Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tezkereya Serokomariyê ya ku ji bo leşkerên tirkan du salên din li Iraq û Sûriyeyê bimînin, duh (26ê Çiriya Pêşiyê) li Parlamentoyê hate nîqaşkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) li dijî şandina leşkeran derketine lê tezkere bi dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û IYI Partiyê hatiye qebûlkirin.
Li gorî vê tezkereyê wê leşkerên tirkan ji 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an û pê ve ji bo 2 salên din bikaribin biçin Sûriye û Iraqê. Her weha li gorî vê tezkereyê wê hêzên leşkerî yên biyanî bikaribin li Tirkiyeyê bimînin ku ev xal di sala 2018an de ketibû nav metna tezkereyê.
CHPyê piştgirî daye tezkereya Libnanê
Li hêla din, Parlamentoyê Tezkereya Serokomariyê ya ji bo Libnanê jî pejirandiye. CHPyê piştgiriya vê tezkereyê kiriye ku wê ji 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an û pê ve ji bo salekê derbas bibe.
Parlamentoyê di 71 salan de 76 tezkere erê kiriye
Parlamentoyê di sala 1950î de cara pêşiyê biryar dabû ku leşkerên tirkan bişînin Koreyê. Parlamentoyê di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 1950yî de biryara şandina leşkeran dabû.
Her weha di 16ê Adara 1964an, di 17ê Çiriya Paşiyê ya 1967an û 20ê Tîrmeha 1974an de jî, li ser hev sê caran biryar dabû ku leşkeran bişînin Qibrisê.
Di dema “Krîza Kendavê” de ya piştî Iraqê Kuweyt dagir kiribû, Parlamentoyê sê caran şandina leşkeran pejirandibû.
Parlamentoyê di 71 salan de li ser hev 76 caran pejirandiye ku leşkeran bişînin welatên din. (KÖ/FD)