İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 403
Devikekî Bendava Dîcleyê jê bûye, lehî rabûye
Li navçeya Egilê ya Amedê ji ber baranê Bendava Dîcleyê tije bûye û devikekî bendavê ku ji bo valakirina ava zêde hatibû vekirin, jê bûye. Di encama jêbûna devikê bendavê de lehî rabûye û Baxçeyên Hevselê li ber lehiyê ketiye.
14 Kanûn 2018
Artêşa Tirkiyeyê li Şingalê daye
Recep Tayyip Erdoganê serokkomar roja Çarşemê diyar kiribû ku ew ê li “rojhilatê Firatê” bidin. TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) diyar kiriye ku wan dest bi operasyoneka li Şingalê kiriye.
14 Kanûn 2018
Pêvajo wê di 1ê meha yekem de dest pê bike
Komîteya Hilbijartinan a Bilind(YSK), ji bo hilbijartinên herêmî bernameya xwe aşkere kiriye. Hilbijartinên herêmî wê di 31ê Adara 2019an de çêbibe û pêvajoya destpêka xebatan jî di 1ê Meha Yekem a 2019an de dest pê bike.
14 Kanûn 2018
Ew kesê ku guman heye wî êrîşa li Strasbourgê kiribe hatiye kuştin
Roja Sêşemê êrîşkarekî li Strasbourgê li Meydana Noelê bi çekan li xelkê li meydanê reşandibû, sê kes kuştibûn û 13 kes birîndar kiribûn. Polîsên Fransayê diyar kiriye ku ew êrîşkar kesekê bi navê Cherif Chekatt e û wan ew kuştiye.
14 Kanûn 2018
Bi biryara Dadgeha Enqereyê, Demirtaş dê ji girtîgehê dernekeve
Dadgeha Cezayên Giran a 19. a Enqereyê biryar daye ku divê serokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demirtaş di girtîgehê de bimîne.
14 Kanûn 2018
Hejmara Şîrketên ku Konkordato ragihandiye gihiştiye 846an
Wezîra Bazirganiyê aşkere kiriye, ku hejmara şîrketên konkordato ragihandiye 846 e. Meheke berê ev hejmar 356 bû.
13 Kanûn 2018
Walîtîya Amedê li 21 gund û gundikan derketina derve qedexe kiriye
Walîtîya amedê li 21 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hênê, Farqînê û Licê derketina derve qedexe kiriye. Walîtîyê diyar kiriye operasyoneka leşkerî dê bê kirin.
13 Kanûn 2018
Polîsan bi ser avahiya HDPyê de girtiye
Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Amedê endam û rêvebirên HDPyê bi armanca piştgiriyê bide Leyla Guvenê dest bi gireva birçîbûnê kirîbû. Piştî destpêkirina girevê polîsan bi ser avahiya HDPyê ya Amedê de girt û 49 kes desteser kirin. 2 roj berê jî di heman avahiyê de 25 kes hatibû desteserkirin.
13 Kanûn 2018
Ji bo Kizilayê qeyûm hatiye erkdar kirin
3 kes wek qeyûm hatine erkdar kirin yek ji wan birayê Bînalî Yildirim, Îlhamî Yildirim e.
13 Kanûn 2018
Li Enqereyê trênekê qeza kiriye, neh kes mirine
Trêna bilez a ku ji Enqereyê ber bi Konyayê ve diçû û trênoka kontrolkirina rêyan li hev ketine. Li gor agahiyên berdest neh kes mirine 43 kes birîndar bûne.
13 Kanûn 2018
Erdogan: Çend rojên din wê li rojhilatê Firatê operasyoneke serbazî dest pê bike
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di Civîna Pilebilindên Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirk de axivî û ragihand, “di nava çend rojan de li rojhilatê Firatê operasyona leşkerî dest pê dike”.
12 Kanûn 2018
Chalak Events dê li Wanê bernameya gotûbêj û kurtefîlmên kurdî pêk bîne
Chalak Eventsa Wanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew ê li bajarê Wanê bernameyeka gotûbêj û kurtefîlmên pêk bîne. Bername dê 13ê Kanûna Paşiyê(13.12.2018) bê pêanîn.
12 Kanûn 2018
2 hezar û 880 welatiyên Tirkiyeyê daxwaza îltîcayê ji welatên Yekitiya Ewropayê kiriye
Daxwaza îltîcayê herî zêde di meha Çiriya Pêşiyê ya 2018an de ji welatên Yekitiya Ewropayê (YE)yê hatiye kirin.
12 Kanûn 2018
Êrîşkarekî, li Strasbourgê ya kêm sê kes kuştine
Êrîşkarekî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji sê cihan gulle li xelkê reşandine û ya kêm sê kes kuştine 13 kes birîndar kirine. Birîna 8 birîndaran giran e.
12 Kanûn 2018
Yekem rûniştina dadkirina heft Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê îro ye
Heft xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê desteserkirin û girtina hevalên xwe protesto kiribûn, dadgehê doz li wan vekiriye. Dadgehê îro biryar daye ku du xwendekar dê bi zorê ji bo dadgehê bêne birin û du xwendekar dê bêne girtin.
12 Kanûn 2018
Polîsan li wesayitekê reşandiye, zarokek miriye
Polîsan li Navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê gulle li wesayitekê barandine. Di wesayitê de 3 kes hebûne yek ji wan miriye. Ji ber bûyerê bûyerê kesek hatiye desteserkirin.
12 Kanûn 2018
Dadgeha Stenbolê 2 sal û 3 meh ceza daye Prof. Dr. Gencay Gursoyî
Prof. Dr. Gursoy ji ber ku rapora wî hebûye beşdarî li danişîna xwe ya li Stenbolê nekiriye. Di encama anîna belgeyên nû de dadgehê 2 sal û 3 meh ceza li Gursoy biriye.
