Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sêyem danişîna doza kuştina Kemal Kûrkûtî îro li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kiriye. Polîsan sala 2017ê li Amedê di dema pîrozbahiyên Newrozê de gule bera Kemal Kûrkûtî dabûn û ew kuştibûn.
Polîsê bersûc Y. Ş û parêzerê wî beşdarî danişînê nebûne û daxwaza girtina polîsî jî nehatiye qebûlkirin.
Ew rapora ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye xwestin jî hê negihiştiye dadgehê. Di raporê de wê bê diyarkirin ku bê guleya li Kemal Kûrkûtî ketiye ji kîjan hêlê ve hatiye kirin.
Di danişîna îro de parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, parêzera malbata Kûrkûtî gotiye, “Hemû armanca me ya di vê dosyayê û dosyayên weke vê, yên mafên jiyanê hatine binpêkirin de ew e ku hemû delîl bên komkirin û em bigihêjin rastiyê. Ji bo mirovên din li ser vê xakê neyên kuştin, divê dadkirineke adil çêbibe.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktarî jî diyar kiriye ku ew ê her danişînê daxwaza girtina polîsê bersûc bînin ziman.
Heyeta dadgehê daxwaza girtina polîsê bersûc Y. Ş. qebûl nekiriye.
Her weha parêzeran daxwaz kiriye ku li polîsên li cihê bûyerê were guhdarkirin. Heyetê biryar girtiye ku ji bo tespîtkirina polîsan bila nivîs ji Midûriyeta Emniyetê re were nivîsandin.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin.(AS/FD)