TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 169
Duh 28 hezar û 370 kes bi Covid-19ê ketine, 196 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 334 hezar û 280 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 370 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 196 kes jî mirine, 135 hezar û 57 doz derzî hatine kirine.
11 Cotmeh 2021
Bahçeliyî careke din HDP kiriye hedefa xwe: Bila bê girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê gotiye ku bila HDP were girtin. Balçeliyî ji bo DYAyê jî gotiye, “Dost e dijmin e?”
11 Cotmeh 2021
Google, reklamên ku guherîna îklîmê înkar dike wê rabike
Googleyê, li dijî reklamên dîjîtal ên ku piştevaniyê ji agahîyên şaş yên derbarê guherîna îklîmê de dike an go naverokên bi vî rengî ji bo pereyan bi kar tînin, bergiriyê digire.
9 Cotmeh 2021
4 xwendekarên ku hatibûn desteserkirin serbest bûne
Li Zanîngeha Bogazîçiyê 14 xwendekar di çalakiya protesto kirina girtina 2 hevalên xwe de hatibûn desteserkirin. 4 ji wan bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî ji aliyê dadgehê ve hatine berdan.
9 Cotmeh 2021
Duh 30 hezar û 201 kes bi Covid-19ê ketine, 188 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 360 hezar û 115 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 201 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 188 kes jî mirine, 363 hezar û 453 doz derzî hatine kirine.
9 Cotmeh 2021
Doza Geziyê: Osman Kavala dîsa tehliye nekirin
Endamekî heyeta dadgehê li dijî biryara heyeta dadgehê derket.
8 Cotmeh 2021
Hikmet Adal
Di doza kuştina Leyla Aydemîrê de hemû bersûcan beraet kiriye
Heyeta Dadgehê di doza kuştina Leyla Aydemîrê de biryara beraeta hemû bersûcan daye.
8 Cotmeh 2021
HDPê li Agiriyê dest bi Hevdîtinên Budçeyê kiriye
Hevdîtinên Budçeyê yên HDPê li Agiriyê destpê kiriye. Hevdîtinên Budçeyê li tevahiya welat wê heta 23ê Çiriya Pêşiyê bidome.
8 Cotmeh 2021
Du rojnameger bûne xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelî
Xelata Aştiyê ya Nobelî ya 2021an dane rojnameger Maria Ressa û Dmitry Muratovî.
8 Cotmeh 2021
Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 214em de berdewam dike.
8 Cotmeh 2021
Bernameya bîranînê ya Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê diyar bûye
Piştevaniya 10ê Çiriya Pêşiyê di daxuyaniya xwe de gotiye: “Di sala şeşan de her giyaneke ku me li qadê hiştiye, bûye çivîkek. Çivîkên me azad in. Çivîkên me ber bi aştiyê ve difirin.”
8 Cotmeh 2021
Ji bo mafê hevdîtinê li Girtîgeha Îmraliyê serî li DMMEyê dane
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî girtiyên ku li Girtîgeha Îmraliyê ne û nikarin bi malbatên xwe re hevdîtînê pêkbîne, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye.
8 Cotmeh 2021
Di Îlonê de Komelaya Hêviyê piştgiriya 21 LGBTI+yan kiriye
Komeleya Hêvî LGBTI+ derbarê xebatên xwe yên meha Îlonê de daxuyaniyek weşandiye.
8 Cotmeh 2021
Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kiriye
Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê destpê kiriye. Di dengdana taybet de bi tenê hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî, polîs, koçberên navxweyî, nexweş û kesên di girtîgehan de ne wê deng bidin. Li piştî dengdana taybet hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê wê di 10ê Çiriya Pêşiyê de pêk were.
8 Cotmeh 2021
“Tirkiyeyê leşkerên zarok şandine Libyayê”
Di rapora NYyê de hatiye îdiakirin ku di şerê navxweyî yê Libyayê de leşkerên zarok ên sûriyeyî birine şer û destê Tirkiyeyî jî di şerkirina van zarokan de heye.
8 Cotmeh 2021
Duh 30 hezar û 19 kes bi Covid-19ê ketine, 217 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 362 hezar û 152 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 19 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 217 kes jî mirine, 283 hezar û 112 doz derzî hatine kirine.
8 Cotmeh 2021
Dadgehekê cezayê girtîgehê li derhêner Altayî û Dîcle Anterî biriye
Dadgehekê cezayê girtîgehê li derhênerê belgefîlma “Nû Jîn”ê, Weysî Altayî û Dîcle Anterî biriye.
7 Cotmeh 2021
Fîlmê "Hakikat: Şeyh Bedreddin" wê bikeve vîzyonê
Fîlm behsa serhildana ku Şêx Bedreddîn, Borkluce Mûstafa û Torlak Kemalî serkêşiya wê kirine, dike.
7 Cotmeh 2021
Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê îro ji bo nerazîbûna xwe li dijî girtina du xwendekaran nîşan bidin, li pêş zanîngehê kom bûn. Pêş ku xwendekar bikevin zanîngehê polîsan midaxele kir û herî kêm 13 xwendekar desteserkirin. Ji xwendekarên ku Nacî Încî, rektore tayînkirî protesto kiribûn jê du hatibûn girtin.
7 Cotmeh 2021
Dilek Şen
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Abdulrazak Gurnahî
Di sedema xelatdayînê de wiha hatiye gotin: “Ji ber behsa bandorên kolonyalîzmê ya di navbera çandan û parzemînan de û qedera penaberan bêtawîz û bi dilovanî dike.”
7 Cotmeh 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Herî zêde Kurd tên girtin, neheqî herî zêde li jin û rojnamegeran dibe”
Li gorî lêkolîna girtîgehan a KONDAyê, ji sedî 39ê kesên ku tên girtin, kesên xizan in. Neheqî herî zêde li jinan û rojnamegeran dibe.
7 Cotmeh 2021
MHPyê ji bo “rojnameyên ku fonan werdigirin” proje-yasayek amade kiriye
Li gorî proje-yasaya MHPyê, wê Wezareta Karûbarên Navxweyî hemû xebatên rojnameyên ku fonan werdigirin, bişopînin. Ew rojname neçar in ku nûnerekî/e xwe ji bo li Wezaretê were tomarkirin, diyar bikin.
7 Cotmeh 2021
Di lêpirsîna êrîşa nîjadperest a li Konyayê de 2 kesên din girtine
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê malbata Dedeogullari de 2 kesên din hatine girtin. Li Konyayê di encama êrişa nijadperest de 7 kes ji malbatê hatibû qetilkirin.
7 Cotmeh 2021
Meclîsê Peymana Îklîmê ya Parîsê pejirandiye
Civata Giştî ya TBMMyê pêşnûmeqanûna derbarê Peymana Îklîmê ya Parîsê de qebûl kiriye. Tirkiye yek ji wan şeş welatan bû ku peyman nepejirandibû.
7 Cotmeh 2021
RTUKê têkildarî gotinên Başak Demîrtaşê yên li FOX TVyê lêkolîn daye destpêkirin
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) gotinên Başak Demîrtaşê yên li FOX TVyê weke sedem nîşan daye û derbarê FOX TVyê de lêpirsîn daye destpêkirin.
7 Cotmeh 2021
Duh 30 hezar û 438 kes bi Covid-19ê ketine, 236 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 358 hezar û 64 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 438 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 236 kes jî mirine, 312 hezar û 875 doz derzî hatine kirine.
7 Cotmeh 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Di meha Îlonê de herî hindik 175 karker mirine”
Di meha Îlonê de 18 jin û 157 mêr di dema karî de mirine. Jinan bêhtir karê çandinî, tekstîl, çapemenî, perwerde, buro, barkêşî, tenduristî û çendên din dikirin.
6 Cotmeh 2021
Li Tirkiyeyê 3 milyon û 715 hezar û 913 penaxwazên sûriyeyî hene
Rêvebiriya Giştî ya Îdareya Koçberan daneyên rojane yên têkildarî penahendeyên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê ne aşkere kiriye. Bajarên ku herî zêde penahende lê ne Stenbol, Hatay û Dîlok e.
6 Cotmeh 2021
Giliyê parêzerên ku piştgirî dane Malbata Şenyaşarî hatiye kirin
Di 200emîn roja Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî de 200 parêzer ji bo piştgiriyê tevlî çalakiya malbatê bûbûn. Ji wan parêzeran gilî li duyan hatiye kirin.
6 Cotmeh 2021
Dêra Katolîkan a Fransayê: Îstîsmar li 216 hezar zarokan bûye
Mexdûrên îstîsmara zayendî ên Dêra Katolîkan a Fransayê daxwaz kirine ku lêpirsîna mijarê were kirin. Li Dêra Katolîkan ji 1950î û vir ve îstîsmara zayendî li 216 hezar zarokan bûye.
6 Cotmeh 2021
Heta sala 2050î zêdetirî 5 mîlyar mirov wê bi pirsgirêkên avê re rûbirû bimînin
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di rapora xwe ya dawî de destnîşan kiriye ku li ser mijara rêveberiya çavkaniyên avê divê hevkarî were kirin. Her weha rêxistinê gotiye ku di mijara xwegîhandina çavkaniyên avê de zêdeyî 5 mîlyar mirovî wê heta sala 2050î zehmetiyê bikişîn in.
6 Cotmeh 2021
Polîsan bi ser depoyên berhevkarên gilêşan de girtiye
Polîsan li Ataşehîrê, navçeya Stenbolê bi ser depoyên berhekarên gilêşan de girtine û 200 kes desteser kirine.
6 Cotmeh 2021
1
...
167
168
169
170
171
...
178
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver