9emîn danişîna doza kuştina Tahîr Elçiyî îro li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28ê Çiriya Paşiya 2015an de hatibû kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsên bersûc bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bûn û parêzerên Elçî jî di danişînê de amade bûn.
Her wiha gelek rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di danişînê de amade bûn. Dozgerê ku ev 4 meh in nêrîna xwe amade nekirîye careke din ji bo vê yekê dem xwest.
Di dozê de polîs S.T. û M.S. bi tohmeta ku “Bi zanebûn bûne sedema mirinê” tên darizandin. Ugur Yakişirê firarî jî bi tohmeta ku “bi kuştina du polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” tê darizandin.
Eren: Delîlên di dosyeyê de ne nehatine lêkolînkirin
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di danişînê de axivî û got ku ji destpêka darizandinê heta niha tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Eren, da zanîn ku 10 daxwazên wan hebûn lê ji van daxwazan tu jê nehatine qebûlkirin. Eren, got ku heta ji bo van daxwazên wan lêkolîn neyê kirin, şandina wan a ji bo mutalaayê kêm dimîne. Eren destnîşan kir ku delîlên di dosyayê de nehatine lêkolînkirin û wiha bertek nîşan da: “Sûcê sûîqesta siyasî ji ber qisûrê nayê kirin.”
Parêzer Zahîde Beydag Tiraş Onerî jî got ku daxwaza wan a keşfa cihê bûyerê bi sedema guherîna cihê bûyerê hatiye redkirin û xwest ku dadgeh ji biryara xwe ya redkirina daxwaza keşfa cihê bûyerê vegere. Onerî, anî ziman ku heta keşf neyê kirin û li şahidan neyê guhdarîkirin biryareke bitendurist nayê dayîn û daxwazên xwe yên berê dubare kir.
Parêzer Gunal Kurşunê jî anî ziman ku dîmenên ku Serokê Baroya Amedê Eren behs kirin dikarin bên xelaskirin û xwest ku qeydên kamera û hard dîskan ji fîrmayên wê re bên şandin û dîsa bên lêkolînkirin. Parêzer Mahsun Bati jî got ku piştî biryara şopandina 2 endamên rêxistinê, li telefonên herduyan hatiye guhdarîkirin û xwest qeydên wan li dosyayê bên zêdekirin. Parêzer Muhlîs Ogurgul jî dadgehê nexwest cînayet bê ronîkirin.
Berfîn Elçî: Divê bêceza nemîne
Biraziya Tahir Elçî, Berfîn Elçiyê jî wiha got: “Ez weke parêzera baroya ku mamê min serokatiya wê dikir li vir im. Dema Tahir Elçî tê gotin, emrekî bi têkoşîna li dijî cînayetên kiryarnediyar û polîtîkaya necezakirinê tê bîra her kesî. Em j bo cezakirina faîlên wî têdikoşin. Lê di dema darizandinê de heman tişt ji we nedît. Dosya, bi saya têkoşîna parêzeran gihişt vê astê. Weke malbatê ev yek me diêşîne. Em dixwazin ku ev dosya bêceza nemîne û faîl bên cezakirin.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî pirsa “hûn çima ditirsin?” ji serokê dadgehê kir û got ku delîl nehatine komkirin.
Şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzeran qebûl nekir û ji bo amadekirina nêrînê cara dawî dem da dozgeriyê.
Her weha danişîna dozê taloqî 12ê Hezîranê kir.
“Dê têkoşîna me ya hiqûqê bidome”
Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî. Eren got ku daxwazên wan nehatine qebûlkirin û wiha got: “Em li vir careke din dibêjin; ji bo dosyaya dozê ya Tahir Elçî ku tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan derbas nekir bêceza nemîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.