* Fotograf: Aytaç Ünal / AA
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihandiye, ku du kes li wî welatî bi vîrusa Koronaya nû ketine û niha di bin çavdêriyê de ne.
Berpirsê Navenda Kontrolkirina Nexweşiyên Epîdemîk li Wezareta Tendirustiya Îranê, Mihemed Mehdî Gûya ragihandiye, piştî lêkolînên destpêkê, nexweşketina wan du kesan bi vîrûsa Koronaya nû hatiye piştrastkirin û tekez kir, ew herdu welatî xelkê Îranê û ji bajarê Qomê ne.
Mihemed Mehdî Gûya diyar kiriye, ew herdu kes di bin çavdêriyê de ne û Wezareta Tendirsutiyê mijûlî lêkolînên zêdetir derbarê nexweşketina wan kesan e.
Qom bajarekî olî yê Îranê û tevî Necef, Kerbela û Meşhedê, yek ji navendên mezin ên mezheba Şîe ye û dikeve başûrê Tehran a paytexta Îranê.
Ew yekemîn car e ku Îran bi fermî tûşbûna du kesan bi vîrûsa Korona li wî welatî piştrast dike.
Pêştir çend caran nexweşketina çend kesan li Îranê bi vîrûsa Koronayê hatibû ragihandin, lê belê berpirsên Îranê her zû ew zanyarî red kiribûn.
Ew yek di demekê de ye ku ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê, heta niha 2004 kes li Çînê canê xwe ji dest dane.
Pêştir hikûmeta Îranê ji bo rêgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê hin tedbîr pêk anîbûn, ku sînordarkirina hatin û çûna geştyar û xelkê Çînê bo Îranê û herwiha rawestandina hemû geştên esmanî yên navbera Îran û Çînê, beşek ji wan tedbîran bûn. (FD)
* Çavkanî: Rûdaw