Hatiye ragihandin ku li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber vîrusa koronaya nû (Kovid-19) mirine.
Berpirsê Peywendiya Gel a Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cihanpur li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li bajarê Qumê 2 kesên ku bi gazina şikesta hilmê (Respiratory failure) di bin çavdêriyê de bûn û testên wan ên vîrusa Koronayê pozîtif derketibûn, mirine.
Rektorê Zanîngeha Bijîşkî ya Qumê Mihemed Reza Qadir di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Îranê de destnîşan kir ku di çar rojên dawîn de gazinên şikesta hilmê zêde bûne.
Duh vîrus peyda bûbû
Wezareta Tendirustiya Îranê duh ragihandibû, ku du kes li wî welatî bi vîrusa Koronaya nû ketine û niha di bin çavdêriyê de ne.
Berpirsê Navenda Kontrolkirina Nexweşiyên Epîdemîk li Wezareta Tendirustiya Îranê, Mihemed Mehdî Gûya ragihandibû, piştî lêkolînên destpêkê, nexweşketina wan du kesan bi vîrûsa Koronaya nû hatiye piştrastkirin û tekez kir, ew herdu welatî xelkê Îranê û ji bajarê Qomê ne.
Mihemed Mehdî Gûya diyar kiribû, ew herdu kes di bin çavdêriyê de ne û Wezareta Tendirsutiyê mijûlî lêkolînên zêdetir derbarê nexweşketina wan kesan e.
Qom bajarekî olî yê Îranê û tevî Necef, Kerbela û Meşhedê, yek ji navendên mezin ên mezheba Şîe ye û dikeve başûrê Tehran a paytexta Îranê.
Ew yekemîn car e ku Îran bi fermî tûşbûna du kesan bi vîrûsa Korona li wî welatî piştrast dike.
Pêştir çend caran nexweşketina çend kesan li Îranê bi vîrûsa Koronayê hatibû ragihandin, lê belê berpirsên Îranê her zû ew zanyarî red kiribûn.
Ew yek di demekê de ye ku ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê, heta niha 2004 kes li Çînê canê xwe ji dest dane.
Pêştir hikûmeta Îranê ji bo rêgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê hin tedbîr pêk anîbûn, ku sînordarkirina hatin û çûna geştyar û xelkê Çînê bo Îranê û herwiha rawestandina hemû geştên esmanî yên navbera Îran û Çînê, beşek ji wan tedbîran bûn.
Çavkanî: AA