Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) (3) bitikîne
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî. Mattis di dema çûna Başûrê Rojhilatê Asyayê de di balafirê de ji rojnamegeran re axivî.
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Mattis diyar kir ku Tirkiyeyê beriya li bakurê Sûriyeyê bide hişyarî daye Amerîkayê:
“Beriya bombebaranê ji me re gotin ku ew ê vê bikin.”
Mattis derbarê YPGyê de got, “Bandora xwe peyitandin. Bi hezaran windahiyên wan çêbû, lê we ew dîtin, bi piştgiriya koalisyonê DAIŞ li ser ruyê Sûriyeyê paqij kirin.”
Duh jî Wezareta Karên Devre ya DYAyê daxuyaniyek belav kir û got ku Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê roja şemiyê bi Wezîrên Karên Derve yê Tirkiye û Rûsyayê re bi rêya telefonê axiviye û wiha gotiye:
“Weke hevalbendeke NATOyê û weke hevalbendeke girîng a di têkbirina DAIŞê de em di wê baldariyê de berdewam in ku metirsiyên Tirkiyeyê fam bikin.
Li gel vê em bang li Tirkiyeyê dikin ku çarçove û dema vê operasyonê bi sînor bike û heta ji destên wan were xwe nehêlin windahiyên sivîl çêbibin.”
Jea-Yves Le Drian Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku derbarê operasyona li hemberî Efrînê ya Tirkiyeyê de civînê li dar bixin. Piştî vê bangê NYyê biryar girt ku civîn çêbibe. Civîn wê îro bi rê ve biçe.
Le Drian ji rojnamegeran re axivî bû û rîskên ku wê operasyona Efrînê derxe holê bi gotina “gelekî cidî” nirxandibû û li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê nivîsandibû ku “Dawî li pevçûnê bînin û ji bo alîkariya mirovî biçe herêmê rê vekin.” (EKN/HK/EA/FD)