İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 171
Ji ber ku ava deryayê germ dibe, ji sedî 90ê kevcalên berfê qir bûne
Serdema nêçîra kevcalên berfê a li Alaskayê ya ku her sal li dar diket, cara pêşiyêye ku hate betalkirin. Kevcalên berfê, hîmê pîşesaziya kevcalan a li eyaletê ye.
21 Cotmeh 2022
Pervîn Bûldan: Ji bo îddiayên çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldanê têkildarî îddiayên êrişên kîmyewî weha gotiye: “Di medyayê de agahî û delîlên cîdî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe pêk bînin.”
21 Cotmeh 2022
Daxwaza bi yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBBê nehatiye pejirandin
Bi sedema ku xutbe û weazên xwe bi kurdî dane, derheqê DÎAYDERê de doz hatibû vekirin. Dadgehê daxwaza bi yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBBê nepejirandiye.
21 Cotmeh 2022
IPPNW: Hin delîlên ne rasterast hene ku Tirkiyeyê Peymana Çekên Kimyewî binpê kiriye
IPPNWyê ji bo îdiayên ku dibêjin çekên kîmyewî hatine bikaranîn, li Herêma Kurdistanê lêkolîn kiriye. Bang li OPCW û NYyê kiriye ku lêkolînê li ser delîlên çekên kîmyewî bikin.
21 Cotmeh 2022
Ruken Tuncel
Polîsan Emine Şenyaşar û Ferît Şenyaşar desteser kirine
Polîsan li ber Edliyeya Rihayê êrîşî malbata Şenşayarî kirine ku 592 roj in Nobeta Edaletê digirin. Polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarê ji qetlîamê rizgar bûye, desteser kirine.
21 Cotmeh 2022
Ji bo doza kuştina Mûsa Anter serî li Dadgeha Destûrî dane
Tevî ku 3 hefte di ser serlêdana dadgeha îstînafê derbas bûye, hê jî biryara bi hincet a doza kuştina Anterî nehatiye eşkerekirin.
21 Cotmeh 2022
Di sala 2021an de 5 hezar û 436 nûçe hatine astengkirin
Li gorî rapora EngelliWeb a Komeleya Azadiya Îfadeyê, di sala 2021an de 5 hezar û 436 nûçe, ji sala 2014an û vir ve jî 28 hezar nûçe hatine sansûrkirin. Di sala 2021an de bi giştî 107 hezar malper hatine astengkirin. Her weha ji sala 2006an heta îro 574 hezar malper hatine astengkirin.
21 Cotmeh 2022
Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Seroka TTByê Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanciya ku lêpirsînname ji bo wê amade kirine got: “Min gelek caran îspat kiriye ku ez bêdeng nabim, lewre li gorî nêrîna min, lêpirsîn ne ji bo min e. Tê wateya çavtirsandina civakê.”
21 Cotmeh 2022
Ruken Tuncel
Wezîrên karên derve yên jin wê ji bo rewşa jinan a li Îranê bicivin
Wezîra karên Derve ya Kanadayê Melanie Joy ragihandiye ku ew ê di civîneke online de ligel wezîrên karên derve yên jin ên 14 welatan ku Almanya, Şîlî, Zelandaya Nû û Norwêc jî di nav de ye bicivin û rewşa jinan û mafên mirovan li Îranê gotûbêj bikin.
20 Cotmeh 2022
Înisiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan, encamnameya konferansa xwe aşkere kiriye
Di encamnameyê de hatiye diyarkirin ku, piştî nîqaşên li ser sazûmana Înîsiyatîfê, biryar hatiye dayîn ku heta demeke din weke înîsiyatîf kar bikin.
20 Cotmeh 2022
Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê daye
Parêzerên Abdûllah Ocalanî herî dawî di sala 2019ê de hevdîtin kiribûn.
20 Cotmeh 2022
Ahmet Eşref Fakibaba ji AKPê û parlamenteriyê îstifa kiriye
Fakibaba li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî daye û gotiye, "Ez kêfxweş im ku êdî ne ligel hinek kesên ku nêrînên me yên siyasî û exlaqî ne yek in."
20 Cotmeh 2022
Ban Theatre: “Em jî weke balindeyên xemgîn in”
Ban Theatre ji bo lîstika xwe ya bi navê “Qesra Balindeyên Xemgîn” li Festîvala Şanoyê ya Amedê pêşkêş bike, ji Almanyayê hate Tirkiyeyê.
20 Cotmeh 2022
Ferid Demirel
Demîrtaş: Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc e
Selahattin Demirtaş destnîşan kiriye û gotiye, "Meclîs û mixalefet nikarin li hemberî van dîmenan bêdeng bimînin"
20 Cotmeh 2022
Ji ber nûçeya "Ensar, TURGEV û TUGVAyê" dadgehekê 15 hezar TL ceza li Cûmhûriyetê biriye
Dadgeha 9ê ya Asliye Hiqûqê ya Stenbolê ji ber nûçeya ku bi ser navê "Ensar, TURGEV, TUGVA mîna rêxistinên terorê yên paralel in" a rojnameger Mehmet Kizmazî weşandibû, rojnameya Cûmhûriyetê bi cezayê pereyan ceza kiriye.
20 Cotmeh 2022
Derew li me kirin
Ti derew ne bêguneh in û ji ber ku “derewên” rojnameger dikin, “teşeyê dide civakê” bêhtir xetere ne. Ji ber ku binê pêkvejiyanê dikolin. Nahêle civakeke adil û wekhev ava bibe. Ma wezîfeya rojnamegerekî/ê ne xebata ji bo cîhaneke baştir e?
20 Cotmeh 2022
Nazan Özcan
211 nivîskaran bertek nîşanî ‘qanûna sansurê’ dane: Em ê bêdeng nebin
Wêjenas û nivîskaran gotine, "Em weke wêjenas û nivîskar, qanûna sansurê ya ku wê welat bixe nava tarîtiyeke kûr qebûl nakin. Li hemberî derewên zordaran, heqîqeta gel û cîhanê. Em ê bêdeng nebin."
19 Cotmeh 2022
Li Akademiya Beşikçiyî wê serdema Payîzê dest pê bike
Di serdema Payîzê de wê mijara “Perwerde û hinkirina kurdî: Rê û rêbazên zimanhînkirinê” bê gotûbêjkirin.
19 Cotmeh 2022
Ji bo bêdengkirina rojnamegeriyê, dor hatiye ser rêbaza “dezenformasyonê”
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê, di serdema Tîrmeh-Îlonê de, 126 medyakar hatine dadgehkirin. Rojeva herî girînga ya van sê mehan “Qanûna Dezeformasyonê” bû.
19 Cotmeh 2022
Erol Önderoğlu
TTB: “Aysel Tûglûk nikare li girtîgehê bimîne”
Li ser daxwaza parêzerên Aysel Tûglûkê TTByê raporek amade kiriye û gotiye ku nexweşiya Tûglûkê her diçe giran dibe, “dermankirina wê di nava şert û mercên girtîgehê de ne pêkan e û ew nikari bi tena serê xwe bijî.”
19 Cotmeh 2022
Ruken Tuncel
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Wê rêzefîlmekî ji ber jiyana Amy Winehouse-ê çêbikin
Rêzefîlm wê ji ber pirtûka “Rizgarkirina Amyyê” ya Daphne Barakê bê amadekirin ku beriya mirina Winehouse-ê hatibû nivîsandin.
19 Cotmeh 2022
Li Iranê têkoşîna jinan didome
Li gelek bajaran çalakiyên jinan bi dirûşmeyên li dijî Rûhanî Elî Xamaneyî dewam dikin. Hatiye ragihandin ku pasdaran li dijî tevgera gel a ku Besîc nekariye bitepisîne dest bi manevrayên leşkerî kirine.
19 Cotmeh 2022
HDP | "Di dema operasyonan de bikaranîna çekên kimyewî sûcê şerî ye”
Piştî ku nûçe û delîl hatin weşandin û hate gotin ku TSKyê di dema operasyonên li derveyî sînor de, çekên kimyewî hatine bikaranîn, HDPyê daxuyaniyek weşandiye. HDPyê bang li raya giştî kiriye û gotiye ku li dijî “sûcê şerî” derkevin, jê NY û OPCWyê jî xwestiye lêkolînê li ser îdiayan bikin.
19 Cotmeh 2022
“12 meh derbas bûn, ti bersiveke erênî nedan me”
Xizma girtiyî Nazîme Boltanê gotiye: “Heta niha jî ti bersiveke erênî nedan me. Me tiştekî mezin ji wan nexwestiye. Tekane daxwaza me mafên zarokên me ne."
18 Cotmeh 2022
Pirtûka 'Serpêhatiyên Alîcê' ya Lewis Carroll êdî bi Kurdî ye
Ji klasîkên zarokan pirtûka "Serpêhatiyên Alîcê" ya Lewis Carroll bi kurdî derketiye. Mem Farqîniyî pirtûk ji Ingilîzî wergerandiye kurdî û Weşanxaneya Aramê çap kiriye.
18 Cotmeh 2022
Sedat Yılmaz
Erdogan Qanûna Sansurê pesend kiriye
Qanûna sansurê ji 40 xalan pêk hatiye û ya herî zêde rastî nerazîbûnan hatiye xala 29em e. Li gorî vê xalê tê pêşbînîkirin ku kesê sûc kiribe wê ji yekê heta sê salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
18 Cotmeh 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hunermendên Kurd û Îranî ji bo xwenîşandanên Îranê, stranek straye
Strana bi navê “Were Meydan” bi kurdî ye û hunermendê Kurd Nasir Rezazî û yên Îranî Îbî, Şahîn Necefî û Pedram Şehlayî strîne.
18 Cotmeh 2022
Gulser Yildirim tehliye bûye
Parlamentera berê ya HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim 4 meh piştî bidawîbûna cezayê xwe tehliye bûye.
18 Cotmeh 2022
“Bila Desteya Mafên Mirovan a NYyê ji bo Îranê civîneke taybet saz bike”
43 saziyên mafên mirovan ji Desteya Mafên Mirovan a NYyê daxwaz kiriye ku ji bo sûcên Îranê di nava du mehan de li dijî xwenîşanderan kirine, bila civîneke taybet pêk bê. Di nava van saziyan de Navenda Mafên Mirovan a Îranê (CHRI) jî heye.
18 Cotmeh 2022
Polîsan belavkirina rojnameya Xwebûnê asteng kiriye
Polîsan di 17 û 18ê Îlonê de jî li otogara Amedê dest danîbû ser hejmara 144ê ya rojnameya Xwebûnê.
17 Cotmeh 2022
“Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê" ya 4em wê dest pê bike
Piştî ku di sala 2020an de bi rengekî online hatibû çêkirin, vê carê “Rojên Wêjeya Berawirdî” yên Amedê, wê rû bi rû pêk bê. Îsal mêvanê rûmetê Îhsan Colemêrgî ye. Sernavê bernameya îsal, “Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De” ye.
17 Cotmeh 2022
Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî qanûna sansurê daye
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Marta Hurtadoyê diyar kiriye ku qanûna sansurê ya ku ji aliyê Meclîsê ve hatiye qebûlkirin wê gelekî zirarê bide azadiya derbirînê û bibe sedema binpêkirinan.
17 Cotmeh 2022
1
...
169
170
171
172
173
...
180
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver