İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 405
9em Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan wê li Îzmîrê çêbibe
9em Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan li Îzmîrê di rojên di 5-8ê Kanûna Pêşiyê de, li Navenda Çanda Fransayê wê pêk bê.
30 Mijdar 2018
Wezareta Dadê, wergera biryarê şandiye dadgehê
Wezareta Dadê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Demîrtaşî wergerandiye tirkî û şandiye 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Parêzerên Demîrtaşî diyar kirin ku ew li bendî biryara tehliyekirinê ne.
30 Mijdar 2018
Li Gurcistanê yekem car e ku jinek bûye serokomar
Li Gurcistanê yekem car e ku jinek weke serokomar hatiye hilbijartin. Navê jina ku bûye serokomar Salome Zurabişvili ye. Gurcistan di rêjaya jinan a li parlamentoyê de di asta cîhanê de li rêza 123yê de ye.
30 Mijdar 2018
5 sal piştî buyêrê biryara “lêkolîna li cihê bûyerê” hatiye dayîn
Onerê 19 salî li Amedê di encama lêdana wesayîta zirxî ya leşkerî de mirîbû. Dadgehê, 5 sal piştî buyêrê biryara lêkolînkirina cihê bûyerê daye.
30 Mijdar 2018
Parêzer û bertawan ne hazir bûn lê dadgehê ceza li akedemisyenekî birî
Heyeta 28em DCGyê digel ku akademisyen Onûr Baysal û parêzerê wî beşdarî danişînê nebûn jî sal û 3 meh ceza li akademisyenî birî. Aşkerekirina biryarê taloq kir.
30 Mijdar 2018
Tansu Pişkin
Rojnameger Îsmînaz Temel dîsa nehate berdan
27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna xwe ya îro de biryar girt ku Hunkar Hudayî Yûrtsever, Îlhan Aslan û Mazlûm Demîrtaş bên tehliyekirin. Lê ji bo rojnameger Îsmînaz Temel, Erkan Kakça û Çoşkûn Yîgîtî biryara berdanê neda.
29 Mijdar 2018
Tansu Pişkin
Cezayê 5 berpirsên weşana Ozgur Gundemê hatiye pesend kirin
Dadgeha Îstinafê cezayê rojnameger Ayşe Duzkan, Ragip Duran û niviskarên rojnamêya Ozgur Gundemê Mehmet Alî Çelebî û Huseyîn Bektaş, Berpirsê Weşanê yên Giştî yê rojnamê yê berê Huseyîn Aykolî pesend kiriye ku bibûn berpirsê weşana Ozgur Gundemê.
29 Mijdar 2018
“Kaltirîn Serhildêrê Cîhanê” miriye
Çalakvan û nivîskarê îngilîz Harry Leslie Smith di 95 saliya xwe de miriye ku xwe were “Kaltirîn Serhildêrê Cîhanê” bi nav dikir.
29 Mijdar 2018
Li Licêya Amedê operasyon bi dawî hatiye, qedexeya derketina derve rabûye
Biryara qedexeya ku li ser 4 gund û 7 gundikên Licêya Amedê hatibû ragihandin bi dawî hatiye.
29 Mijdar 2018
Sal û sê meh cezayê girtinê li akademisyenekî hate birîn
Dadgehê sal û sê meh cezayê girtinê li akademisyen Sînan Yildirmazî birî. Aşkerekirina biryarê taloq kir. Akademisyen Fikret Uyarê ku îfadeya xwe li Amedê daye, xwestiye parastina xwe li Stenbolê bike.
29 Mijdar 2018
NY: Di nava 5 salan de li Sûriyeyê 3 hezar û 891 zarok hatine kuştin
Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ya derbarê Sûriyeyê de, zarok herî kêm rastî 12 hezar bûyerên tundkariya giran hatine.
28 Mijdar 2018
Ji bo Halîde Cerrarê kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkirin
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, banga berdana parlamentera felestînî Halîde Cerrar li rayedarên Îsraîlê kir.
28 Mijdar 2018
Di 10 salan de 57 hezar bûyerên tundkariya li ser jinan hatine tomarkirin
Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan, di navbera salên 2008 û 2017ê de 56 hezar û 979 bûyerên tundkariya li ser jinan hatine tomarkirin. Li gorî van daneyên fermî di navbera van salan de 474 jin hatine kuştin.
28 Mijdar 2018
"Dibê em dengên xwe zêdetir bilind bikin, ji rojnamegerên girtî re azadî"
Îsmînaz Temel, nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) dê sibê (29ê Çiriya Paşiyê) cara 2emîn li 27emîn Dadgeha Cezaya Girana Stenbolê derkeve pêşberî dadwer.
28 Mijdar 2018
Evrim Kepenek
Jin herî zêde li nava malê rastî tundkariya mêran tên
Rapora ku lêkolînê li ser rêjeya kuştina jinan a ji ber zayenda wan hatiye aşkerekirin. Li gorî vê raporê sala 2017ê mêran 87 hezar jin kuştine. Ji sedî 58ê jinan, yan ji hêla hevalên xwe hatine kuştin an jî ji malbata wan hin kesan ew kuştine.
28 Mijdar 2018
Sê salên bê Tahîr Elçiyî...
Di 3yem salvegera kuştina wî de hempîşeyên wî, xizm û hezkiriyên wî dê Serokê Baroya Amedê bibîr bînin.
28 Mijdar 2018
Ehmeqiya çêkirî
Ma gelo we bihîstiye ku xebatkarekî mobîng, tacîz an jî tundkarî li Guler Sabanci yan jî Leyla Alatonê kiriye? Na.
28 Mijdar 2018
Müfit Can Saçıntı
“Berdêla rastiyan ji rojnamegeran tê xwestin”
Rojnamegerên girtî li 29ê Çiriya Paşiyê û 6ê Kanûna pêşiyê derdikevin pêşberê dadgehê. Rojnamegeran jî bi boneya balê bikşînin ser doza hevpîşeyên xwe daxwaza berdana wan kirin.
27 Mijdar 2018
Evrim Kepenek
Dîwana Ce’ferquliyê Zengeliyî bi tîpên latînî hatiye çapkirin
Weşanxaneya Avestayê Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî ya bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî çap kiriye.
27 Mijdar 2018
3 sal bûye ku Tahîr Elçi hatiye kuştin, hîna doz nehatiye vekirin
3 sal di ser kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê re borî ye lê hîna fail dernexistine pêşberî dadgehê. Parlamentera HDPyê Meral Daniş Beştaşê pêşniyarnameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye û gotiye ku qeydên kamerayan jî “nehatine” dîtin.
27 Mijdar 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Wezîr Çavûşoglû : Em ê îtirazê li biryara DMMEyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî gotiye ku ew ê îtirazê li biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de bikin û biryarê bibin Daîreya Mezin. Çavûşogluyî diyar kiriye ku “Çendîn welat heye biryarên DMMEyê pêknayîne.”
27 Mijdar 2018
Erdoganî 20 namzetên din ên şaredariyê aşkere kiriye
Serokomar Tayyîp Erdoganî 20 navên ku wê di hilbijartina herêmî de li ser navê AKPyê bibin namzet aşkere kiriye. Mehmet Ozhasekî namzetê Enqereyê, Nîhat Zeybekçî jî yê Îzmîrê ye.
27 Mijdar 2018
Demîrtaş: Gelekî girîng e ku daraz serbixwe, bêalî û adil be
Demîrtaşî gotiye: Biryara DMMEyê jî balê dikişîne ser wî tiştî ku Tirkiye di çi asteke xeternak de ye. Baş e, gelo hikûmet hewl dide ku dersê ji vî tiştî bistîne? Na, li dijî vê, dibêjin “me eleqedar nake”. Ji ber ku naxwazin darazê ya weke şûr e ji dest xwe berdin.”
27 Mijdar 2018
Weqfa Civaka Zelal hemû xebatên xwe daye sekinandin
Rêberiya Weqfê nûçeyên ku di medyayê de li ser wan tên belavkirin bi gotinên “îdiayên bêbengeh û spekulasyonên bêpîvan” nirxandiye û gotiye ku di vê rewşê de “ne mimkun e xebatan berdewam bikin”.
26 Mijdar 2018
Di 21 salên dawî de 601 jin di dema desteserkirinê de rastî tacîza zayendî û tecawizê hatine
Li gor rapora Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û Tecawizê, li Tirkiyeyê ji sala 1997ê heta sala 2018an, di dema desteserkirinê de 101 jin rastî tecawizê, 498 jin jî rastî tacîza zayendî hatiye.
26 Mijdar 2018
Kovara Ziryab wê pêşbirka muzîkê çêbike
Kovara Ziryab wê pêşbirka muzîkê çêbike. Di encama pêşbirkê de wê ji 3 kesên serkeftî re singilek were amadekirin.
26 Mijdar 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li ser "Belkî Îşev Binive" û Mirad Bayramî
Murat Bayram ji vê aliyê ve dişibe George Orwellî ku ew jî ji rojnamegeriyê tê û bi xemeke polîtîk dest bi nivîsandinê dike û piştre hêza edebiyatê keşif dike. Yek ji xalên balkêş ew e ku nivîskar gotinên lehengên rasteqîn bi devokên wan yên heremî nivîsiye.
26 Mijdar 2018
Rojariya
Li Stenbolê helîkoptera leşkerî ketiye, 4 leşker mirine
Li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê helîkoptera leşkerî di dema perwerdeya pîlotan de ketiye û çar leşker mirine. Leşkerek birîndar bûye.
26 Mijdar 2018
Bi wêneyan berxwedena jinan ya 25 Çiriya Paşiyê
Dîlara Şenkayayê wêneyên xwepêşandana roja 25ê Çiriya Paşiyê (Mijdar-Sermawez) û berxwedana jinan ji bo bianetê girtiye.
26 Mijdar 2018
Dilara Şenkaya
Li 5 bajaran HDPyî û hin sendîkavan hatine desteserkirin
Parlamentera kevin a HDPyê Mulkiya Bîrtanê û Hevseroka Giştî ya SESê Gonul Erden jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
26 Mijdar 2018
Li Licêya Amedê derketina derve hatiye qedexekirin
Li navçeya Licêyê ya Amedê, bi destê sibê re bi sedema ku wê operasyonên leşkerî çêbibin li 4 gund û gundîkan derketina derve hatiye qedexekirin. Ev 193emîn qedexeye ku li vê deverê tê ragihandin.
26 Mijdar 2018
Polîsan nehişt ku jin li Taksîmê ji bo 25ê Çiriya Paşiyê bimeşin
Polîsan nehişt ku jin li Taksîma Stenbolê ji bo 25ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) bimeşin. Polîsan gaz avêtin jinan ku li Qada Tunelê kom bûbûn. Lê jin ji wir neçûn.
25 Mijdar 2018
Evrim Kepenek,Hikmet Adal
1
...
403
404
405
406
407
...
414
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver