Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êrîşa hewayî bir ser Şengalê û Çiyayê Qereçoxê yê li bakurê rojhilatê Sûriyê.
Artêşa Tirk derbarê êrîşê de daxuyanî da û got, “Di çarçoveya mafên me yên ji hiqûqa navdewletî tê, 25ê Nîsana 2017ê saet 02.00ê li hemberî Çiyayê Şengalê yê li bakurê Iraqê û Çiyayê Qereçoxê yê li bakurê rojhilate Sûriyê hedefên teroristan ên ku hatine diyarkirin hatine bombebarankirin”.
ANFê êrîş saet 06.30ê de bi sernavê “avahiya radyoyê hat bombebarankirin” ragihand. Di nûçeyê de hat gotin ku di encama êrîşa li ser herêma Qereçoxê ya girêdayî Dêrikê de avahiya radyoyê hat rûxandin. Lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin belavkirin. Di heman nûçeyê de hat gotin ku êrîş li ser Şengalê û Qereçoxê jî hatiye kirin.
Hin îdia hene ku êrîş li ser Radyoya Dengê Rojava û Radyoya ÇİRA ya ku li Şengalê weşanê dike jî hatine hedefgirtin.
Hevserokê PYDê Salih Muslim ji News Channelê re aşkere kir ku “Rojava û Şengal tên hedefgirtin. Lê rastiya gel heye ku liberxwe dide, gelê me dê di asta herî bilind de berteka xwe nîşan bide. Divê hêzên hevpeymanê jî bêdeng nemînin.”
Muslim diyar kir ku ew li bendê bûn ku wê êrîş çêbibin û got ku fêda êrîşê wê li DAIŞê bê.
Rayedarên PDKê ji Reutersê re axivîn û gotin ku balafirên şer ên Tirk “bi şaşîtî li sengerên Pêşmerge” dan.
Malpera Rûdawê jî diyar kir ku di encama bombebaranê de 5 Pêşmerge mirin. Nûçegîhanê Rûdawê herwiha got ku beriya balafir li Çiyayê Şingalê Deriyê Geliyê Kesrê bombebran birin YBŞê herêm vala kiriye.
Abdulkadir Selvi nivîskarê rojnameya Hurriyetê di gotara xwe ya îro ya ji bo rojnameyê de nivîsand ku Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Abidin Unal gotiye “Ew destûrê nadin ku Şengal bibe Qendîla duyemîn.”
Şengal ev demeke di daxuyaniyên Tirkiyê de weke hedef dihat nîşandan. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê di 24ê Cotmeha 2016an de sinyala mudaxeleyê dabû:
“Dixwazin ku Şengalê bikin Qendîla duyemîn. Em ê maf û erkên xwe yên ji hiqûqa navdewletî bikar bînin û ji niha û pê de bi awayekî çalaktir mudaxeleyê hebûna PKKê ya li Iraqê bikin.” (HK/FD)