TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 413
Wezareta Karên Derve: Di agirbestnameya ji bo Sûriyeyê de navê Efrînê nîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauertî gotibû: “Divê Tirkiye agirbestnameyê dîsa bixwîne” wezareta karên derve got: “Gotinên Amerîkayê yek car bêbingeh in”
28 Sibat 2018
Parlamenteriya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhanê HDPyî hat betalkirin
Parlamenteriya Yildirimî bi hinceta ku ji “heqaret li Serokomar kiriye”, ya Ayhanî jî bi hinceta ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn hatiye betalkirin.
27 Sibat 2018
Di bernameyên 45 Festîvalên Mûzîkê de wê hejmara jin û mêran wek hev bin
45 festîvalên muzîkê yên di çarçoveya înîsiyatîfa Keychange de hatin ba hev biryar girtin ku di çarçoveya wekheviya zayendî de bernameyên xwe amade bikin. Li gorî vê biryarê wê di bernameyên van festîvalan de hejmara muzîkjenên jin û mêr wek hev bin.
27 Sibat 2018
Salih Mûslîm Serbest e
Dadgeha Pragê hevserokê berê yê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD), Salih Mûslîm serbest berda.
27 Sibat 2018
“Ji bilî operasyonên li dijî DAIŞê, ji Tirkiyeyê operasyon nayê xwestin”
Berdevkê hevpeymaniya li dijî DAIŞê û fermandarê leşkerî yê Amerîkayê Ryan Dillionî li ser Twitterê bi telekonferansekê bersiva pirsên rojnamegeran da.
27 Sibat 2018
Pêşkêşvanê Akit TVyê: Heke em bixwazin sivîlan bikujin em ê ji Cihangîrê dest pê bikin
Pêşkêşvanê Akit TVyê ji bo îdiayên ku dibêjin Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê sivîlan dikuje got, “Yawo heke em bixwazin ku sivîlan bikujin em ê ji Cîhangîrê dest pê bikin; Nîşantaşi û Etîler…Ne wisa, gelek xayîn hene. TBMM heye”.
27 Sibat 2018
Gelo Salih Mûslîm dê ji bo Tirkiyeyê bê şandin?
Piştî ku hevserokê berê yê Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD) li Çekyayê hat desteserkirin li Tirkiyeyê minaqeşeya “îadekirina Tirkiyeyê ya Salih Mûslimî” dest pê kir.
26 Sibat 2018
Macronî ji Erdoganî re gotiye ku biryara agirbestê ji bo Efrînê jî derbas dibe
Li gorî nûçeya Reutersê, Macronî ji Erdoganî re gotiye ku agirbesta NYyê pesend kiriye ji bo Efrînê jî derbas dibe
26 Sibat 2018
Li gorî nûçeya DHAyê tîmên taybet ber bi Efrînê ve bi rê ketine
Tîmên taybet ên cenderme û polîsan ên bi ser Artêşa Tirkiyeyê ve girêdayi ne, ji navçeya Hassayê ber bi Efrînê ve derketin rê ku hefteya borî dema hêzên bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve çûbûn Efrînê, hatibû aşkere kirin ku wê tîmên taybet ên Tirkiyeyê biçin Efrînê.
26 Sibat 2018
Morrisseyî xwest ku “çewlikên kurkan bên girtin”
Mûzîkjen Morrisseyî nameyek nivîsand û ji ber ku bikaranîna ajalan li sîrkan qedexe kiriye spasiyên xwe pêşkêşî Îrlandayê kiriye û xwest ku “çewlikên kurkan bên girtin”.
26 Sibat 2018
Ji ber parvekirinên li ser opersyona “çiqilê zeytûnan” 845 kes hatine desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku 845 kesên li medyaya civakî nerazîbûna xwe ji bo operasyona li ser Efrînê diyar kirîn hatine desteserkirin.
26 Sibat 2018
NYyê agirbest îlan kir lê hikûmeta Sûriyeyê êrîşên li Gutayê nesekinandine
Digel ku roja Şemiyê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê ji bo 30 rojan agir best îlan kir, hikûmeta Sûriyeyê roja Yekşemê ji erd û esmanan ve êrîşî Gutayê kiriye.
26 Sibat 2018
Erdoganî ji fermandarê Amerîkayê re got “ho bêexlaqo” û “ho bêwijdano”
Fermandarê ku berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ye, Adrian Gallovayî eşkere kir ku di operasyona li ser Efrînê de sivîl jî têne kuştin. Erdoganî ji bo fermandarî gotinên “ho bêexlaqo” û “ho bêwijdano” gotin.
23 Sibat 2018
Di 3yemîn salvegera mirina wî de wê Yaşar Kemal bê yadkirin
Nivîskar Yaşar Kemal 24ê Sibatê, di 3yemîn salvegera mirina xwe de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a li navçeya Sariyerê bê yadkirin. Di çarçoveya bernameyê de wê stran bên gotin, pêşangehek bê vekirin û li ser jiyan û berhemên Yaşar Kemalî bê axavtin.
23 Sibat 2018
Afîşa “Bibager” a Rêxistina Efûyê li Washingtonê hat qedexekirin
Destûr nehat dayin ku afîşên “Hindik maye ku bager rabe, beşdarî nava me bibin” a Rêxistina Efûyê ya Navdewletî li rawestgehên metroyê yên li Washington DCyê werin daleqandin. Li ser afîşan wêneyê Trump, Putin û Kim Jong-un heye.
23 Sibat 2018
Rûsya bû asteng û nehêla Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê agirbestê îlan bike
Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bû, Rûsyayê reşbeleka “li Sûriyeyê îlankirina agirbesteka ji bo 30 rojan” red kir.
23 Sibat 2018
Parlamentoya Hollandayê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir
Baskê jêr ê Parlamentoya Hollandayê, pêşnûmeyek qebûl kir ku bûyerên 1915yê weke qirkirin nas dike. Hikûmeta Hollandayê aşkere kir ku ew ê weke parlamentoyê tevnegerin.
23 Sibat 2018
HRW: Li Efrînê 27 sivîl mirine, çêdibe hersê êrîş jî ne hiqûqî bin
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan(HRW) îro eşkere kir ku di sê bombardimanên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) kirîn de “welê dixweyî ku ji bo parastina sivîlan tedbîrên pêwîst nehatine girtin.”
23 Sibat 2018
Dadgehan daxwaza rakirina qedexeya li ser çalakiyên LGTByê red kir
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTyê qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.
22 Sibat 2018
Reuters: Artêşa Sûriyeyê ket herêma di bin kontrola YPGyê de
Ajansa nûçeyan a navneteweyî, Reutersê agahiyên nûçeyeka xwe spartiye şahidekê û diyar kiriye Artêşa Sûriyeyê li Helebê ket herêmên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) de.
22 Sibat 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Komîserê YEyê: Em nikarin paşguh bikin ku kêmayîyên hiqûqa li Tirkiyeyê hene
Komîserê berpirsê geşepêdanên Yekîtîya Ewropayê(YE), Johannes Hahn bi rojnameya Die WEltê re li ser rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê axivîye.
22 Sibat 2018
Neteweyên Yekbûyî ji bo li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin dê bicive
Lijneya Ewlehiyê ya Netweyên Yekbûyî, ji bo li Sûriyeyê 30 rojan agirbest bê îlankirin reşbelekek amade kiriye. Endamên lijneyê ji bo qebûlkirina reşbelekê dê îro deng bidin.
22 Sibat 2018
AKP û MHPyê ji bo hevpeymaniya di hilbijartinan de reşbelekek daye meclîsê
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) ji bo hevpeymaniya di hilbijartinan de reşbelekeka guhertina qanûnan daye meclîsê.
22 Sibat 2018
Dîren Coşkûnê navber daye rojiya mirinê
Girtîya trans Dîren Coşkûn li girtîgehê 27 rojan ket rojiya mirinê. Piştî hevdîtinên digel birêvebiriya girtîgehê Coşkûnê îro navber da rojiya mirinê.
21 Sibat 2018
Çiçek Tahaoğlu
Berdevkê serokkomariyê: Peywendiya Enqere û Şamê nîne lê çêdibe paşê hebe
Berdevkê serokkomariyê, Îbrahîm Kalinî got peywendiya Tirkiyeyê û Sûriyeyê ya rasterast nîne lê yek ji hersê garantorên Sûriyeyê Tirkiye ye û pêwîst be peywendî dê bêne danîn.
21 Sibat 2018
Celalettîn Can jî tê de 16 birêvebirên HDP/HDKyê hatin girtin
Birêvebirên HDP/HDKyê Celalettin Can, Filiz Yılmaz, Metin İlan, Suphi Yıldız, Bedia Aydemir, Gonca Yangöz, Şamil Altan, Abdulselam Yolcu, Taylan Talaş, Hüseyin Gencer, Atilla Sayır, Erhan Sarıkaya, Gülsen Biter, Vahit Dalgıç, Taylan Ürün û Can Memiş hatin girtin.
21 Sibat 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Şeveka li çolê
Dema min bi mereqdariyê li wî kesê li erdê dinêrî hinekan hewil da wî ji erdê rake. Dema wê komê ez bi paş de avêtim ciwanê serê wî şikestî ji ber çavê min çû, ez reviyam û dûr ketim.
21 Sibat 2018
Tayfun Pirselimoğlu
Serdar Başçetîn Akademisyenê Aştîxwaz hat girtin
Kûtay Merîç Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Halkevleriyê û Serdar Başçetîn Akademisyenê Aştîxwaz hatin girtin ku ji ber parvekirinên wan ên medyaya civakî heft roj in desteserkirî bûn.
20 Sibat 2018
“Hûn çawa bi hêstirên desteserkirî re diaxivîn?”
Li navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê leşkeran çar hêstir desteser kirine û gotine “piştî temamkirina pêvajoya desteserkirinê dê ji bo serdozgeriyê bêne şandin.”
20 Sibat 2018
Li Gutayê bi êrîşeka ji asîmanan, 77 sivîl mirine 20 ji wan zarok bûne
Hêzên Asîmanan yên Sûriyeyê ji asîmanan êrîşî bakurê Gutayê kirine, bi êrîşê 77 kes mirine, 20 ji miriyan zarok bûne.
20 Sibat 2018
Ji bo Serpîl Kemalbayê biryara serbestiyê hat dayin
Ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê Serpîl Kemalbay îro piştî derket pêşberiya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê hat dayin. Kemalbay ji 13yê Sibatê û vir ve desteserkirî bû.
20 Sibat 2018
16emîn Festîvala Filman a Jinan a Filmmorê dest pê dike
16emîn Festîvala Filman a Jinan a Filmmorê ya Gerok 10ê Adarê li Stenbolê dest pê dike. Festîval heta 10ê Gulanê wê li Trabzon, Îzmîr, Antalya, Bodrûm, Mêrsîn, Edene û Amedê filman pêşkêşî jinan bike.
20 Sibat 2018
1
...
411
412
413
414
415
...
422
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver