Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
5êm danişîna doza kuştina Kemal Kûrkûtî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kiriye. Kûrkût di dema pîrozbahiyên Newroza 2017ê de, li Amedê hatibû kuştin. Di dozê de polîsê ku gule bera Kurkûtî daye tê dadkirin.
Rapora ku dadgehê ji Buroya Krîmînal a Netewî xwestiye li dadgehê hatiye xwendin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku “polîs Y. Ş Kemal Kûrkût kiriye hedef û rasterast gule bera daye û kesê Kûrkût kuştiye polîsê bersûc Y. Ş ye”.
“Bi guleya ku pekiya ye nehatiye kuştin”
Polîsê bersûc Y. Ş yê ku nehatiye girtin û parêzerî wî, Ferhat Kûrkût, birayê Kemal Kûrkût û parêzerên wan, Mûsa Farîsoglûlları, Semra Guzel û Dersîm Dag, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê û rêveberên HDPya Amedê beşdarî danişînê bûne.
Serokê dadgehê diyar kiriye ku rapora wan ji Buroya Krîmînal a Netewî xwestiye hatiye ber destê wan û beşa dawî ya raporê xwendiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di beşa dawî ya raporê de wiha hatiye gotin:
“… Di vê demê de hatiye dîtin, polîsê ku tê zenkirin failê bûyerê ye, berê devançeya xwe li Kûrkûtî rast kiriye, Kemal ne bi guleya ku pekiya ye, polîsê gumanbar bi devançeya xwe Kemal kiriye hedef û bera wî daye;
“Bi vê guleberdanê de hatiye dîtin ku devançe ber bi jor ve bilind bûye,
“Piştî ku polîsê tê zenkirin failê bûyerê ye gule berda ye, hatiye dîtin ku Kemalî bi aliyê xwe yê çepê girtiye û reviya ye”.
“Kesê ku gule bera Kemal Kûrkûtî daye Y. Ş. ye”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku failê bûyerê polîsê gumanbar Y. Ş. ye.
Piştî ku beşê dawî yê raporê hatiye xwendin polîsê gumanbar Y. Ş. yî paraznameya xwe pêşkêş kiriye û li dijî rapora Buroya Krîmînal a Netewî derketiye.
Y. Ş. yî daxwaz kiriye ku bila rapor ji nû ve were çêkirin.
Mehmet Emîn Aktar yek ji parêzerên malbata Kûrkûtî diyar kir ku polîsê bersûc bêyî ku bê girtin tê dadkirin, biryara kontrola edlî ya derbarî wî de di navbera du danişînan de, 2yê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê de hatiye rakirin û ew dixwazin polîsê bersûc bê girtin.
Dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û daxwaza girtin û biryara kontrola edlî ya derbarî polîsê bersûc Y. Ş. yî de qebûl nekiriye.
Her weha rapora pêvekê ya ji Buroya Krîmînal a Netewî hatiye were xwestin.
Dadkirin wê 30ê Gulana 2019ê saet, 09.25ê de berdewam bike. (AS/FD)