TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 427
Li Almanyayê hevdîtinên koalisyonê têk çûn, hilbijartina pêşwext di rojevê de ye
Hevdîtinên avakirina hikumeteke koalisyonê yên çend heftene bi rêve diçin têk çûn ku di navbera Partiya Merkel Serokwezîra Almanyayê û Partiyên Demokratên Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan de çêdibûn. Partiya Çepan banga hilbijartina pêşwext kir.
20 Mijdar 2017
Li Tirkiyeyê 2 hezar û 800 zarok di girtîgehan de ne
Li gor Rapora Zarokên Girtî ya CİSST/TCPSê, di 10 salên dawiyê de 92 caran giliya girtîgehên zarokan hatiye kirin ku li wan deran îşkence li zarokan tê kirin. Lê bi tenê berpirsek hat girtin.
20 Mijdar 2017
Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Walîtiya Enqereyê bi hinceta “Exlaqê cemawerî” û “hestyariyên civakî” ji bo demeke nediyar bernameyên ku “wê ji hêla saziyên sivîl ên LGBTİyan ve bên lidarxistin” qedexe kirin. Komeleyên LGBTİyan bertek nîşan da.
20 Mijdar 2017
Atolyeya Mêrdînê ya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî hedef hat nîşandan
Atolyeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî ya ku wê li Mêrdînê bihata lidarxistin, di medyayê de weke hedef hat nîşandan. Atolye ji hêla bianetê ve dihat çêkirin û KaosGLyê piştevaniya wê dikir.
20 Mijdar 2017
Nûriye Gulmen nehat tehliyekirin
Nûriye Gulmen dersdêra girtî ya di greva birçîbûnê de ye bi rêya SEGBİSê beşdarî daneşîna doza ku tê darizandin bû, cara pêşiyê li pêşberî dadgehê axivî; “Heke ku em ne mafdar bûna gelo meyê karîba greva birçîbûnê bikira? Gelo meyê karîba di ber xwe de bida?”
17 Mijdar 2017
Tirkiyeyê leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vegerandine, NATOyê karmendên xwe ji karî avêtine
Li Norveçê di tetbîqata leşkerî de teknîsyenekê li ser texteyê rêberên dijmin navê Atatirkî nivîsîye û kesekî/ê li ser navê Erdoganî hesabekê sexte yê medyaya civakî vekiriye. Li ser vê yekê Tirkiyeyê leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vegerandine.
17 Mijdar 2017
NATO: Heke ku Tirkiye S-400an bikire wê nikaribe teknolojiya NATOyê bikar bîne
Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
17 Mijdar 2017
“Biryara Dadgeha Bilind a li ser ‘sempatiyê’ biryareka emsal e”
Dadgeha Bilind biryar da ku ‘sempatî ji bo endambûna rêxistinekê ne delîlek e” Ahmet Ozmenê serokê BAROyê diyar kir ev biryar “biryareka emsal e.”
17 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Miftîyekî zewaca bûk û zavayekî çêkir lê Diyanetê eşkere kir ku miftî nehatine erkdarkirin
Li navçeya Bismîlê ya Diyarbekirê, bi rêûrismeka şaredariyê amade kirî miftîyê navçeyê zewaca bûk û zavayekî çêkir lê Berpirsiyarîya Diyanetê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku miftî ji bo çêkirina zewacê nehatine erkdarkirin.
17 Mijdar 2017
Di rojeva wezîrên Yekîtîya Ewropayê de kêmkirina bûtçeya alîkariya Tirkiyeyê heye
Wezîrên darayî yên dewletên li Yekîtîya Ewropayê îro ji bo diyarkirina bûtçeya 2018ê kom bûn. Di rojeva wezîran de kêmkirina bûtçeya ji bo arîkariya Tirkiyeyê jî heye.
17 Mijdar 2017
Li Pasûrê navçeya Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li sê gundikên navçeya Pasûrê ya Amedê bi hinceta ku wê operasyon çêbibe derketina derve hat qedexekirin.
17 Mijdar 2017
Akademisyenên Fransî piştgiriya Osman Kavalayî kirin
Akademisyenên Fransî bi armanca piştgiriya Osman Kavalayî daxuyaniyek belav kirin: “Osman Kavala weke rewşenbirên din ê Tirkiyeyî li welatî tenê ma hîna jî akademisyenên muxalif tepeser dikin û rojnamegeran digirin”.
17 Mijdar 2017
Reza Zarrab beşdarî civîna dadkirinê nebûye
Reza Zarrabê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) girtî ye duhî beşdarî civîna dadkirina xwe nebû. Ji bo standina agahiyên li ser Zarrabî Tirkiyeyê nota dabû DYAyê.
17 Mijdar 2017
Li Avaşîn Basyanê pevçûn derket: 2 leşker mirin
Hêzên TSKyê li herêma Avaşîn Basyanê li hemberî PKKyê operasyonek li dir xist ku di bin kontrola Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ye. Di dema operasyonê de pevçûn derket û du leşker mirin, leşkerek jî bi giranî birîndar bû.
16 Mijdar 2017
Dadgeha Dûstûrî serlêdana Gulser Yildirim Parlamentera HDPyê ret kir
Serlêdana Gursel Yildirim Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin. Dadgehê beriya niha bi çar salan biryar girtibû ku girtitiya Balbay Parlamenterê CHPyê “mafê hilbijartin û hilbijirînê binpê dike.”
16 Mijdar 2017
“Rewşa Reza Zarrabî baş e”
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî eşkere kir, rayedarên Amerîkayê ji wî re gotine rewşa Reza Zarrabî baş e. Şeş roj bûn ku agahî ji Reza Zarrabî nehibû standin.
16 Mijdar 2017
Bersûcê doza Berkîn Elvanî nehat dadgehê, rapora bûyerê kêm e
Di Berxwedana Gezîyê de, zarokek bi navê miribû. Doza li ser mirina wî hat birêvebirin lê polîsê bersûc nehat dadgehê.
16 Mijdar 2017
Walîtiya Enqereyê Rojên Filman ên LGBTİyê betal kir
Rojên Filman ên LGBTİ yên Alman piştî ku li ser medyaya civakî bi hashtagên #LGBTFilmGünleriİptalEdilsin (Bila Rojên Filman ên LGBTİyê bên betalkirin) û #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) hin tweet hatin avêtin ji hêla Valîtiyê ve hat betalkirin.
16 Mijdar 2017
Tirkiyeyê li ser Reza Zarrabî agahî ji Amerîkayê xwestine
Salek û nîv e ku karsazê ji Tirkiyeyê Reza Zarrab li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatiye girtin û agahî jê nehatiye standin li ser vê yekê, Tirkiyeyê daxwaza agahîyan kiriye.
16 Mijdar 2017
Li 12 taxên Farqînê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Amedê aşkere kir ku li 12 tax û gundikên navçeya Farqînê ji ber operasyona leşkerî ji saetên sibê û pê de biryara qedexeya derketina derve hat standin.
16 Mijdar 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Yildirim Parlamentera HDPyê di dosyayekê de tehliye bû, lê wê girtî bimîne
Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di doza xwe ya “propagandeya rêxistina terorê û teşwîqkirina gel a ji bo serhildanê” tehliye bû lê ji ber doza wê ya “endamtiya rêxistina terorê” girtî ma.
15 Mijdar 2017
Ekin Karaca
Rêxistinên jinan aşkere kirin ku li Girtîgeha Elezîzê îşkence li çar jinan hatiye kirin
Rêxistinen jinan derbarê îdiayên îşkenceyê yên li Girtîgeha Elezîzê de daxuyaniyek dan û gotin ku çar jinên girtî yên siyasî ji 1ê Çiriya Paşiye de di greva birçîbûnê de ne û di hucreyên yek kesî de tên girtin.
15 Mijdar 2017
Tansu Pişkin
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborînê kir
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborîna fermî kir û xwest ku rastiyên derbarê qetlîamê bi raya giştî re par ve bikin, ci û warên windayan lêkolîn bikin û ji bo kesên ku mirine merasîma yadkirinê bê çêkirin.
15 Mijdar 2017
Filmê anîmasyon ê ku behsa superzarokê Sûriyeyî dike li Chicagoyê du xelat standin
Filmê bi navê “Hadîa” (Hediye) li Festîvala Filmên Zarokan a Chicagoyê ya Navnetewî du xelat standin. Derhênerê filmî Sînem Sakaoglû ye û film di çarçoveya projeya Anadulu Kültürê ya bi navê “Mîrateya Çandî ya Sûriyeyê ya ji bo Zarokan: Pirtûk û Lîstik” de hatiye amadekirin.
15 Mijdar 2017
DMMEyê Tirkiye mehkûm kir ku ji ber nîşana serfiraziyê cezayê girtinê dabû Işikirikî
DMMEyê ji ber 4 sal 8 meh cezayê girtinê dabû Işikirikî Tirkiye bi dayina tezmînatê mehkûm kir ku Işikirik bi beşdarbûna merasîma cenazeyekî û çalakiyeke li zanîngeha xwe û nîşana serfiraziyê hatibû sûcdarkirin û ceza lê birîbûn.
15 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Senatoya DYAyê karbidestiya bikaranîna çekên nukleer a Trumpî nîqaş dike
Komîteya Karên Derve ya Senatoya DYAyê piştî 40 salan careke din karbidestiya bikaranîna çekên nukleer a Serokê DYAyê nîqaş dike. Demokrat dibêjin ku “Ji ber Trump gelekî bêhevseng e û guherbar e em bi endîşe ne”.
15 Mijdar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parlamenterê AKPyê: Divê mafê jiyanê nedin van akademisyenan
Parlamenterê AKPyê Kavcioglûyî ji bo akademisyenên aştîxwaz got, “Li ti welatê mafê jiyanê nadin yek ji van akademisyen, siyasetmedar û rojnamegerên ku ev belavok îmze kirine.”
15 Mijdar 2017
Tirkiye di nava wan welatan de ye ku azadiya înternetê herî zêde tê astengkirin
Tirkiye di rapora Azadiya Internetê ya 2017yê de yek ji welatên azadî herî zêde lê tê astengkirin de ye ku rapor ji hêla Freedom Housê saziya ramanê ya DYAyî ve hatiye amadekirin.
14 Mijdar 2017
BBC: HSDyê 250 DAIŞî bi rengekî ewle ji Reqqayê derxistine
BBCyê îdia kir ku 250 DAIŞî ji hêla hêzên HSDyê û koalisyona di bin serpereştiya DYA û Ingiltereyê de tevlî sivîlan ji Reqqayê hatine derxistine.
14 Mijdar 2017
Pisporên serbixwe yên NYyê bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
Pênc pisyorên serbixwe yên Usûlên Taybet ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) bertek nîşanî biryarên girtina parêzer û mafparêzan û sûcdarkirina wan a ji ber “terorê” dan.
14 Mijdar 2017
Selçûk Kozagaçli Serokê ÇHDyê hat girtin
Serokê Giştî yê ÇHDyê û yek ji parêzerên doza Somayê Selçûk Kozagaçli duh piştî jêpirsîna dadweriya ceza ya sulhê, hat girtin.
14 Mijdar 2017
Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Di sêyemîn daneşîna doza medyayê ya hewldana darbeyê de jî biryara tehliyeyê derneket ku 17 kes tên dadgehkirin. Di destpêka daneşînê de heyeta dadgehê axavtina parêzerên Altanan asteng kirin û ew ji salonê avêtin.
13 Mijdar 2017
Elif Akgül
1
...
425
426
427
428
429
...
436
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver