Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) mirine derket 1869an.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hejmara kesên ku bi şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) ketine, gihîştiye 72 hezar û 436 kesan. Ji van rewşa 11 hezar û 741 kesan giran e.
Li welêt jê yek li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê tevahî hejmara miriyan gihîştiye 1869an.
Hatiye gotin hejmara kesên lê dikevin şikê ku vîrus gihîşte wan jî derket 6 hezar û 242an.
Hejmara kesên dibe ku bi şewbê ketine û ji ber vê li nexweşxaneyan tên kontrolkirin kêm bûye. Hejmara heta niha hatiye aşkerekirin bûye 11 hezar û 552, yên dermankirina wan qediyaye jî gihîşte 12 hezar û 552yan.
Ji xeynî Çînê, hejmara nexweşan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derketiye 60an, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî bûye 10.
Di nav 24 saetan da 98 kes ji ber vîrusê mirine
Li welêt ji ber şewba vîrusa koronaya nû di nav 24 saetan de 98 kes mirine ku 93 kes li eyaleta Hubeyê, 3 li Hinanê, 2 jî li Hibey û Hûnanê ne.
Ji bilî vê 1886 nexweşên nû hatine tespîtkirin.
Ji ber ku li welêt gelek kes ji ber vê nexweşiyê dimrin, xebat tên kirin ku derman û aşiyên ji bo Kovîd-19ê bên çêkirin.
Kongreya Gel a Neteweyî dibe ku bê taloqkirin
Li Çînê civînên girîng ên wek Kongreya Gel a Neteweyî û Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gel a Çînê û civînên meclisê yên salane yên dibe ku bên taloqkirin.
Vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.
Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, anîbûn.
Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûbû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû. (FD)