Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) (3) bitikîne
Piştî ku Rûsyayê biryar da û serxwebûna Donetsk û Lûganskê nas kir, Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li gel kiriyiye.
Zelenskiyî diyar kiriye ku Rûsyayê bi gavên dawiyê serwerî û hevgirtina xaka Ûkraynayê binpê kiriye û “Hemû berpirsiyariya encamên biryara hatiye dayîn, li ser milê Rûsyayê ye.”
Zelenskiyî gotiye ev biryar tê wê wateyê ku Rûsya yekalî ji peymana Mînskê derketiye û biryarên Formata Normandiyayê paşguh kirine û hewldanên aştiyê têk biriye.
Serokdewletê Ûkraynayê bang li dewletên peywendîdar kiriye ku Civîna Bilind a Çarkolî ya Normandiyayê kom bikin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh bi şev, di televizyonên Rûsyayê de axivîbû û Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luhanskê weke du welatên serbixwe nas kiribû.
Pûtînî plana bipêşxistina çekên nûkleerî yên Ûkraynayê weke “gef” binav kiribû û gotibû “Em ê bersiva van gefan bidin.”
Serokdewletê Rûsyayê li Kremlinê, li ber kamerayan bi serokên her du komaran re peymanên naskirin û hevkariyê îmze kiribû.
Pûtînî piştî wê bi çend saetan ferman daye Artêşa Rûsyayê ku her du herêmên serxwebûna xwe ragihandine biparêzin. Pûtînî ev ferman bi gotina “parastina aştiyê” daye.
Wezareta Karûbarên Derve daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û ji bo biryara Rûsyayê gotiye, “Biryara naskirina qaşo Komarên Donetsk û Luhanskê qebûl nakin.”
Serokên DYA, Fransa û Almanyayê roja duşemê bi rêya telefonê axivîne û gotine ku, li dijî Rûsyayê “ew ê bi berdewamî gavên paşê e bi hev re koordîne bikin.”
Koşka Spî jî daxuyaniyek weşandiye û serokan biryara Pûtînî ya derbarê her du komaran de “şermezar kiriye”
Berdevkê Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NYyê jî ji bo biryara navborî diyar kiriye ku Rûsyayê hevgirtina xakê û serweriya Ûkraynayê binpê kiriye. (AEK/HA/FD)