Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê ragihand ku di bûyera kuştina Kemal Kurkut de du polîs ji hêla Walîtiyê ve ji kar hatin dûrxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hate diyarkirin ku lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarî ve hatiye destpêkirin, berdewam dike û Walîtiyê ji bo lêpirsîna îdarî bê kirin daxwaza mufetişan ji Wezareta Navxweyî kiriye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî de ji du polîsên ku îfadeya wan hat standin, yek ji wan ji hêla dozgeriyê ve hat berdan. Polîsê din ku bi tawana ‘kuştina bizanebûn’ daxwaza girtina wî hatibû kirin û ew şandibûn ber dadgehê jî, ji hêla Dadweriya Ceza ya Sulh a Nobedar ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Biryara qedexeya weşanê hat standin
Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Amedê, derbarê bûyera kuştina Kurkut ê li xala kontrolê ya polîsan de biryara qedexeya weşanê stand.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salê, 21ê Adarê di Newroza Amedê de, li xala kontrolê ya polîsan a nêzîkî Parka Newrozê ya li ser Kolana Evrim Alataşê rastî gulebarana polîsan hat. Kurkut ê ku birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Walîtiya Amedê daxuyanî derbarê bûyerê de da û got ku di destê Kurkut de kêr hebû û ‘guman hebû ku xwekuj e’ û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.
Piştî bûyerê hin fotograf ji hêla dihaberê hatin belavkirin ku di wan fotografan de Kurkut ê ku di destê wî de kêr heye, ser laşê wî bê cil e û li xala kontrolê bi polîsan re nîqaş dike. Herwiha tê dîtin ku Kurkut dest bi revê dike û polîsan gule bera jor didan. dihaberê nivîsand ku herçiqas fermandarekî polîsan gotiye ‘gule bernedin’ jî gule bera Kurkut dane.
Kurkut ê li bajarê Semsûrê hatiye dinê û li Zanîngeha Inonuyê di Fakulteya Huneran de beşa muzikî dixwend.
Waliyê Amedê Huseyin Aksoy piştî fotograf di dihaberê de hatin weşandin diyar kiribû ku agahiyên polîsan dane û fotograf hev nagirin û aşkere kiribû uk hewce bike ew ê biryara jikardurxistinê bistînin.
(FD)