24emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
24emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê, bi dirûşma "Ji bo Bîrê û Jiyana Azad Em Xwedî li Xweza, Ziman, Çand û Baweriya Xwe Derdikevin" dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de meşek hat li dar xistin.
Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên li bajêr û welatiyên ji bajarên Kurdan û yên Tirkiyeyê hatibûn, beşdarî meşa li Kolana Hunerê bûn û ber bi Qada Sêyid Riza ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Dêrsim rûmet e, xwedî li rûmeta xwe derkeve", "Munzur wê azad biherike", "Gulistan Doku li ku ye?" û "Festîval a gel e, nayê bêdengkirin" hatin berzkirin û wêneyên festîvalên berê li qadê hatin daliqandin.

Pişti rêzgirtinê, li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Umît Karabulut axivî û wiha got:
“Weke beriya 26 salan, em îro dîsa hatin cem hev. Wê demê Dêrsim ji her alî ve di bin agir de bû. Ji ber vê yekê, li hember vê polîtîkayê festîval hatin destpêkirin. Ji wê rojê heta îro pirsgirêk neqediyan. Dêrsim dîsa ji her alî ve di bin zilmê de ye. Festîvala Munzurê ew e ku dîrok, bawerî û çand xwe ji nû ve ava bike. Heke em werin gel hev em ê bihêz bibin. Nexwe em ê parçe bibin.”
Piştre ji Federasyona Yekitiyên Dersîmê yên Ewropayê (ADBF) Alî Tacar axivî û ev tişt anî ziman:
“Festîval encama berhevkirineke dîrokî û wekî pêdiviyeke girseyî derket holê. Festîval ne tenê şahiyek e. Dibêjin festîval siyasi bûye. Parastina çand, ziman û baweriya me siyasetek e. Em ê rê nedin ku komeke biçûk festîvala me xira bike.”

Kordu: "Ev erdnîgarî bi têkoşîn û kedeke mezin hate hûnandin"
Di dawiyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dersîmê Ayten Kordu axivî û ev tişt got:
“Ev erdnîgarî bi têkoşîn û kedeke mezin hat hûnandin. Dêrsimê ji bo hemû gelan têkoşîna azadî û wekheviyê daye. Qeyimê wê demê Tuncay Sonel li van axan jineke Kurd winda kir. Gulistan Dokû encama politîkaya ‘bêgorhiştinê’ ye. Ji bo hemû jinên hatine windakirin û qetilkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dibînin ku tiştên ku Sonel li vir bi bikaranîna desthilata xwe kirine, nîşan didin ku polîtîkaya şerê taybet bi awayekî herî kûr berdewam dike. Li ser vê erdnîgariya qedîm, her dem êrîş çêbûn, lê Dêrsimê her dem bi hev re bûn. Ji bo eşkerebûna rastiyan, li erdnîgariya me pêdîvî bi hevrûbûnê heye. Li dijî polîtîkaya ‘bêgorhiştinê’ em daxwaza avakirina komîsyona heqîqetê dikin. Li ser rêyan, li cihên me yên pîroz kontrola nasnameyan tê kirin. Em dipirsin; hûn rêzê li kîjan heqîqetê digirin? Pêvajoyek hate ragihandin. Em ê aştiyê bi têkoşîna xwe pêk bînin.”
(AY)
Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat