İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 414
Êrîşa çekdarî ya li ser buroya parêzer Heval Yildiz Karasûyê hatiye protestokirin
Hiqûqnasan û nûnerên rêxistinên mafên mirovan, êrîşa çekdarî ya li ser buroya parêzer Heval Yildiz Karasûyê li Eskîşehîrê protesto kirin.
26 Îlon 2018
Polîsên Îskoçî li dijî zewaca bi darê zorê, afîşên bi kurdî amade kirine
Polîsên Îskoçî, kampanyayek li dijî sûcên nefretê daye destpêkirin û di vê kampanyayê de transfobî, homofobî, baweriya hişk û cidaxwaziya li ser kêmendaman kiriye hedef. Polîsan di afîşên xwe yên derbarê zewaca bi darê zorê de cî daye kurdî jî.
26 Îlon 2018
Can Dundar: Ez ê di civîna çapemeniyê de pirsan li Erdoganî bikim
Rojnameger Can Dundarê li Almanyayê dijî, gotiye, ew ê beşdarî wê civîna çapemeniyê bibe ku di dema serdana Erdoganî de wê bi Merkelê re çêbike. Dundarî diyar kiriye ku ew ê pirsan li Erdoganî bike.
26 Îlon 2018
Bill Cosby ji ber tecawizê hatiye girtin
Ji ber ku tiryak daye jinekê û tecawizî wê kiriye, dadgehê ji 3 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê daye Bll Cosbyyî. Zêdetirî 40 jinan giliyê Cosbyyî kiriye. Cosby şandine girtîgehê.
26 Îlon 2018
“Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” derket
Ferhengoka Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî ya Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorên bianet kurdî yê amade kirine derket.
26 Îlon 2018
Sê pirtûkên Weşanxaneya Avestayê hatine qedexekirin
Pirtûka bi navê “Kürt Ulusal Hareketi” (Tevgera Netewî ya Kurdan) ya Chris Kutscherayê, ya bi navê “Kürtler ve Kürdistan” (Kurd û Kurdistan) a Abdurrahman Qasimloyî û ya bi navê “1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri” (Serhildana Kurdan a 1880ê Şêx Ubuydullah Nehrî” ya Celîlê Celîlî hatine qedexekirin. Weşanxaneya Avestayê her sê pirtûk çap kirine.
26 Îlon 2018
"Jin jin e, miraza min ew e ku nebe weke mêran"
Miqabilê vê yekê, desthilata mêran, tûndkariya mêran kêm nabe berevajiyê wê zêde dibe. Ji ber ku mêr di fikarê de ne. Hin jin êdî hene ku dikarin bêjin na, mahir in, siyaset, zanist, hûner û rojnamegeriyê ji wan re nahêlin.
26 Îlon 2018
Ulaş Bayraktar
Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
Vê sibeyê wesayita karkerên avakirinê yên Balafirgeha 3. a Stenbolê, karker li ber baranê hiştine û ew nebirine cihê karkirinê. Karkeran ji ber vê yekê xwe nîşandanek pêk aniye. Hêzên Ewlehiyê sê karker desteser kirine.
25 Îlon 2018
Sal û 11 meh ceza li Ferhat Tûncî hatiye birîn
Sal û 11 meh cezayê girtîgehê li hunermend Ferhat Tûncî hatiye birîn. Ji bo cezayên ku berê hatibûn taloqkirin wê taqîbat li Tûncî bê kirin.
25 Îlon 2018
Daxwaza tazmînatê ya rojnameger Yucelî nehatiye qebûlkirin
Daxwaza tazmînatê ya rojnameger Denîz Yucelî ji hêla 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve nehatiye qebûlkirin. Yucel bêyî ku îdianame ji bo wî bê hazirkirin, 367 rojan girtî mabû û paşê hatibû berdan.
25 Îlon 2018
Pınar Tarcan
Zanîngehekê piştî akademîsyenek ji karê wê avêtî gotara wê jî ji kitêba dersan avêtiye
Zanîngeha Kocaelîyê piştî ku Doç. Dr. Gul Koksalê “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirî ew ji karî avêtiye. Zanîngeh dê îsal kitêba dersan ji nû ve çap bike lê dê gotara zanistî ya Gul Koksalê ji kitêbê bavêje.
25 Îlon 2018
"Merkel wê neçe ser sifreya Erdoganî"
Serokwezîra Almanyayê Merkel û Wezîrê Karên Derve Maas jî li gel gelek siyasetmedarên din beşdarî wê bernameya xwarinê nabin ku ji bo Erdoganî wê çêbibe. Steinmeier, Serokomarê Almanyayê roja pêşnceşemê wê ji bo Erdoganî xwarinekê bide.
25 Îlon 2018
Lêpirsîn li xwendekarên ku ala keskesorê hilgirtine hatiye vekirin
Lêpirsîn li wan xwendekaran hatiye vekirin ku di merasîma mezûniyê ya ODTÜyê de al hilgirtibûn. Ji xwendekaran hatiye pirsîn ku “Hilgirtin û belavkrina alê sûc e, te belav kiriye?”, “We ji bo protestoyê al belav kiriye?” “Pîspîsk hebû?”.
24 Îlon 2018
Ji 60 bajaran 15 hezar jin tevlî 6em Tûra Pisqilêtan a Jinên Xemilandî bûne
6em Tûra Pisqilêtan a Jinên Xemilandî di çarçoveya Roja Bajarên Bêotomobîl a Cîhanê de çêbûye. li 60 bajaran 15 hezar jinan pisqilêt ajotiye.
24 Îlon 2018
Kampa Weşangeriya Femînîst hatiye pêkanîn
Kolektîfa Weşangeriya Femînîst 20-23yê Îlonê Kampa Weşangeriya Femînîst pêk aniye.
24 Îlon 2018
Erdogan li DYAyê axivî ye: Em ê operasyonê li Rojhilatê Fêratê jî çêbikin
Erdoganî gotiye: “Di demên pêşiya me de em ê gavên weke operasyona Mertalê Feratê û Çeqle Zeytûnê li Rojhilatê Feratê jî bavêjin.”
24 Îlon 2018
Pirtûka Mûrat Bayramî ya bi navê “Belkî îşev binive” hatiye çapkirin
Pirtûka Mûrat Bayramê rojnameger, “Belkî îşev binive” ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Bayram, bûyerên ku dema qedexeya derketina derve qewimîne, bi çavê rojnamegerekî vedibêje.
24 Îlon 2018
Dibistana Mafên Mirovan wê vebe
Dersên online ên Dibistana Mafen Mirovan wê sala 2019ê dest pê bikin. Avakar û xebatkarên Navenda Mafên Mirovan a Fakulteya Zanyariyên Siyasî karê Dibistanê dimeşînin ku Navend hatibû girtin.
24 Îlon 2018
Weşanxaneya Avestayê “Kurd di tarîxa Teberî de” weşandiye
“Kurd di tarîxa Teberî de” ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.
21 Îlon 2018
Di 4 rojan de li madenan 4 caran qeza çêbûye
Piştî 14ê Îlonê, di çar rojan de li madenan çar caran qeza çêbûye. Di encamê de kesek miriye, 12 kes birîndar bûne.
21 Îlon 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Firêna wesayita zirxkirî saxlem bûye”
Polîsekê bi navê O.Y. Gulana 2017ê dema wesayita zirxkirî ya polîsan diajot wesayit li dîwarekê daye û bi ser du zarokên 6 û heftsalî de herifandiye. Muhemed Yildirimê 7 salî û Furkan Yildirimê 6 salî li bin dîwarî mane û mirine.
21 Îlon 2018
Dadgeha Destûrî biryar daye ku “mafê dadkirina serbixwe hatiye binpêkirin"
Dadgeha Destûrî biryara cezayê muebetê ya ku DGMyê ji bo Abdûllah Altûnî daye nirxandiye û biryar girtiye ku “mafê dadkirinê yê li dadgeheke serbixwe û bêalî hatiye binpêkirin.” Li gorî vê biryarê wê Altûn dîsa bê dadkirin.
21 Îlon 2018
Ayça Söylemez
Şeş meh in ku karkerên Yeşil Holdîngê mehaneyên xwe nestandine
Piştî karkerên avakarên Balafirgeha 3. û karkerên Cargillê, karkerên Yeşil Holdîngê jî dest bi xwenîşandanan kiriye.
21 Îlon 2018
Hikmet Adal
Rojnamegerê Avûstûryayî, Zirngast hatiye girtin
Max Zirngast, rojnamegerê Avûstûryayî û Mithatcan Turetken û Hatîce Goz endamên Meclîsa Avakar a Partiya Azadiya Civakî ji hêla dadgehê ve hatine girtin.
21 Îlon 2018
PENa Tirkiyeyê: Ji pevçûn, xirecir û şerî re na
Navenda PENa Tirkiyeyê ji bo 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kirine û tê de gotine: “Em neçar in ku di nava aştiyê de û bi hev re bijîn!”
21 Îlon 2018
Wekîlê CHPyî yê di girtîgehê de, Enîs Berberoglû serbest bûye
Wekîlê Stenbolê yê CHPyî(Partiya Komarê ya Gelî), Enîs Berberoglû duhî êvarî ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê derketiye.
21 Îlon 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Polîsê ku Kemal Kûrkût kuştiye nehatiye girtin
Parêzerên malbata Kûrkûtî daxwaz kirine ku ji bo bêcezatî ji holê rabe divê polîsê Kemal Kûrkûtî kuştiye bê girtin, lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Kemal Kûrkût dema xwestibû biçe qada Newrozê, ji hêla polîsan ve hatibû kuştin.
20 Îlon 2018
Nirxê pereyê tirkan kêm bû, simît biha bû
Ji ber ku nirxê dolar û euroyî li ber pereyê tirkan zêde bûye, li Stenbolê bihayê simîtan jî hatiye zêdekirin. Li gorî biryarê, 25 quriş hatiye ser bihayê simîtê û simîtek bûye bi lîreyek û 75 qurişan.
20 Îlon 2018
Ji bo rûnê palmê, daristaneke bi qasî mezinbûna Stenbolê hatiye tunekirin
Li gorî rapora Greenpeaceê ya “Ber bi paş ve jimartina Ji bo Daristanên Baranan”, şîrketên li cîhanê tên naskirin, ji bo rûnê palmê bi dest bixin, daristaneke bi qasî Stenbolê tune kirine.
20 Îlon 2018
Îbrahîm Ayhanê sîyasetmedar koça dawiyê kiriye
Îbrahîm Ayhanê ku du caran ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bûbû parlementer li Herêma Kurdistanê ya Iraqê miriye.
20 Îlon 2018
Polîsên Alman êrîşî Berxwedana Daristana Hambachê kirine
Kesên li Daristana Hambachê dijîn berxwedana xwe ya li dijî birîna daran berdewam dikin. Di encama êrîşa polîsên Alman de rojnamegerek miriye. Rêveberiya Ren-Vestfalya ya Bakur biryar girtiye ku operasyonê bidin sekinandin.
20 Îlon 2018
Beşdarî atolyeyên rojnamegeriyê bibin
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet bengî rojnamegerên li medyayê kar dikin, rojnamegerên bêkar hatîn hiştin, xwedekarên beşa ragihandinê, xwendekarên beşa radyo û televizyongerîyê bila beşdarî atolyeyên me bibin. Ji bo daxwaza beşdariyê 21ê Îlonê roja dawiyê ye.
20 Îlon 2018
1
...
412
413
414
415
416
...
423
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver