Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku mirine derket 812an, hejmara kesên ku vîrus li wan peyda bûye derket 37 hezar û 198an.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC), ji ber şewba ku navê wê yê nû wekî "zatureya vîrusa koronaya nû" (NCP) hat ragihandin ku li ser asta welêt bandora xwe her diçe xurtir dike, hejmara miriyan derket 812an, 6 hezar û 188 jê giran, hejmara kesên ku vîrus li wan peyda bûye jî derket 37 hezar û 198an.
Bi vî va hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştiyê derket 28 hezar û 942yan. Herwiha hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbû û lewma jî guman heye ku vîrus li wan jî geriyabe derket 188 hezar û 183yan.
Ji bilî axa sereke ya Çînê, hejmara nexweşên li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 26an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an.
Di 24 saetên dawîn da 89 qurbanî
Herwisa hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da ji ber NCPyê li welêt 89 kes mirin û 2 hezar û 656 jî weqayên nû hatin tesbîtkirin.
Li Çînê hejmara kesên şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) lê pêyda bûn gihîşte 37 hezar û 559an.
Li gor agahiya saziyên tenduristiyê yên welatên ku vîrus lê hatin dîtin, şewba vîrusa koronayê ji bilî Çînê li 24 welatan û Girava Taywanê belav bû.
Ji ber şewba vîrusa koronayê 813 kes mirin. 811 kes li Çînê, kesek li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê û kesek jî li Filipînan mirin.
Li Çînê hejmara kesên vîrus li wan peyda bûn derket 37 hezar û 198an.
Ji xeynî Çînê, li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê 26, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê 10, li Taywanê jî 16 kes bi vê nexweşiyê ketin.
Li gelek welatên din jî nexweşî peyda bûye
Ji bilî Çînê li van welatên li jêrê navê wan hatin nivîsîn evqas kes bi vê nexweşiyê ketin:
Japonya: 96
Sîngapur: 40
Tayland: 32
Koreya Başûr: 25
Malezya: 17
Avustralya: 14
Vîetnam: 14
Almanya: 14
Amerîka: 12
Fransa: 11
Mîrektiya Yekîtiyên Ereb: 7
Kanada: 6
Îngiltere: 3
Îtalya: 3
Hindistan: 3
Filipînan: 3
Rûsya: 2
Nepal: 1
Srî Lanka: 1
Kamboçya: 1
Belçîka: 1
Îspanya: 1
Swêd: 1
Fînlandiya: 1
(FD)