Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nizanim ez ê çawa dest bi vê nivîsê bikim. Na, helbet hin tişt hene ku ez behsa wan bikim. Lê ez nizanim ‘Bi kîja lixwemukirhatinê re bihêlim hûn nefretê ji min bikin’ û ‘ez bi kîja xerabiya xwe re rûbirû bibim’.
Ez 20 salî bûm. Weke her şevê dîsa me xwe li quncikekê nixamtîbû. Ez û hevalên min, ên weke min ‘xwîngerm’. Me behsa çavsoriyên xwe dikir û behsa lêdana wî zirxortî dikir ku ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çûbû. Ji ber ku di bin çavan re li me nêrîbû me lêdabû.
Min Ahû di şeveke wiha de dît…Ew Ahûya ku hefteyekê berê ji mala dê û bavê xwe veqetiyabû û li bajarekî din bi cî bûbû. Xwendekara zanîngehê bû.
Piştî wê şevê jî min ew her dît…Kî dizane, dibe ku ji bo ez wê bibînim min, tevdigeriya. Xweşik bû. Dizanîbû ku ez lê dinêrim. Di rastiyê de dilê wê jî di min de hebû lê xwe giran dikir ew a çirtik.
Şevekê, bi fîstanê xwe yê kurt careke din li quncikê xuya kir. Min da pê… Nayê bîra min ku min da pê wê bi xwe yan da pê ranên wê yên dawetkar. Me yek du kolan borand bi vî awayî. Li ber mala Renaya Rûm min bi dest avête milê wê. Bêjiyên me yên bonzaiyê dikişînin, xwe li wir digirtin. Li gorî gotina bavê min mêrê wê di destpêka zewaca wan de miribû. Li gorî gotegotan, piştî mirina mêrê xwe Renayê ‘karmendiya’ hemû mêrên taxê kiriye.
Weke dengê bêhnstandinekê hat. Na, ne veceniqî…Dizanîbû kesê bi milê wê girtiye ez im. Wê jî dixwest û min ev dengê hîsterîk, ji filmên pornoyê dizanîbû ku min li wan temaşe dikir!
Min destûr nedayê ku yek gotinê jî bike û min ew ji deriyê şikestî yê mala xirbe ya Renayê xiste hundir. Gotinên wê sar sar bûn. Weke reş tarîyê. Min maç li lêvên wên kir, bêdeng ma. Min fîstanê wê jê kir û destê xwe li ranên wê gerand, deng nekir. Yê min rep bû!
Paşê, ji nişkê ve lêvên wê liviyan: “Neke.”
Weke difetise, weke qêrîna kêzikekê. “Neke!” Ez behitîm…
Kefa destên xwe da ser sînga min û bêyî ku hêzek tê de hebe min dehf da.
Ez hêrs bûm. Ez bi ser de qêriyam û min got, “Çawa neke orispî! Te heta vir min li dû xwe kaş kir, niha jî tu xwe binamûs nîşan dide?” Di her kiteyeke min de lerizî. Şaş fam nekir, pê xweş dihat!
Min xwest ez Ahûyê li ser kevirî dirêj bikim… Li ber xwe da. Min kulmek li ser devê wê xist. Tarî bû. Min ferq nekir ku tiştê destê min şil kiriye xwîna ji lêvên wê yên qelişî ye yan rondikên çawê wê ne.
Kete erdê... Min bincilkê wê jê kir û ez ketim nava wê. Zêde dirêj nekir, ez zû vala bûm. Min şerm kir. Pêşiyê min îske îskên ne diyar bihîst, paşê qêrînên weke wan sîrenan ku dema bombeya atomê avêtibûn Hîroşîmayê hatibûn lêdan. Ez tirsiyam. Gelo pê xweş nehatibû? Yan henekê xwe bi min dikir? Min kulmek din lê da. Dengê xwe nebirî. Yeke din, yeke din, yeke din… Deng jê biliya, lê kela min hîn jî daneketibû. Ti kes nikare min ewqas biçûk bixe. Him wê bi fîstanê xwe yê kurt bi rojan cîlweyan bike, him bi min şa bibe û paşê jî henekê xwe bi min bike ha?
Min dest xist qirikê, min jidand. Jidand. Jidand. Ronahiya lawaz a lempeya kolanê ya ku şewqa xwe dida odeya tarî, di çavên wê yên hingivî de xuya dikir. Çavên wê vekirî bûn. Lê nedidît. Min xwe xwar kir, guhê xwe ber bi lêvên wê ve bir, bêhn nedistend.
Ma ne wisa, bi bayê re hat bi baranê re çû. Di heqê orispiyê de bû!
***
Hûn aciz bûn? Aciz nebin!
Heke ku ez, şevekê li ser komputerê rûniştibim û min çîrokeke wiha nivîsandibe, heke ku van tiştan, dalan ango korîdora mejiyê min tijî kiribin, heke ku xaka ez li ser wê dijîm soza van tiştan dide min…Gelo divê ez rûnêm û rûbarî van tiştan nebim?
Divê em tenê rûbarî tiştên ku me kiriye bên? Divê em rûbarî wan ‘bûyeran’ jî neyên ku ji çîrokên erdnîgariya me re dibin ‘çavkanî’?
Di encamê de, ew bilokê ku em nîşanî xalan didin, gelo hîna di yek saliya me de me nake hînbûyê mêraniyê? Şîfreya “kurê min wê bavê de hêrs bibe” gelo piştî salan deriyê gotina “Neaxive orispî”yê venake?
Weke ku min gotî, divê ne tenê bi kiryarên xwe, divê em rûbarî wan gunehên xwe jî bên ku xeyalên mi tijî dikin.
Û tenê ne çalakiya Tûncayî, divê ez rûbarî çalakiya kesê Leylaya çar salî kuştiye û laşê wê yê rût avêtiye kêleka çemî, kesê tecawizî Ozgecanê kiriye û ew şewitandiye, kesê stranbêj Deger Denîz fetisandiye û ew qetil kiriye, kesê zarokên li malên terîkatan istismar kirine bibim. Her heyîna ku bi mêrbûna xwe jinan û zarokan tune dike… (TÖ/ŞA/APA/FD)
Xêzkirin: Kemal Gokhan Gurses