Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên ciwanê ku li meydana Newrozê ya amedê hatibû kuştin xwestiye polîsê ew ciwan kuştî bê girtin lê 7. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev yek qebûl nekiriye.
Hewrweha Saziya Tiba Edlî dîsa ji bo dadgehê rapor neşandiye. Îro polîsê bi navê Y.Ş. bi sûcê kuştina bi zanebûnî hatiye dadkirin. Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê 20 polîs jî çûne salona dadkirinê.
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin.
(AS/MB)