12 Kanûn 2018
Tansu Pişkin
Li Tirkiye û Ewropayê mehaneya herî kêm çi qas e?
Ji bo diyarkirina mehaneya(mûçe) herî kêm aliyên peywendîdar van rojan kom dibin û hewil didin biryarekê bidin. Li Tirkiyeyê brût(hemî tê de) mehaneya herî kêm 330 Euro ye, piştî bac û kêmkirinên mecbûrî mehane dibin 262 Euro.
12 Kanûn 2018
Tep û rep!
Ji stranên li ser tûndkariyê hatî nivîsîn strana herî baş rasterst behsa lêdanê dike straneka tirkî ye. “Pata-Pata (Dayak Cennetten Çıkma, Tep û rep, lêdan ji Cinetê hatiye).” Tûndkarî bêyî kînaye û henekan wek tişteka şîrîn tê nîşandan wê meşrû dike.
12 Kanûn 2018
Derya Bengi
Xwediyên Xelata Nobelî a Aştiyê banga sekinandina tûndkariya cînsî kirin
Nadiye Muradê û Denis Mukwegeyî gotine: Civak û raya giştî ya cîhanê, ji tûndkariyên cînsî yên di demên şer de pêktên re bê deng diminîn. Ji bo cezakirina berpirsên van tûndkariyan daxwaza pêngavên nû ji lîderên cîhanê kirin.
11 Kanûn 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
‘’Erê hevalên hêja hûn bi xêr hatin kanala min!’’
Ez dixwazim we hişyar bikim ku ev hevpeyvîn ji aliye kesekî ve tê rêvebirin yanî ya ku pirsa dipirse jî Gîska Gerok e ya ku bersivan dide jî ew e.
11 Kanûn 2018
Gulsumakê
Mêran di Çiriya Paşiyê de 22 jin kuştine
Mêran tûndkarî li zarokekê kiriye, taciz li ya kêm 8 jinan kiriye, bi zorê karê seksê li jinekê daye kirin.
11 Kanûn 2018
Evrim Kepenek
Karkerên IZBANê dest bi grevê kiriye
Karkerên, Sîstemê Banlioyê yên Izmîrê(IZBAN) daye zanîn ku ew ê dest bi grevê bikin.
10 Kanûn 2018
Li seranserê cîhanê 164 mîlyon karkerên koçber hene
Rexistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî(NY), duyemîn rapora xwe ya Texmînên Kurevî yên Karkerên Koçber ya vê salê eşkere kiriye. Li gor van texmînên rêxistinê, li seranserê cîhanê 164 mîlyon karkerên koçber hene.
10 Kanûn 2018
“Tartuffe” wê li Stenbolê, Îzmîr û Enqereyê bi kurdî bilîze
Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika bi navê Tartuffe ya nivîskarê navdar Moliere-î li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bilîze.
10 Kanûn 2018
Qanûna parastina xwezayê hatiye weşandin
Meclîsê “Qanûna Derdorê û Guhertinên Di Wê Qanûnê De” weşandiye. Li gor qanûnê piştî 2021ê kîsikên plastîk dê bi pereyan bê dayin, belaşdayina kîsikan(poşetan) dê qedexe be.
10 Kanûn 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Kovara Nûbihar bi hejmara xwe ya 145an li ber destê xwendekaran e
Di hejmara 145an ya kovara Nûbiharê de helbestên li ser ziman, nivîsên lêkolînî, çîrok û folklor hene. Çend nivîs û helbest jî ji zimanên din ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin.
10 Kanûn 2018
Bernameya Hefteya Mafên Mirovan wê li Sultanahmetê dest pê bike
İHD û THİV ji bo 10ê Kanûna Pêşiyê Roja Mafên Mirovan wê li Qada Sultanahmetê wê îro bernameyekê çêbikin. Piştî vê bernameyê wê hefteyekê ji bo heman rojê bernameyên curbecur çêbibin.
10 Kanûn 2018
Samî Tan: Kovara Zend, hîm û bingehê zimanê têgehan û yê termînolojiyê ye
Yek ji kovara herî demdirêj ya Kurdî li bakur û Tirkiyê kovara zend tevî hemû astengiyan hejmara xwe ya 26an derxist. Edîtorê kovarê Samî Tan destnîşan dike ku wekî hemû xebatên tekîldarên kurdî xebatên kovara Zend jî ketiye ber xezeba Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyeyê.
10 Kanûn 2018
Aren Yıldırım
Belgefilma “GAĞAND”* wê li Stenbolê bê nîşandan
Belgefilma bi navê “Gağand” ya ji hêla Ûmûr Hozatliyî ve hatiye kişandin û behsa Cejna Gağandê dike wê li Stenbolê bê nîşandan.
7 Kanûn 2018
CHPyê 17 berbijêrên xwe yên şaredariyan aşkere kiriye
Beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, partîyên siyasî ji bo diyarkirina berbijêran xebatên xwe di domînin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Torunî, îro berbijêrên 17 bajaran aşkere kiriye. Herweha Şaredarê Bajarê Mezin ê Eskîşehîrê Yilmaz Buyukerşen û Şaredara Bajarê Aydinê dubare berbijêrin.
7 Kanûn 2018
Hunermend Yelda Abbasî piştî îfadedayinê hatiye berdan
Hunermend Yelda Abbasî duh bi şev (6ê Kanûna Pêşiyê) li Balafirxaneya Ataturkê hatiye desteserkirin. Abbasî ji bo beşdarî bernameya pîrozbahiyê ya NÇMyê hatiye Tirkiyeyê. Abbasi piştî îfade daye dozgeriyê hatiye berdan.
7 Kanûn 2018
1
...
401
402
403
404
405
...
412
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver