Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Dadweriya Ceza ya Sulhê ji bo lêpirsîna kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut biryara veşarîtiyê stand ku Kurkut li Amedê roja Newrozê dema dixwest bikeve qada Newrozê ji hêla polîsan ve hat kuştin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ku lêpirsînê dike, ji bo ku derbarê dosyaya lêpirsîna Kurkut de biryara veşarîtiyê bistîne serî li Dadweriya Ceza ya Sulhê da. Dadweriyê serdana dozgeriyê nirxand û ji bo lêpirsîna dosyeya Kurkut biryara veşarîtiyê stand.
Bi ev biryara dadweriyê re parêzerên malbata Kurkut heta ku doz vebe wê nikaribin xwe bigihînin dokuman û zanyaiyên di dosyeya lêpirsînê de. Parêzer wê giliyê vê biryarê ösjsıç
Beriya niha jî Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê kuştina Kurkut de biryara qedexekirina weşanê girtibû.
Çi bibû
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin.
(EA/FD)