TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 61
“Belgeyên Pirsûsê ji Enqereyê hatin”
Parêzer Ûçarê gotiye ku di doza Pirsûsê de lêpirsîneke berfireh û kûr nehatiye kirin û wiha axiviye: “Me parêzeran bi derfetên xwe li rojnameyan nêrî û belge û zanyariyên bidestxistin, em bala we dikişînin ser wan.”
30 Îlon 2021
Li Êlihê Polîsan gule bera ciwanekî daye
Li Kolana Seyîtlera Êlihê bi iddiaya ku li dijî kontrola GBTyê derketiye polîsan gule bera ciwanê bi navê Sûat Şahînî daye û bi giranî birîndar kiriye.
29 Îlon 2021
Bi îdiaya “Heqaret li Serokomarî kiriye” hatiye girtin
Tûgay Odabaşioglû, Serokê Baskê Ciwanan ê CHPya Denizliyê bi îdiaya ku heqaret li Serokomar Erdoganî kiriye, hatiye desteserkirin û paşê jî hatiye girtin.
29 Îlon 2021
"Çekdaran gotin ‘Em polîs in’ û bi darê zorê xwestin bikevin mala min"
Tulay Hatîmogûllari, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDPyê gotiye ku du çekdarên xwe weke polîsan dane naskirin, li Enqereyê zor dane deriyê mala wê.
28 Îlon 2021
Biryara girtinê heye, lê kes nehatiye girtin
Di doza qetlîama Vartînîsê de digel biryara girtinê jî, heta niha Bulent Karaoglû, Fermendarê Cendermeyan ê navçeyê nehatiye girtin.
28 Îlon 2021
Dadgehekê nivîskar Nurcan Kaya bi sal û sê meh cezayê girtîgehê ceza kiriye
9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji ber parvekirinên wê yên sala 2014an, sal û 3 meh cezayê girtîgehê li nivîskar û mafparêz Nûrcan Kayayê biriye.
27 Îlon 2021
Ji bo mirina bi îşkenceyê 500 hezar lîre ceza birîne
Li gel ku bi biryara dadgehê hatibû peyitandin, mirin di êşkenceyê de çêbûyî, dosye bi hinceta ku dema bi ser ve çûye bi dawî bûbû. Dadgeha Destûrî têkildarî dosyeyê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye: Mafê jiyanî hatiye binpêkirin, wê 500 hezar lîre tazmînatê bide malbatê.
23 Îlon 2021
Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Azîz Orûçî betal kiriye
Rojnameger Azîz Orûç ji ber ku di dema xwendekariya xwe de tevlî çalakiyek bûye 6 sal û 3 meh ceza xweribû. Dadgeha Bilind ew cezayê Orûçî betal kiriye.
22 Îlon 2021
Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 maf hatine binpêkirin
Li gorî rapora Şaxa Îzmîrê ya ÎHDyê li Herêma Egeyê di 4 mehên dawî de 6 hezar û 383 maf hatine binpêkirin. Zafer Încîn, Serokê Şaxê diyar kiriye ku piştî Peymana Stenbolê hatiye betalkirin mafên jinan zêdetir binpê bûye.
22 Îlon 2021
Li Enqereyê midaxeleyî çalakiya xwendekarên bêwargeh kirine: 9 kes hatine desteserkirin
Çalakiyên “Cih tune ku em lê bihewin” (Barınamıyoruz) ku xwendekarên zanîngehan ji bo zêdebûna kirêyên xaniyan û lêçûnên wargehan protesto bikin, dabûn destpêkirin belav dibe. Polîsan midaxeleyî çalakiya li Enqereyê kiriye û 9 xwendekar desteser kirine.
21 Îlon 2021
Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî daye
Kadîr Karacelîk, Serokê Baroya Mûşê wiha axivî: “Ev helbet biryareke tedbîrê ye. Cardin em nikarin bibêjin ji bo mexdûran edalet bi temamî pêk nehatiye, di bûyerên wiha giran de biryara desteserkirinê jî nadin. Ji ber vî tiştî, biryara girtinê dilê mirovan xweş dike.”
21 Îlon 2021
Ayça Söylemez
Di 6 mehan de hezar û 98 kes desteser kirine, 33 kes girtine
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê gotiye ku, mafparêzên li dijî binpêkirina mafan û azadiyan derketine, hatine desteserkirin, girtin, îşkence li wan bûye û bi lêpirsînan hatine astengkirin.
21 Îlon 2021
Li Antalyayê êrişî otobusa "Ozlem Diyarbakir"ê kirine
Li bajarê Antalyayê êrişî otobusa serbi şirketa “Ozlem Diyarbakir”a Amedê kirine û 2 rêwî brîndar bûne.
21 Îlon 2021
Ji ber bibîranîna Mûsa Anterî çalakî li Mêrdînê qedexe kirine
Walîtiya Mêrdînê biryar daye û aşkere kiriye ku li tevahiya bajêr heta 15 rojan hemû çalakî û bername hatine qedexekirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de yadkirina Apê Mûsa weke sedema qedexeya çalakiyan nîşan daye.
20 Îlon 2021
Malbata Şenyaşar bang li dozgerî kiriye: Heke tu nikarî edaletê pêkbînî, îstifa bike
Malbata Şenyaşar, bang li Onder Yenîçerî, Serdozgerê Komarî yê Rihayê kiriye û gotiye: “Heke tu nikarî edaletê pêkbînî, îstîfa bike.”
17 Îlon 2021
Girtiyê nexweş Ozkan tehliye nekirine: We fêm nake û nabihîze
Ozkan bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bûye. Lê dengê dadger û dozgeran neçûye wî. Gardiyanê li bal wî, ji “We fêm nake û nabihîze.”
16 Îlon 2021
Dadgehê destûr nedaye Guven û Alokmen bi kurdî parastina xwe bikin
Leyla Guven, Hevseroka KCDê û Hulya Alokmen, Hevseroka HDPê ya Amedê li dijî cezayê ji ber govend û stranên kurdî li wan hatibû birîn, xwestine bi kurdî parastina xwe bikin. Dadgehê daxwaza wan qebûl nekiriye.
16 Îlon 2021
Xelatên Hrant Dînkî, dane Canan Arin û Maria Ressayê
Xelatên Hrant Dînkî îsal dane parêzer û jinparêz, Can Arin û rojnamegera filipînî Maria Ressayê.
16 Îlon 2021
Meclîsa Jinan a HDPê ji bo kampanyaya xizaniya jinan çûye Dîlokê
Meclîsa Jinan a HDPê di çarçoveya kampanyaya “Ji Xizaniya Jinan re Na” de li Dîlokê bi jinan re hatine gel hev.
15 Îlon 2021
Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 191emîn de ye
Malbata Şenyaşar gotiye, ““Pergala bêedalet, neçare ku têk biçe.”
15 Îlon 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Îndeksa Azadiyên Ekonomîk: Tirkiye di rêza 114an de ye
Di îndeksê de 165 welat hene. Tirkiye di sala 2018an de bi 6.60 pûanan di rêza 100an de bû. Di sala 2019an de pûanê wê bûye 6.54 û daketiye rêza 114an.
15 Îlon 2021
78 baro: Êrişa li dijî parastinê nayê qebûlkirin
78 baroyan bal kişandiye ser zêdebûna êriş û gefên li dijî mafên parastinê û daxwaz kirine polîs û serokê dadgehê yên ku parezer û Serokê Baroya Amedê bi darê zorê ji salona dadgehê derxistine, ji kar werin dûrxistin.
15 Îlon 2021
“Ji bo penaber û koçberan çareseriya mirovî mimkun e”
Yekitî Ji Bo Demokrasiyê bi sernava “Ji bo penaber û koçberan çareseriya mirovî mimkun e” têkildarî pirsgirêka koçberî û penaberiyê belgeyekî helwestê amade kiriye.
14 Îlon 2021
Mafparêzan xwestiye Kavala azad bibe
Rêxistinên mafparêz, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kiriye ku Osman Kavala azad bibe.
14 Îlon 2021
Polîsan Serokê Baroyê û parêzer bi darê zorê ji dadgehê derxistine
Serokê heyeta dadgehê di doza dadgehkirina Ayşe Gokkan, hevşaredara berê ya Nisêbînê de Serokê Baroya Amedê û parêzer bi darê zorê ji salona dadgehê derxistine.
14 Îlon 2021
Baro wê ji bo Malbata Şenyaşar heta Edliyeya Rihayê bimeşin
Malbata Şenyaşar gotiye, “Baroyên li Tirkiyeyê wê li hember vê bêhiqûqî û bêedaletiyê bêdeng nemînin. Baro, di danişîna 12ê Çiriya Paşiyê de wê heta Edliyeya Rihayê bimeşin.”
13 Îlon 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Wanê 299 penaber hatine desteserkirin
Li wanê di hefteyekê de 299 paneber hatine desteserkirin. Bi gûmana bazirganiya mirovan dikin lêpirsîn li 15 kesan vebûye. Li gorî daneyên NYyê heta dawiya ve salê 515 hezar kes dibe ji Afganistanê koç bikin.
13 Îlon 2021
Di 18 mehan de herî kêm 1209 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine
Di 18 mehan de herî kêm 1209 karker ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di 18 mehên şewbê de herî kêm hezar û 209 karker ji ber Covîd-19ê mirine. Ji kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine jê 106 karkerên jin, 1103 jî karkerên mêr bûne.
13 Îlon 2021
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bûye
Li girtîgehan di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de çalakiya greva birçîbûnê destpê kiribû. Grev bêdem û dorveger bû û kesên diketin grevê destpêkê 5 rojan tê de diman. Lê ji 14ê Tîrmehê û pê de ev dem bûbû 15 roj.
13 Îlon 2021
Di 3 sal û nîvan de 16 kes bi wesayîtên hêzên ewlekariyê mirine
Li gorî xebata TIHVê di navbera salên 1ê Kanûna Pêşiya 2018an û 10ê Îlona 2021an de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 9 jê zarok 16 kes mirine.
10 Îlon 2021
Hûtmasî Kîskaya li parkekê hepskirî ye, xwestiye xwe bikuje
Kîska, hûtmasiya ku li parka avê ya li Marinelanda DYAyê ev 44 sal in dîl hatiye girtin û îzole ye, xwe li binguhê dîwarên tanka betonî xistiye û xwestiye xwe bikuje.
10 Îlon 2021
DMMEyê 130 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê biriye
DMMEyê têkildarî serlêdana Mûrat Yilmaz û Bişar Ayhan biryar daye. Li gorî biryarê wê Tirkiye 130 hezar Euro tezmînatê bide. Yilmaz û Ayhan 12 sal berê bazirganiya sînor dikirin, di dema bazirganiyê de li baregeha leşkerî gule bera wan hatiye dayîn. Di encamê de Yilmaz dimire, Ayhan jî brîndar dibe.
10 Îlon 2021
1
...
59
60
61
62
63
...
70
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver