TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 404
Heta biryarek bê dayin Carles Puigdemont dê desteserkirî be
Di roja Yekşemê de sîyasetmedarê ji Katalûnyayê, Carles Puigdemont li Almanyayê hatibû desteserkirin, dadgeheka Almanyayê biryar da heta dadgeheka bilind ji bo şandin an neşandina Îspanyayê biryarê bide sîyasetmedarê navborî dê desteserkirî be.
27 Adar 2018
Li Efrîn û Çiyayên Amanosan 3 leşker mirine
Li gorî daxuyaniya TSKyê li Efrînê di encama teqîna teqemeniyê de du leşker mirine. Li Çiyayên Amanosan ên li Hatayê jî leşkerek miriye.
27 Adar 2018
Li 37 gund û gundikên Licê û Hênê qedexe hat ragihandin
Bi hinceta ku li 37 herêmên cuda yên navçeyên Licê û Hênê wê operasyon çêbibe biryara qedexeyê ya derketina derve hat standin.
27 Adar 2018
“Xelkê Yemenê bi bombeyên DYAyê têne kuştin”
Sê sal in ku li Yemenê şerek heye. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê li ser rewşa Yemenê daxuyaniyek belav kir.
26 Adar 2018
DYA û 15 welatên din wê dîplomatên Rûsî dersînor bikin
DYAyê derbarê mijara jehrîkirina sîxurê berê yê Rûsî de, ji bo piştgiriya bi Îngiltereyê re biryara dersînorkirina 60 dîplomatên ji Rûsyayê standi. Almanya di nav de 15 welatên din jî biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dane.
26 Adar 2018
Konsera Rûşen Alkarê di 3yê Nîsanê de ye
Rûşen Alkar dê 3yê Nîsanê li Stenbolê li Cemiyetê konserekê bide.
26 Adar 2018
"Handa"ya Sîdar Jîrî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin
Pîrtûka Sîdar Jîrî a bi navê "Handa" ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.
26 Adar 2018
Li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e
Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku “Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e.”
26 Adar 2018
E-Kovara Çandnameyê hat weşandin
Malpera Çandnameyê ya ku nivîs û nûçeyên li ser çandê belav dike, E-Kovareka sêmehane bi heman navî weşand.
26 Adar 2018
Serokê berê yê Katalonyayê wê îro li Almanyayê were dadgehkirin
Puigdemont Serokê berê yê Katalonyayê, piştî ku Dadgeha Bilind a Îspanyayê li tevahiya Ewropayê derbarê wî de biryara girtinê derxist, li Almanyayê hatiye desteserkirin. Puigdemont wê îro derkeve pêşberî dadgehê.
26 Adar 2018
Odeya Bijîşkan a Amedê: #BilaDrŞerîfDemîrSerbestBibe
Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza serbestiya Dr. Şerîf Demîr, Hevserokê Odeya Bijîşkan ê Amedê kir û got; “Li gorî nirxên exlaqî yên pîşeya doktoriyê berpirsiyariya bijîşkan e ku alîgiriya aştiye bikin”.
23 Adar 2018
Heft xwendekarên desteserkirî yên Zanîngeha Bogazîçîyê serbest bûn, 5 xwendekar desteserkirî ne
Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin hê desteserkirî ne.
23 Adar 2018
Malpera onurhamzaoglunaozgurluk.orgê dest bi weşanê kir
Bi daxwaza azadiya Prof. Dr. Onûr Hamzaoglûyî Hevberdevkê HDKyê malperek hate vekirin û di malperê de tê gotin ku “Em dixwazin Hamzaoglû û aktivîst, akademisyen, zanyar, rojnameger, nivîskarên bi hincetên kêfî hatine girtin, demildest serbest bibin”.
23 Adar 2018
Avestayê “Efrîn” weşand, Kadrî Yildirim dê “Hemî Aliyên Rojavayê” binivîse
Kadrî Yildirim dê li ser “Rojavayê” rêzekirtêbekê amade bike, Weşanxaneya Avestayê ji rêza kitêban kitêba yekem weşand. Kitêba yekem li ser Efrînê ye.
23 Adar 2018
Gulsum Agaogluya birêvebira HDPyê, ji ber gotara wê ya li ser Newrozê hat girtin
Endama Lijneya Birêvebir ya Navendî ya HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Gulsum Agaoglu ji ber axiftina di roja Newrozê de hat girtin.
23 Adar 2018
Romana Omer Dilsozî ya bi navê “Gêjevang” derket
Weşanxaneya Lîsê romana Omer Dilsozî ya bi navê “Gêjevang” çap kir.
23 Adar 2018
Li Efrîn û Bedlîsê 4 leşker mirine
Di encama teqîna li Efrînê de 3 leşker mirine, 3 jî birindar bûne. Li Bedlîsê jî di dema operasyonê de teqîn çêbûye, leşkerek miriye.
22 Adar 2018
Sûcê rojnameger û parêzerên girtî: Dema hatîn girtin wan ragihandiye ku ew hatine girtin
Lêpirsîna ji bo 23 kesan hat temamkirin. Di nav wan kesan de du rojnameger û du pêrêzerên girtî jî hene, parêzerek jî li derveyî girtîgehê tê dadkirin.
22 Adar 2018
Ayça Söylemez
“Tirkiye wan kesên ku ji Idlibê direvin bi paş de dişîne”
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan aşkere kir ku kesên ji Idlibê direvin, li sînorê Tirkiyeyê tên sekinandin û ew bi paş de tên şandin, teqe li koçberan tê kirin û di encamê de hin ji wan dimirin û hin jî birîndar dibin.
22 Adar 2018
RTUK dê weşanên li înternetê jî kontrol bike
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) dê weşanên li ser înternetê jî kontrol bike, herweha dê destûra weşanê bida an jî asteng bike.
22 Adar 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dîmenên pîrozkirina Newrozê
Cejna Newrozê li gelek bajaran hat pîrozkirin, me dîmenên Newrozê berhev kirin.
22 Adar 2018
Dogan Medyayê li ser firotina xwe daxuyaniyek da KAPê
Xwediyê Gruba Medyayê ya Doganê, Aydin Doganî hemî organên medyayê yên xwe firotin Gruba Medyayê ya Demirorenê. Dogan medyayê li ser pêvajoya firotinê daxuyaniyek da KAPê.
22 Adar 2018
Çapa duyem a “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” a Çiya Maziyî derket
M. Çiya Maziyî di çapa duyem a Pirtûka “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” de ji hêla ziman û rêzimanî hin guhertin kiriye û gotin bi awayê ferhengî rave kirine.
22 Adar 2018
Hat îdiakirin ku Dogan Medya ji bo Demirorenê hatiye firotin
Hat îdiakirin ku Gruba Medyayê ya Doganê ji bo Gruba Demirorenê bi Milyarek û 250 milyon dolaran hatiye firotin.
21 Adar 2018
Ji Nisêbînê heta Îzmîrê Newroz li gelek deveran hat pîrozkirin
Bi deh hezaran kes li çar aliyên Tirkiyeyê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.
21 Adar 2018
Tirkiye: Me ji bo Minbîcê li hev kir, DYA: Ev çi komîk e!
Berdevkê serokkomariyê Ibrahim Kalinî diyar kir ku Tirkiyeyê û Amerîkayê ji bo çûna Minbîcê li hev kiriye. Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê got “ev yek komîk e, ji ber ku me li hev nekiriye.”
21 Adar 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Agirê Newrozê li Amedê hat vêxistin
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev kom bûn. Piştî ku peyama rêveberiya Kantona Efrînê hat xwendin agirê Newrozê hat vêxistin.
21 Adar 2018
Divê kurê min bavê xwe nas bike
Destsgirtiya min wêneyê destgirtiya min a berê qetandibû, min gelek lê dabû. Bêguman eyb e. Piştî salan ez lêborîna xwe dixwazim.
21 Adar 2018
Korkut Akın
Newroza Stenbolê li Bakirkoyê hat pîrozkirin
Newroz li Stenbolê li Qada Bazara Gel hat pîrozkirin.
21 Adar 2018
Beyza Kural,Tansu Pişkin
Li 8 bajaran 149 kes ji ber “parvekirinên medyaya civakî” hatine desteserkirin
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî beriya Newrozê operasyon hatine li dar xistin û yek jî Sûriyeyî 149 kes hatine desteserkirin.
21 Adar 2018
"Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de" ya Dilawer Zeraqî hat çapkirin
Weşanxaneya Lîsê pirtûka Dilawer Zeraqî ya bi navê “Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de” çap kir. Pirtûk weke tez hatiye amadekirin ku derbarê ‘bêjar’a neteweparêziyê ya di Kovara Hawarê de ye.
21 Adar 2018
Piştî operasyonê, jiyana rojane ya li Efrînê çawa ye?
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) bajarê Efrînê kontrol kir. Piştî talanê agahiyên talan û koçberiyê hatin. Ji aliyê dî ve Tirkiyeyê diyar kir ew bi rêya Kizilay û AFADê alîkariyê dişîne Efrînê.
20 Adar 2018
1
...
402
403
404
405
406
...
413
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver