Dayika Aştiyê Behiye Sevîm koça dawî kir
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin koça dawî kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Cenazeyê Dayika Behiye dê li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê bê veşartin.
Derbarê Behiye Sevîmê de?
Behiye Sevîm di 10ê Gulana 1955an de li gundê Cilîn ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Dayika Behiye Sevîm li gund bi kurê meta xwe Xalid re dizewice û 15 zarokên wan çêdibin Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.
Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993yan de tev li PKKê dibe û di 25ê Kanûna 1999an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de dimire. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismilê. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye vî gundî dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.
Piştre keça wê Kismet a 18 salî jî tev li PKKê dibe. Kismet Sevîm jî di sala 2014an de li Kobaniya Rojavayê bi şerê bi DAIŞê re koça dawî dike.
Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31 Gulana 2016an de li Nisêbînê hatibû girtin cezayê muebeta girankirî û 25 sal cezayê giran lê hatiye birîn.
Behiye Sevîn ku di têkoşîna xwe ya bi salan de hatiye desteserkirin û îşkencekirin di komisyonên taxan bigire heta partiyên ku siyaseta azadiya Kurd dimeşînin ji saziya malbatên şehîdan MEYA-DERê bigire heta saziya malbatên girtiyan TÛAY-DERê de cih girtiye.
(AY)