase kir: “Di rastiyê de yên ku bi gihandina rojnameyan rastiyan digihînin civakê, her wiha barê herî giran dane ser pişta xwe, esil ew bi xwe ne.”
DFGyê behsa kar û xebatên belavkaran di salên 1990î de dikirin kir û got: Dema rojnameger yek bi yek li naverasta kolanan dihatin qetilkirin, buroyên rojnameyan dihatin bombekirin, rojnameger bi rê û rêbazên cuda dihatin astengkirin, dema ku JÎTEMê, kontr-gerilla û Hizbi-kontra li kolanan serbest digeriyan, wisa ji dil, wisa bi can û bi fedekarî erk dan ser mile xwe û ketin bin berpirsiyariyê. Îro dema em wan bibîr tînin, em dibînin ku peyv têra vegotinê nake.”
Xelîl Adanir yekem belavkar e ku hatiye kuştin
Komeleyê bibîr xist ku di meha Çiriya Paşiyê ya salên cuda de 5 belavkar hatine kuştin û yê yekem jî Xelîl Adanir e: “Di vê mehê de 5 hevalên me yên belavkar hatin qetilkirin. Yek ji van belavkaran jî Xelîl Adanir ê di 21ê Mijdara 1992an de li Êlihê hat qetilkirin e. Adanir, di heman demê de yekemîn belavkarê rojnameyê yê hatiye qetilkirin e. Îro hem ji ber salvegera qetilkirina Xelîl Adanire û hem jî di vê mehê de gelek belavkarên rojnameyê hatine qetilkirin, me xwest hemû belavkarên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin bibîr bînin.”
18 belavkar hatin kuştin
Piştî kuştina Xelîl Adanirî,di 9ê Çiriya Paşiyê ya sala 1993an de Adil Başkan, di 19ê Çiriya Paşiyê ya 1993an de Kadîr Îpeksurer, di 27ê Çiriya Paşiyê ya 1993an de Adnan Işik û di 27ê Çiriya Paşiyê ya 1998an de Nihat Yakut hate kuştin. Piştî vê mehê jî bi rêzê Kemal Ekîncî, Lokman Gunduz, Orhan Karaagar, Tegmen Demîr, Haşîm Yaşa, Yusuf Karauzum, Zulkuf Akkaya, Yalçin Yaşa, Mehmet Sencer, Musa Duru, Zuhal Tepe, Hidir Çelîk, Hasan Aydin, Metin Alataş û herî dawî Kadri Bagdu hatin kuştin.
DFGyê diyar kir ku faîlê gelekan diyar e û kesên ku dewlet wan diparêzin belavkar kuştine: Ew ‘Generalên biçûk’ ên Apê Musa bûn. Wan ji bo kevneşopiya çapemeniya azad bê van rojan ked û bedelên pir giran dan. Tenê ked nedan, di vê oxirê de canê xwe dan. Em careke din hemûyan bi hürmet û hesret bibîr tînin. Em girêdana xwe ya bîranînên wan nû dikin û dubare dikin.”
"Xelîl Adanir tevî erebeya wî şewitandin"
Xelîl Adanir dema dest bi belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê kir, 32 salî û bavê 5 zarokan bû. Li Êlihê ajokariya texsiyê dikir. Ji aliyê gelê Êlihê ve dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê hêj nû di meha Gulanê de dest bi weşanê kiribû. Di çend mehên ku dest bi weşanê kir de, gelek caran rastî astengiyan hatibû. Ji bo ku rojnameya Ozgur Gundemê nefiroroşin, gef li gelek bayîyên rojnameyan xwaribûn û bufe dişewitandin.
Êdî dîtina rojnameyê hatibû astek pir zor. Di pêvajoyek wisa de Xelîl erkek zor da ser mile xwe û rojnameyên ku bayîyan nikarîbû bifirotana, bi texsiyê li kolan û taxan firot. Vê nêzîkatiya Xelîl ku li gel zext û tundiyê dest bi firotinê kir, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.
Hêz û wêrekî da gelek kesan. Lê qatilên ku çavên wan sor bûbûn, bêtir hêrs bûn.
Hêj mehek nebû dest bi belavkariya rojnameyê kiribû. Di 21ê Çiriya Paşiyê ya 1992an de saet 14.00ê esirê 3 kes wekî rêwî li texsiyê suyar bûn. Van kesan li nêzî Girtîgeha Berê Xelîl Adanir bêhiş xistin û tevî erebê bi benzînê şewitandin. Bi hovîtî Xelîl qetil kirin. Xwestin bi vê hovîtiyê hemû xebatkarên rojnameyê û xwîneran çavtirsanî bikin.
(FD)