Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) mirine derket 2 hezar û 665an.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî li Çinê ji ber şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) di nav 24 saetan da 71 kes mirine, li ser hev nexweşî li 508 kesên din de peyda bûye.
2 jê li Herêma Taybet a Hong Kongê bi giştî hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 665an. Li welêt hejmara nexweşan derketiye 77 hezar û 658an.
27 hezar û 323 kes li nexweşxaneyan tedawî bûne û şandine malê.
Hejmara kesên lê dikevin şikê vîrus bi wan ra heye bûye 2 hezar û 824, yên li nexweşxaneyan tên raçavkirin jî kêm bûye û daketiye 87 hezar û 902yan.
Ji bilî Çînê li Hong Kongê 81 û li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî 10 kes bi vê nexweşiyê ketin.
Li Çînê civînên girîng ên wek Kongreya Gel a Neteweyî û Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gel a Çînê yên wê di meha adarê da pêk bihatana ji ber Kovîd-19ê duh hatibûn taloqkirin.
Vîrusa koronaya nû di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.
Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, anîbûn. Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûye, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiriye.
(FD)
Çavkanî: AA