Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Meydana Newrozê ya Amedê polîsan ciwanek kêr di destan de bû kuşt. Li ser vê bûyerê walîtîyê daxuyanîyek da.
Walîtîyê bi daxuyaniyê diyar kir ku “di destê wî kesê hatî kuştin de çenteyek û kêrek hebû û wî gotiye ‘ez ê we hemîyan bikujim’ li ser vê yekê guman çêbûye ku ew xwekujek be.”
Lê di wêneyên Dihaberê belav kirîn de diyar dibe ku dema ew kes hatî kuştin ji navtengê bi jor ve tazî bûye.
bianetê bûyer ji IHDyê pirsî Berpirsiyarîya IHDyê ya Amedê eşkere kir ku hêj bûyer ne zelal e û ew ê lêkolînê li ser bûyerê bike.
Welat Newsê eşkere kiriye ku navê wî kesê hatî kuştin Kemal Kurkut e.
Polîsan fîşek berdan hewa û paşê berdan wî
Li gor nûçeya dihaberê ew kes ji noqteya polîsan reviyaye. Kêrek di destên wî de bûye. Fermandarê polîsan digel ku gotiye “lê nedin” dîsa jî polîsan fîşek berdane wî.
Piştî fîşek li Korkûtî kesine ew 10-15 metreyên dî jî çûye û paşê ketiye. Ambûlansan ew biriye nexweşxaneyê lê miriye. (AS/MB)