Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) mirine derket 2 hezar û 5an.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hejmara kesên ku bi şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) ketine gihîştiye 74 hezar û 185 kesan ku rewşa 11 hezar û 977 kesan giran e.
Li welêt yek jê li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 5an.
Hatiye gotin ku hejmara kesên lê dikevin şikê ku vîrus gihîştiye wan jî derketiye 5 hezar û 248an.
Di nav 24 saetan da 136 kes ji ber vîrusê mirine
Hejmara kesên dibe ku virus gihîştiye wan û ji ber vê li nexweşxaneyan tên kontrolkirin kêm bûye û daketiye 135 hezar û 881 kesan, yên dermankirina wan qediyaye û ji nexweşxaneyê hatine şandin jî gihîştiye 14 hezar û 376an.
Ji xeynî Çînê, hejmara nexweşên li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derketiye 62yan, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî bûye 10.
Li welêt ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû di nav 24 saetan da 136 kes mirin ku jê 132 kes li eyaleta Hubeyê ne.
Herî zêde kal û pîr dimirin
Di rapora Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyê ya Çînê da hatibû gotin ku herî zêde kal, pîr û mêr dimirin.
Li gor raporê heta 11ê Sibatê 1023 kes mirine ku jê sedî 30,2 kesên temenê wan di navbera 60-69an da ne, ji sedî 30,5 kesên temenê wan di navbera 70-79an da ne, ji sedî 20,3 jî 80 salî mezintir in.
Vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê. Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, tehliye kiribûn. Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûbû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû. Doktor Lîu Cimîng ê li bajarê Vuhanê ev nexweşî tedawî dikir û li welêt di vê qadê da navdar bû jî duh miriye. (FD)
* Çavkani: AA