İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 389
Kitêbeka çîrokan û romaneka Demirtaşî dê derbikevin
Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk Selahattîn Demirtaşî ji bianetê re diyar kiriye ku kitêbeka wî ya çîrokan û romaneka wî dê derbikeve.
25 Adar 2019
Leyla Guven: “Dawî li jiyana xwe neyînin”
Leyla Guven, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê di 137em roja greva birçîbûna xwe de derbarê kesên ji bo protestokirina tecrîdê li girtîgehan xwe dikujin de axivî ye û wiha gotiye: “Dawî li jiyana xwe neyînin. Ez bi vî şeklî nikarim bimeşim”.
25 Adar 2019
Li Stenbolê şahiyên pîrozkirina Newrozê dest pê kirin
Em ê şahiya pîrozkirina Newrozê bi awayekê zindî rabigihînin.
24 Adar 2019
Evrim Kepenek
Erdoganî ji Temelliyî re gotiye: Li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime wir
Serokomar Erdoganî ji bo Temellî, Hevserokê HDPyê gotiye, “Ma li Tirkiyeyê herêmek bi navê Kurdistanê heye? Heke ku tu Kurdistanê meraq dikî, waye li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime biçe li wir bijî.” Her weha ji bo Kiliçdaroglû û Akşenerê jî gotiye, ew ê bi destê dadê biçin ser wan.
22 Adar 2019
Erdoganî behsa girên Golanê kiriye, qedrê Lîreyên Tirkan ketiye
Piştî şîroveya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokkomarê Tirkiyeyê jî bersiv daye li ser vê yekê qedrê Lîreyê Tirkan li hemberî dolar û euroyî ketiye.
22 Adar 2019
Xelathilgirên Xelatên Metîn Goktepeyî yên Rojnamegeriyê hatine eşkerekirin
22 sal in ku Xelatên Metîn Goktepeyî yên Rojnamegeriyê têne dayin. Îro navên xelathilgiran hatin eşkerekirin.
22 Adar 2019
Operasyona Baxozê di qonaxên dawiyê de ye
HSDyê derbarê operasyona Baxozê de daxuyaniyek belav kiriye. Operasyon li Baxozê li hemberî DAIŞiyan berdewam dike. DAIŞ li Sûriyeyê tenê li vir maye.
22 Adar 2019
Li Bedlîsê li hin deveran qedexeya derketinê bi dawî bûye, li hin deveran dest pê kiriye
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve ya li du kuçeyan a du meh berê dest pê kiribû hatiye rakirin. Lê li du kuçeyên din ên cuda ji bo rojekê biryara qedexeya derketina derve hatiye rakirin. Îro hemû qedexe bi dawî bûne.
22 Adar 2019
Newroz li Amed û çend bajarên din hatiye pîrozkirin
Li Rihayê polîsan dest daniye ser pankartan. Li Amedê çûnû hatina “trêna Newrozê” hatiye qedexekirin.
21 Adar 2019
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?
Piştî avabûna AKPyê(Partiya Dad û Pêşketinê) li Tirkiyeyê ji bo birêvebiriyên herêmî sê hilbijartin hatine kirin. Gelo jimara dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?
21 Adar 2019
Ekin Karaca
Li Zelandaya Nû firotina çekên nîv-otomatîk hatine qedexekirin
Piştî êrîşa li Zelandaya Nû hikûmetê firotina çekên nîv-otomatîk û yên êrişiyê qedexe kiriye. Hefteya borî de encama êrîşa li ser du mizgeftan de 50 kes miribûn.
21 Adar 2019
Fransîyên ji bo xelatê bidin Demirtaşî li welatê wan hatine vegerandin
Michel Laurent û Sylvie Janev du kesên fransî ne ku ji bo “Xelata Berxwedan û Azadiyê ya Montlucê” bidin hevserokê berê yê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Selahattîn Demirtaş hatine Tirkiyeyê lê ji balafirgehê ew hatine vegerandin.
21 Adar 2019
Dadgehekê ceza li 4 akademisyenan birî
Li 27em DCGyê dadgehê 15 meh cezayê girtinê li Tûna Kûyûcû û Îlker Bîrbîlî, 18 meh û 22 roj ceza li Taylan Şahan Tarhanî û 2 sal û 6 meh cezayê girtinê jî li Nevîn Zeynep Yelçeyê birî.
20 Adar 2019
Tansu Pişkin
Dadgehan 159 sal û mehek û 30 roj cezayê girtinê daye 18 parêzeran
Rûniştina sêyem ya dadkirina 20 parêzeran îro li Dadgeha Cezayên Giran a 37. ya Stenbolê hat pêkanîn.
20 Adar 2019
Ayça Söylemez
Bila Cejna Purim a cihûyan pîroz be
Cejna Purim a cihûyan îşev dest pê dike û 21ê Adarê bi şev diqede. Kiralê persan xwestiye cihûyan tune bikin lê cihû ji vê rizgar bûne. Cejn ji ber vê sedemê tê pîrozkirin.
20 Adar 2019
Walîtîya Colemêrgê îlan kiriye ku 31 cih dê “Herêmên Ewlehîya Taybet” bin
Walîtîya Colemêrgê îlan kiriye ku 31 herêmên bajarî dê ji bo 15 rojan “Herêmên Ewlehîya Taybet” bin.
20 Adar 2019
"Reşikên vî welatî kurd in"
Albûma XEMî ya bi navê biyan ji Red Music Digitalê derket. Wî li ser Rapê ji bianetê re got: Rap jî û kurdî jî serhildêr in. Gelek li hev tên. Rîtma kurdîyê jî gelekê li pêlên mûzîka rapê tê.
20 Adar 2019
Murat Bayram
Li Şirnexê leşkerek miriye
Li Şirnexê di encama êrîşeke PKKiyan de leşkerek miriye. Yek jî birîndar bûye.
20 Adar 2019
Rojnameger Çagri Sariyê di doza Paradise Papersê de beraet kiriye
Rojnameger Çagri Sari, Midûra kevin a Karên Nivîsan a rojnameya Evrenelê, ji ber nûçeya belgeyên Paradise Papersê kiribû nûçe, Serhat û Berat Albayrakî doz lê vekiribû. Sari di şeşem danişînê de beraet kiriye.
20 Adar 2019
Du dadgehan salek û sê meh cezayê girtinê yê paşdedayî da du akademîsyenan
Li çar dadgehên Stenbolê pênc akademîsyenên aştîxwaz hatin dadkirin. Her yek ji akademîsyenên; Nevim Borçin û Alk. Doç. Dr. Canay Şahin salek û sê meh cezayê girtinê yê paşdedayî standiye.
19 Adar 2019
Hikmet Adal
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Brukselê di encama lêgerînê de polîsan bombe bi dest nexistiye
Li Brukselê ji ber metirsiya bombeyê avahiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine valakirin. Di encama lêgerînê de polîsan bombe bi dest nexistiye.
19 Adar 2019
Polîsên Hollandayê: Têkilîyeka rasterast di navbera yên hatîn kuştin û gumnbarî de nîne
Polîsên Hollandayê li ser êrîşa duhî hatî kirin daxuyaniyeka nû daye. Polîsan diyar kiriye ku têkilîyeka rasterast di navbera yên hatîn kuştin û gumnbarî de nîne.
19 Adar 2019
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”
Karaman got ku DMMEyê “biryar daye li gorî serîlêdana Demîrtaşî û ya hikûmetê li Daîreya Mezin dîsa nirxandinekê bike”.
19 Adar 2019
Ekin Karaca
Dadgehê nexwest guhdariya şahidan bike
30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê ji ber ku bi pankartekê diyar kiribûn “ji bo dagirkirin û komkujîyê liqum nayê belavkirin” bi sûcê “propagandaya rêxistina terorî” têne dadkirin.
19 Adar 2019
Tansu Pişkin
Lêpirsînname ji bo Hevserokê Giştî yê HDPyê hatiye amadekirin
Bi îdiaya ku di dema civîna partiya xwe ya li Dêrsîmê axivî ye û “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsînname ji bo Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê hatiye amadekirin.
19 Adar 2019
Li Qiralîya Yekbûyî serokê parlamentoyê rê li serokwezîrê girtiye
Serokwezîra parlamentoya Qiraliya Yekbûyî, Teressa Mayê xwestiye cara sêyem parlamento ji bo minaqeşeya li ser Brexitê kom bibe. Serokê parlamentoyê John Bercowî destûr nedaye.
19 Adar 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Sala 2018ê li Stenbolê herî kêm 226 karker mirine
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî, di sala 2018ê de ji karkerên ku li Stenbolê mirine ji sedî çar jê jin, ji sedî 96 jî mêr bûne.
18 Adar 2019
Li Hollandayê bi çekan êrîşek hatiye kirin, sê kes mirine
Li bajarê Utrechtê yê Holandayê, kesekî bi çekan êrîş kiriye, sê kes mirine. Polîsan dora cihê bûyerê girtiye.
18 Adar 2019
Ji termê balînayekê 40 kêlo plastîk derketiye
Li Filîpînê termê balînayekê derketiye beravê. Ji termê balînayê 16 telîsên birincê û 40 kêlo plastîk hatiye derêxistin.
18 Adar 2019
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ji bo parêzera Îranî kampanyayek daye dest pê kirin
Nesrîn Sutude, parêzereka li Îranê ye û li dijî cezayê îdamê ye. Ji ber ku ew li dijî îdamê ye dadgehên Îranê 12 Adarê, 38 sal cezayê girtinê û lêdana 148 şivan daye wê. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ji bo parêzera Îranî kampanyayek daye dest pê kirin.
18 Adar 2019
Girtiyê ku di greva birçîbûnê de bû û xwe kuştiye di bin dorpêça polîsan de hatiye binaxkirin
Girtiyê nexweş, Zulkuf Gezenê li Girtîgeha Tekîrdageê di greva birçîbûnê de bû, dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Gezenî saetên bi şev birine Amedê û di bin dorpêça polîsan de hatiye binaxkirin.
18 Adar 2019
Li Zelandaya Nû kesekî din hatiye desteserkirin
Piştî êrişa roja înê ya li ser du mizgeftan duh kesekî 22 salî li Zelandaya Nû hatiye desteserkirin. Polîsan diyar kiriye ku ji ber “weşanên qedexe” pê re hebû, hatiye girtin.
18 Adar 2019
1
...
387
388
389
390
391
...
398
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver