TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 62
Li Emîne Şenyaşarê doz hatiye vekirin
Derbarê Emîne Şenyaşarê de bi tohmeta ku “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere AKPê kiriye, doz hatiye vekirin.
9 Îlon 2021
Ji ber Meşa Rûmetê doz li 8 endamên Meclîsên LGBTIQ+yan vebûye
Meclîsên LGBTIQ+yan ji bo doza ku wê di 2yê Çiriya Paşiyê de pêk were, banga piştevaniyê kirine.
8 Îlon 2021
Bi îdiaya ku “hikûmet biçûk xistiye” ceza li Barbaros Şansalî birîne
Ji ber ku gotibû “Pîsiya desthilatê li ber çavê cîhanê ye” Erdoganî giliyê modenas Şansalî kiribû. Dadgehê bi îdiaya ku “Milet, hikûmet û dewleta tirkan biçûk xistiye” li gorî Xala 301an 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê, li Şansalî birîne.
8 Îlon 2021
Ayça Söylemez
Malbata Şenyaşar: Kesên ku qetlîam kirine serbest in, kurê me girtî ye
Emîne Şenyaşarê bang kiriye û gotiye, “Ez tenê edaletê dixwazim. Ev çawa edalet? Kurê min 3 sal û 3 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez daxwaza berdana kurê xwe dikim.”
7 Îlon 2021
Dadgehê doza Mehmet Sîncarî taloqî 14ê Sibatê kiriye
Mehmet Sîncar, parlamenterê DEPê 28 berî niha li Êlihê hatibû qetilkirin. Doza têkildarî qetilkirina wî bi dema 5 mehan hatiye taloqkirin. Lijneya dadgehê daxwaza girtina Cîhan Yildizî ku tekane bersûcê dozê ye qebûl nekiriye.
7 Îlon 2021
Malbata Şenyaşar: 3 demsal derbas bûn lê edalet nehat
Malbata Şenyaşar destnîşan kiriye û gotiye, “Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek pêk hat. Ji ber ku di dosyeyê de navê parlamenterek û xizmên wî hene, kes nikarin dosyeya vekin.
6 Îlon 2021
ISIG: Di meha Tebaxê de 7 jê jin 174 karker mirine
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di 8 mehên destpêkê yên salê de herî kêm hezar û 494 karker mirine.
6 Îlon 2021
Polîsan midaxeleyî mîtînga Aşitiyê ya 1ê Îlonê kiriye: 57 kes desteser kirine
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên li Stenbolê xwestibûn li Tunêla Taksîmê daxûyanî bidin lêbelê polîsan midaxele kiriye. Polîsan rojnameger û Mûsa Pîroglû, parlamentere HDPê dorpêç kirine.
6 Îlon 2021
Dadgeha Destûrî îddianamêya têkildarî qedexeye siyasî wê ji 451 siyasetmedaran re bişîne
Dadgeha Destûrî wê îdianameyê ji 451 siyasetmedarên ku qedexeya siyasî ji wan re tê xwestin bişîne û di nava 30 rojan de parastina wan bixwaze.
3 Îlon 2021
HDPê ji bo 21 sivîlên ku li Cizîrê hatibûn kuştin daxwaza Komîsyona Lêkolînê kiriye
Parlamenterên HDPê yên Şirnexê ji bo 21 welatiyên sivîl yên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatibûn kuştin, xwestine Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin.
3 Îlon 2021
DMME: Mafê Mele Resûl Uçdagî hatiye binpêkirin
DMMEyê ji bo serlêdana wî melayê Amedî de biryara xwe aşkere kiriye ku ji ber li ser Facebookê fotograf weşandibûn bi tohmeta “propagandeya PKKyê kiriye” cezayê girtîgehê dabûyê. Dadgehê gotiye ku mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê binpê bûye.
2 Îlon 2021
Ayça Söylemez
IHD: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye
IHDyê ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî peyamek weşandiye û gotiye: “Heke partiyên siyasî û mixalefeta civakî yên Tirkiyeyê berê xwe bidin ser aştiyê, li gorî nêrîna me teqez wê pêşiya pêvajoyeke nû ya aştiyê vebe.”
1 Îlon 2021
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên Roja Aştiyê qedexe bûne
Li Stenbol û Eskîşehîrê çalakiyên 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî qedexe bûne. Qaymeqamiya Bakirkoya Stenbolê ji bo 5 rojan, Walîtiya Eskîşehîrê jî ji bo 15 rojan çalakî qedexe kirine.
1 Îlon 2021
Ji ber strana kurdî ceza li Leyla Guven û 8 girtiyan birîne
Ji ber ku bi kurdî stran gotine, ceza li Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya KCDyê û 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Elezîzê birîne. 9 jin wê nikaribin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, nameyan bidin û bişînin û telefonî malbatên xwe bikin.
31 Tebax 2021
Leşkerê ku di operasyona “Pençik-Piling”ê de brîndar bûbû, miriye
Îsmaîl Şebelekê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê derman dibû, duh miriye.
30 Tebax 2021
Dadgehê di biryara bi hêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye”
Dadgeha ku 9 sal û 9 meh ceza li rojnamevan Îbrahîm Karakaş birîbû di biryara bihêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye.”
27 Tebax 2021
Dadgehê ji ber şikenandina cama avahiya AKPyê cezayê miebetê li wan biriye
Dadgehê cezayê miebeta girankirî li pênc kesan biriye ku ji ber şikenandina cama avahiya AKPyê dihatin dadgehkirin. Bersûcan gotibûn ku dema destekerkirî bûn, îşkence li wan hatiye kirin.
26 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ku di Nobeta Edaletê de ne carekî din daxwaza edaletê kirine.
25 Tebax 2021
PENê banga piştgiriyê ji bo Meral Şîmşek, nivîskara Kurd kiriye
Meral Şîmşek, endama PENê, helbestvan û nivîskara Kurd bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” heta 15 salî û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” jî heta 7 sal û nîvan jê re cezayê girtîgehê tê xwestin.
25 Tebax 2021
Ji ber "Kobanî û Newrozê" doz li nivîskar Yavûz Ekîncî hatiye vekirin
Derbarê nivîskar Yavûz Ekînciyî de ji ber ku di navbera salên 2013 û 2014an de li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîs û dîmenê têkildarî piştgirîkirina Kobanî û Newroza Amedê belav kiriye, doz hatiye vekirin. Ekîncî ragihandiye ku danişîna destpêkê wê di 9ê Îlonê de pêk were.
25 Tebax 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDP: Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye: "Weke HDP, em her êrişa li ser çand û zimanê gelê Kurd weke êriş û bêrêziya li dijî gelê Kurd bixwe dibînin."
25 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Edalet ji her kesî re pêwîst e
Malbata Şenyaşar dixwaze ku bi Serdozgerê Komarî yê Rihayê re hevdîtinê pêkbîne. Lêbelê heta niha daxwaza malbatê nehatiye qebûlkirin.
24 Tebax 2021
HDP: Li girtîgehê stranên bi kurdî û govendgirtin qedexe ne an na?
Semra Guzel, Parlamentera Amedê ya HDPê têkildarî lêpirsîna ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê derbarê 9 jinên girtî yên siyasî de hatiye destpêkirin, pêşniyarnameyek bi kurdî ji bo bibersivîne pêşkeşî Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê kiriye. Li Girtîgeha Xarpêtê jinên girtî ji ber ku stranên kurdî gotine, govend girtine û sirûd xwendine derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
24 Tebax 2021
“Gotinên cidakar ên li dijî penaberan zêde bûne”
IHDyê di rapora xwe ya “Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê” de daxwaz hatiye kirin ku bila lêpirsîna êrîşên nîjadperest, cidakar û nefretkirinê bê kirin.
23 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Her rojek ku em li vir dimînin ji bo edaleta Tirkiyeyê rûreşiye
Ferît Şenyaşarê ku bi dayîka xwe re 168 roj in li ber edliyeyê di Nobeta Edaletê de ye gotiye, “Her rojek ku em li vir dimînin, ji bo edaleta Tirkiyeyê rûreşiye.”
23 Tebax 2021
Derbarê Leyla Guvenê û 8 girtiyên jin de lêpirsîna ‘stranên kurdî’ hatiye destpêkirin
Li Girtîgeha Xarpêtê derbarê Leyla Guven û 8 girtiyên jin de ji ber ku stranên kurdî gotine lêpirsîn hatiye destpêkirin.
23 Tebax 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Walîtiya Mêrdînê heta 15 rojan hemû çalakî qedexe kirine
Walîtiya Mêrdînê aşkere kiriye ku heta 15 rojan hemû çalakiyên weke xwenîşandan, mitîng, civînên li cihên vekirî û yên weke wan hatine qedexekirin.
20 Tebax 2021
“Azadiya protestokirinê bi awayekî cidî tê astengkirin”
Coşkûn Ustercî, Sekreterê Giştî yê TIHVê di civînê de got ku “Di demokrasiyekê de ger welatî nikaribin azadiya xwe ya kombûnê bikar bînin, gelo wê çawa bikaribin kesên biryaran didin rexne bikin û li dijî wan biryaran derkevin?”
19 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Malbata Şenyaşar di hesabên xwe yên medya civakî de Rêvebiriya Emniyeta Rihayê û Walîtiya Rihayê etiket kiriye û gotiye, “Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e”
19 Tebax 2021
Meclîsa Jinan a HDPyê rapora xizaniya jinan amade kiriye
Di rapora Meclîsa Jinan a HDPyê de behsa pirsgirêkên ekonomîk ên paleyên jin, xwendekarên zanîngehan ên jin û yên din kirine.
19 Tebax 2021
Partiyên siyasî: Bila Tirkiye rêzê li daxwaza xelkên Şingalê bigire
Partiyên di bin navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” hatine ba hev gotine ku bila Tirkiye “Rêzgirtinê ji xelkê Şingalê û statuya Kurdistanê re bigire.” DBP, KCD, HDP û TJAyê jî derbarê mijarê de civîneke hevbeş li dar xistiye.
18 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Emîne Şenyaşarê gotiye, “Kurê min di girtîgehê de ye lê kujer li derve digerin. Em edaletê dixwazin. Ev çawa edalete? Ev çawa dewlete? Pankartên me didizin, êdî bese. Bila qeydên nexweşxaneyê were derxistin.”
18 Tebax 2021
1
...
60
61
62
63
64
...
71
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver