Bi fotografan Amed û rengên biharê
Amed ji aliyekî ve bi dîroka xwe ya kevnar û bi nav û deng tê naskirin, ji aliyê din ve bi hatina biharê re dibe mîna buhişteke rengîn. Di navbera sûrên reş û kulîlkên biharê de harmoniyeke wisa xweş çêbûye ku mirov diheyirîne. Li Amedê xweza û dîrok temamkerê hev in û ev rûyê bajêr geş û bedewtir dike.
Bajarê Amedê hem bi dîroka xwe ya qedîm tê zanîn hem jî mazûvaniya gelek çand, bawerî û neteweyan kiriye. Wexta ku Amed tê gotin helbet yekser navçeya Sûrê tê bîra her kesî. Sûr bi şûnwarên xwe yên dîrokî qedîmbûna xwe nîşan dide û dîroka hezarên salan radixe ber çavan.
Bedenên Sûrê bi dirêjahiya pênc kîlometre û nîv bajêr dorpêç dikin; li her bihosta wan birc û dergehên dîrokî mîna şahidan radiwestin. Mizgeftên bajêr jî bi mîmariya xwe ya resen, serê xwe di ser sûran re bilind kirine û balê dikişînin ser xwe.
Li aliyekî şûnwarên dîrokî li aliyekî jî bihara rengîn ku her derê xemilandiye harominyek nîşanî mêvanên Amedê dike. Li aliyekî ava Çemê Dîcleyê diherike li aliyekî jî her dar bi dar û beran û kulîlkan xemilî ye.
Bi objektîfên bianetê çend dîmenên Amedê: