Weşanên Peywendê piştî pirtûka wî ya bi navê "Mem û Zînê" niha jî pirtûka Pîremêrd a bi navê "Donzdeh Siwariyên Merîwanê" çap kir. Pirtûk ji çîrokeke Pîremêrd pêk tê ku di sala 1935ê de bi soranî nivîsandiye.
Pîremêrd, di berhema xwe ya "Donzdeh Siwariyên Mêrîwanê" de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike. Ev donzdeh siwar bi lehengî şer dikin û artêşa Îranê têk dibin. Berhemên wekî Mem û Zîn û Donzdeh Siwariyên Merîwanê nîşan didin ku Pîremêrd bi van her du destanên ku di nav kurdan de heta îro nifş bi nifş bi devkî hatine veguhastin, dixwaze hesteke neteweyî pêk bîne. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka van herdu berheman, mirov dibîne ku Pîremêrd bi hêmayên neteweyî ev her du berhem neqişandine.
Ji pêşgotina Farangîs Ghaderî
.....Pîremêrd, di Donzdeh Siwariyên Merîwanê de, kiryarên mêrxasiyê yên 12 siwariyên kurd vedibêje ku wan zora artêşa Îranî ya bi 12 hezar mêran biriye. Sehneya bûyerê ji pêncî salên pêşîn yên sedsala nozdemîn a li bajarê Şarezûrê ya serdema hikumdariya Baban e. Pîremêrd qala daxwaza xwe ya qeydkirina vê çîroka neteweyî dike û di rêzên destpêkê de ku Hecî Qadir tîne bîrê, ji ber piştguhkirina vê bûyerê, şa‘îrên kurd ên berê (“şaîrekanî pêşîn!”) diazirîne. Pê re ta bi derziyê ve dike û dibêje ku wî ew çîrok wexta zarok bûye bihistiye û mêrxasiya şervanên wê jê re bûye îlhambexş. Bi hûrgulî berdewam dike ku hewldanên wî ji bo peydakirina belgeyên der barê wê çîrokê de qet bi ser neketine, lewma wî jî çîrok çawa ji bavê xwe bihistiye wisa vedibêje. Çîrok, li gorî Pîremêrd, “nav û nîşana kurdan” û bîranîna lehengên wan ên dîrokî, vedijîne.
Hewldanên wî yên ji bo vejandina mêrxasên qedîm û bîranînên wan, bi awayekî zelal xuya ye, wek modernîstekî bengî, li dijî heyraniya wî ya moderniteyê ye. Lê belê, dijberiya “daxwaza nûtiyê ligel nostaljiyeke kûr ji bo demên çûyî”, wek Anthony Smiths qal dike, “yek ji paradoksên civaka hemdem” e. Helwesta Pîremêrd a li hember vê çîrokê, di heman demê de bi nêrînên wî yên li ser wêje û zimanê helbesta klasîk jî li hev nayên. Gelek baş tê zanîn ku ew ji sîstema klasîk a helbesta kurdî hêrs dibû, ji ber zimanê wê yê hîperbolîk û dîmenên wê yên bi mibalexe, demxeya “hetikandîtiyê” lê dixist. Wî şa‘ir teşwîq dikirin ku di şopa mînaka “helbesta ewropî” de binivîsin ku li gor wî, ew helbest serê xwe bi “heqîqet” û madiyatê re diêşîne.
"Çîrok dişibe mubaxeleyeke Îranî"
Wexta qala felsefeya xwe ya helbestê dikir, digot “[J]i xiyalan re tu xerîdar nîne û madiyat jî di rewacê de ye.” Lê belê, dîsa jî xuya ye wî çîroka serkeftina donzdeh siwariyên kurd li hember artêşeke ji 12.000 mêran zêdetir, ji mîtekê bêtir wek heqîqeteke dîrokî qebûl kiriye. Ji ber vê ye ku ew li xwe qebûl dike ku çîrok dişibe “mibalexeyeke Îranî” û çîrokeke ji Şehnameyê, dastana farisî ya bi nav û deng. Lê, bikaranîna rabirdûya miletekî û lehengên wî tam dikeve zikê projeya netewe-avakirina hemû gelan û kurd jî bi her awayî, tê de. Bi rastî jî wek Anthony Smiths di The Ethnic Origins of Nations [Kokên Etnîk ên Neteweyan] de dibêje, “civatek ku nekarî zanayek an jî qehremanek hilberîne yan jî bi kar bîne, bi îhtîmaleke mezin wê îddîa û daxwazên wê jî bêne redkirin, ji ber ku şexsiyeta wê bi temamî girêdayî mêrxas û lehengên wê yên navmezin e. “Lehengên wisa”, ew bi hûrgulî berdewam dike, “bêguman, wek şexsiyetên dîrokî dihatin qebûlkirin, lewre di navbera heqîqeta objektîf a dîrokî û mîta helbestî û kevneşopiyê de ferqeke berbiçav nedihat dîtin”. “Prestîja lehengên navmezin” bi peyvên Smith, pêwîst bû ji bo telqînkirina hestên neteweperwer, ji ber ku wê tiştê rabirdûya wan a qehremanî û bîranînên bi ezamet dianî bîra gel.
"Dibe şahidê qerekterîstiken cudaker"
Çîroka Donzdeh Siwariyên Merîwanê dibe şahidê qerekterîstikên cudaker yên kurdan, wek xurtî, mêrxasî û xîretî; ev qerekteristîkên wisan in ku Pîremêrd hêvî dike di nav xwendevanên modern de jî geş bibe. Vejandina bîranîna donzdeh siwariyên Merîwanê rûmeta berê ya kurdan jîndar dike, ew jî armancek e ku Pîremêrd wek armanca xwe ya sereke balê dikişîne ser di çapkirina vê xebata xwe de. Pîremêrd şerê qehremanî yê donzdeh siwariyên Merîwanê bi hizra modern a pîrozbûna welêt ve girê dide û mîsyona wan jî wek parastina welatê bav û kalan û rûmeta wî diyar dike. Ji ber vê yekê, qerekteristîkên wan ên mêrxasiyê bi bengîniya wan û dilsoziya wan a bi welatê wan ve girê dide. Bi vî rengî Pîremêrd bi karîgerî dixebite ku nifşên nû yên kurdan motîve bike da xwe bişibînin kal û bavên xwe yên mêrxas û welatê xwe biparêzin. Ji serî heya dawiya çîrokê, her ku bi xurtî tê kirpandin, ew kesên ji bo saxiya welatê xwe dimirin, “wê di dilê gel/miletê xwe de bijîn” heta hetayê.
Donzdeh Siwariyên Merîwanê ne tenê berhemeke wejeyî ye ku ji çîrokeke neteweyî hatiye girtin. Ew, bi neqişandineke hosteyî ya hişmendiyeke neteweyî û telqînkirina neteweperweriyê di nav gelê kurd de, hewldanên rewşenbîrên kurd ên neteweperwer yên wekî Pîremêrd nîşan dide. Ev berhem hêjayî xebatên akademîk û lêkolînê ye. Ji nû ve çapkirina vê pirtûkê piştî 34 salan li pey çapa wê ya sêyem, fersendekê tîne ber me da em ji nû ve li pirtûkê û çarçoveya derketina wê hûr bibin.
Derbarê Pîremêrdî de
Di sala 1867yan de li Silêmaniyê tê dinê. Di panzdeh saliya xwe de dibe katibê nifûsê yê Silêmaniyê. Di sala 1898an de diçe Stenbolê. Salekê li mabeyna seraya Osmaniyan dimîne. Li Stenbolê di sala 1905an de perwerdehiya hiqûqê xilas dike. Di hin navçeyên de qeymeqamî dike. Di sala 1918an de dibe miteserifê Amasyayê. Heta sala 1923an li wir miteserifî dike. Di sala 1925an de vedigere Silêmaniyê. Di sala 1926an de dibe serperiştyarê rojnameya Jiyanê. Di gelek rojname û kovaran de bi sedan nivîsên wî derçûne, dema ku ew li jiyanê bûye berhemên wî yên li jêrê weke pirtûk hatine çapkirin. Di sala 1950î de li Silêmaniyê koça xwe ya dawî dike.
Berhemên wî:
Mem û Zîn (Şanoname, 1934)
Dîwanî Mewlewî (1935)
Diwanzde Sîwarey Merîvanî (Çîrok, 1935)
Mehmûd Axay Şîwekel (Şanoname, 1942)
Galte û Gep (1947)
(FD)